mame xeme

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  605 Dîtin
dûbare pîremêrd em hełbestey xwarewey be boney giranî şeřî dûhemewe wituwe:
beharman bo hat bełam be birsî
kes le seyran û şayî nepirsî
sałan her basî guł û gułzar bû
neş’ey nêrgizî dû dîdey yar bû
bangî bilbil bû leser çiłî guł
temî zistanî eřewan le dił
emsał kingir û gêlaxe bawe
çunke girane û mirdin le nawe
hêşta zistane û taze birînîn
xaw nebûynewe xoman bibînîn
hetawî behar berdî germ kird
katêkit zanî wityan fiłan mird
leber eweye wek bêsaranî
lem behareda bûme zîndanî
ew fermûyetî: (newbehar syan
emsał we dîdem newbehar syan
nûrî bînayîm ce dîdem cyan
be hîç řengida nimado dyan
her hênd meknum çem we dînî guł
çun ẍunçey newxêz let let mebo dił
her guł neşterê, her sosen xarê
her çîmen zîndan, her şetaw marê
de bextim bidye ce tewr şîwyan
supay meynetan wenem dîwyan)
wa bulbil beser gułda exwênê
neẍmey zebûrî dawid enwênê
ew be neş’ey keyf, min be daxewe
nałe nałman bê le twêy baxewe
çunke meḧrûmim le behar carê
ser denêmewe le bay muẍarê
bem hemû derde be dîdey nimnak
haka xełtan bûm řojêk le řûy xak
ay bo hawdemê, hamdem û yar bê
wek min xefetbar, diłbirîndar bê
destî yek bigrîn řû bikeyne şaxan
pêkewe bigrîn herdûk le daxan
em xakey kewa le řûy zemînda
silêmanîye le řûy nigînda
têk hełşêwawe be bay bałî dêw
hemû le birsa řû dekeyne kêw
destî diłsozêk dewayan naka
wa etlêynewe le perdey xaka