emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  805 Dîtin
xeyałî wa le baxełma, le twêy «pîrahinFarsî» e emşew
timaşay herçîyekim kird, seraser gułşene emşew
hemû mûyekî endamim, le xoşyana xedengêke
eger azaye xoy derxa ewî lêm dujmine emşew
şiksitî zułfî tobey pê şikandim, tobe bo tobe
diłî şêx û milî «mil» têk şika her bişkene emşew
be sermestî ke destim kewt le narî nûr derkewt
yedî beyzaye destim boye dinya řewşene emşew
tecellay nûrî «tûr» bem «tewre» tuřřey ’îşqî nîşan dam
be perwazî cinûn cilwem le «wadî eymen» e emşew
le dewrî bêstûn dengî qułingî gyanî ferhad dê
qewanêkî ẍeramefunî «şoxî ermen» e emşew
ke gwêm ziringayewe, wa dengî zengî wiştirî leyl dê
ewa lewlaşewe mecnûne egrî, şîwene emşew
beser şaxî araratda, be lawik pîremêrdNasnava edebî serkewt
ełê: şwênim kewn kuřgel! şewî serkewtine emşew