be řûpoşînî to řojim şewezengêke tîre û tar

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  648 Dîtin
em hełbestey xwarewey pîremêrd yekêke lew hełbestaney ke tyaya pêřewî şî’rekanî «شاە mizhirKes»y kirduwe ke yekêk buwe le şa’îre berzekanî fars.
be řûpoşînî to řojim şewezengêke tîre û tar
wekû tawis ke hewrî dî enałênê be girye û zar
peçet řuxsarî dapoşît û min derdim girantir bû
bełê dyare ke řoj awa bû derdî qurs ebê bîmar
řegî řoḧim be dîdey towe peyweste û be serbestî
besed lada terandit napsê sexte wekû bizmar
le dewrî bêstûnda şew ke dengêkî be soz ebyey
ewe gyanî mine bo bêkesîy ferhad eka hawar
le duceyla, ke naqey meḧmelêkim dî ełêm leyle
berew pîrî eçim, eş’arî qeysî bo ekem tikirar
lecêy qeydî ’eqił zincîrî şêtîm hênde la xoşe
legeł cûłam ziřey zincîrekem piř kat der û dîwar
eger şêtî tewaw şêt bî, le layan hênde maqûłî
berî pêt maç eken diřkî byaban û supahî xar
be pencey nazkî dulber, telî bê gyan enałênê
minî zîndû be dengî çon nekem şorî cinûn îzhar
emane şî’rî modey kone wek min pîr buwe êsta
neşîdit bo weten bê başe bełkû pêy bibî řizgar
hemû ’alem le dûy azadî wêłe boçî min wek şêt
kemendî zułf le estoy xom xem û bibme kerî jêr bar