dîsan «nałey pîrî pîran»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  527 Dîtin
tenha xwayekey zewî û asman
le hemû şwênê peydayt û penhan
le bende gîra bewe ser berzim
ke le dîwanî toda elerzim
aman çend xoşe ke řadewestim
car care bo to nwêj dadebestim
«alḧimdErebî» exwênim řû le to ekem
be ẍa’bane, ḧemdit bo ekem
ke geyme ewey biłêm «eyakErebî» e
be neş’ey ḧizûr diłim řûnake
çunke ew deme wam le ḧizûra
diłim xoy eşwa le deryay nûra
eçme lay pyawêk kewa gewre bê
be feyzî xwayî gewrey dewre bê
xo eger wek min cilî çiłkin bê
be řîş û simêł çarey kułkin bê
le lay qapyewan her derkirawe
her qapî toye ke negîrawe
be endamêkî piř gunahewe
bo nwêj eçîne řîzî şahewe
min ke lîqay tom herzan des kewê
le burdebarî bendet çîm ewê
xwaye wam lê bike agam le xom bê
ke witim «alilhErebî» her legeł tom bê
newek be ziban do’a bixiwênim
le diłda řegî xełkî derbênim
be řezamendî diłim piřcoş bê
herçî to bîkey ewem la xoş bê
ke herçît kird û be çakim zanî
destim maç ekat xoşguzeranî
eger şêtî bê, şêtî tewaw şêt
xak û xar û zîx ekewne ber pêt