baranî nîsan buwe be mirwarî
bo eḧmedbegî tofîq beg ke bo carî dûhem kirawe be mitseřřifî şarî silêmanî
        Li pirtûka:
            Dîwanî Pîremêrd
        Berhema:
                Pîremêrd (1867-1950)
        
             1 Xulek
             1206 Dîtin
        
        
    baranî nîsan buwe be mirwarî
be řeḧmet beser êmeda barî
zanistî beynêk biřewî kem bû
wek gewher le naw sedefda win bû
ẍewasî ’îrfan le nesłî ẍewas
zanistî le gêjgêjî kird xelas
zanistî û zanist yaxwa bimênin
bełkû bêkesan be şew bixiwênin
xwêndinî şewe řoj ekatewe
perdey tarîkî la ebatewe