behar hat

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1002 Dîtin
behar hat û derdêk ebînim le gułda
ewîş weha dyare girêy wa le diłda
ezanê kewa pênc û dû řoje dewrî
ke nawî nema namênê kes le dewrî
ke řazandyewe serlenwê destî yezdan
hemû xełk boy be awatewen beyanyan
be nałe û nizan, bilbil daẍ ledłe boy
wek miştumałî jengî dił nayełê boy
bo berokî cwanan û dest û ser û cêy
bełê xwa ke day kê dełî kêy kuřî kêy!
ke zadey çiqił řenguboy cwanî wa bê
ebê řencî şewgarî bilbil be ba bê
le dway a’em xoşewîstîye kut û piř
ke hełyanpiçirkan û kewte ser agir
legeł hełmî mencełda cwanaw eřêjê
be dem qułpî giryanewe wa debêjê
ke bêbayexe xoşewîstî dirozin
ke têr bû debînî fiřêy da serubin
elay dulberî dilbere bayexî bê
mepnidar ke borepyaw dayexî bê