bo «feyseł»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  459 Dîtin
pîremêrd em hełbestey bo feyseł kuřî eḧmed efendî hewlêrî wituwe ke le 6 y martî sałî 1943da le hewlêr xoy kuştuwe ya kujrawe.
hewrêkî sûr, le kawlî weten, kewte girim û hûř
dayřişt be şîn û giryewe, firmêskî xwênî sûr
wamzanî pêşřewêkî gułałey beharîye
gułî newroze, bergî sûrî kurdewarîye
hey řo! tumez gułałe nebû, xwênî lawêk bû
hełkewtûyek bû bo hemû kurd nûrî çawêk bû
lem kateda ke guł le hemû lawe depşikiwê
kwêr bî felek, le taze gułî ême çît ewê?!
çirayek bû bo nîştiman, xoy bew hîwayewe
eywîst řûnakî binwênê, ax zû kujayewe!
xwa kuřîne sa têr bigrîn şînî feysełe
ew xwêney wa řijawe hîway kurdî têkełe
gumeł ẍezaye, mateme, şîne le naw gela
te’rîxîye: feysełe çuwe bo xizmetî mela