be nawî «badarî» yewe witûyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  449 Dîtin
ême mayey çwar siruştîn, aw û agir, xak û ba
em hewêne kamî zyatir bê, belay ewya eba
xak û aw daykin le ser xon, hêmnî û řûnî eden
agir û ba zor xirapin xîlqetî pyaw têk eden
ba legeł kewte çîklidane, le berzîda fiřî
katêkit zanî ke «f» û «t» ye îtir hêłî biřî
fen û fêłit kewte dû, ey çerx! le lam abřût tika
boye berizit kirdimewe bimxeyt û azarim biga
êste zanîm boye hêlanem wêran bû, têk şika
terze wu hewretrîşqe û befir û ba sextim bika
min kewa berz bûmewe û kewtim, gunahî kes nîye
boye nagrîm têdegem xokirdû tedbîrî çîye