baweř ekem ke gyanî biłind namrêt û ejî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  469 Dîtin
be boney çil řoj têpeř bûn beser koçî dwayî «cemîl sidqî zehawî» da le şarî beẍdada le řojî 27y mangî maysî sałî 1937
baweř ekem ke gyanî biłind namrêt û ejî
caran be xew bû, êste be dîmane hate dî
çende gyanî mirdû bang ekirê û giftugo eka
fen bo jyan heta serî gyan cistuco eka
biřwane asman bwete pelkî zerd û sûr
gyanî zehawîye ke edrewşêtewe le dûr
gwêm lêye bang eka ke bexêr bên be komełî
em hatnetan nîşaneye bo řengî yekdiłî
şadim be meylewe yadî awareyîm eken
dyare be qedrî xwêndinewe berz ebêt weten
heta ḧurmetî guzeştey bê, taze pê ega
xwênî ḧemaset hełdequłênê le naw řega
derkewt zehawî wa le diłî êmeda ejî
çend bextyare, dyare ke awatî hate dî
sed sałî tir bipirsî, cemîl sidqî wa le kwê?
dengî biłindî xoy le hemû şî’rî dête gwê
nałêm ke heykelêkî bibê, wêne mirduwe
dîwanî şî’rî çaktire nawdar û zînduwe
caran be şî’rî ew bû ke «firdewsîKes» nasra
firdews bû be hewarî dû firdews wek bira
kak cemîl be yadî cemîlit bû ke şî’irim hat
řaweste zorî nemawe ke minîş bême lat