sermestî řû sûr

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  557 Dîtin
xwaye em diłem hêzêkî berê
ke ẍem le naw xoy bikate derê
min xom nazanim çî bo min çake
to be meylî xot diłim awa ke
payey to nasîn eger derkewê
îtir kê dinya û dînarî ewê?
min ke dêwaney to bim be tenya
şeqêk heł’edem le herdû dinya
diłim hemîşe yadî to eka
gyan le řêy toda cistuco deka
beheşt mediḧ eken be naw û dawê
min lîqay tom bê beheştim nawê
’aşiq ke be řast destî legyan şit
pekî seyran û geřanî xoy xist
dyare ke yarî ew wefayey dî
kamî wisałî bo dênête dî
xwaye eyzanî ke min tom ewê
me’şûq çe řayey be to dekewê
xwaye namewê ta’etim zor bê
neweka nefsim bewe meẍrûr bê
xom be gunahkar edeme qełem
to xot fermûte ḧez le ’efu ekem