bîdî mecnûnî

be nawî bêsaranîyewe witûyetî
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  397 Dîtin
bîdî mecnûnî, bîdî mecnûnî
bała berz û nerim, zar û zebûnî
be larulence leyla nimûnî
bełam le daxî dił seringûnî
***
aware û lerzan be gwê tafewe
pexşan be şinoy heway safewe
’enberbar be boy miskî nafewe
řexşan be pelkî zeř kiłafewe
***
be dengî tavgey saz û semtûrî
eynoşî badey awî bilûrî
sayebanî ban textî gencûrî
bełam tamit tał be derdî dûrî
***
witim: şořebî destinîşanî dost
sêber deway ta, sełfat û zînk post
dirextan serberz bebê qorit, bê şost
boç serit şoře wêney keftekost
***
cwabî dayewe be zibanî ḧał
boç to nazanî pîrî konesał
min serberzêk bûm şîrîn peřubał
sucdem birde ber bałay sosen xał