wa guł beser çû, bilbil şeyda bû

be nawî «debaşanî»yewe le sałî 1940da biławî kirdotewe
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  718 Dîtin
wa guł beser çû, bilbil şeyda bû
giřêk le nałey diłî peyda bû
giřey berdaye sewzey beharan
şêwa wek zułfî çemeredaran
minîş kemê şor bilbil le serda
serî xom enêm be deşt û derda
germay hawînim boye la xoşe
be tînî sozî dił beperoşe
ew giř û tawe dił decoşênê
be yadî yaran têr emgirênê
çend xoşe yadî hîcranî yaran
firmêsk be çawma bênê wek baran
řişêney firmêsk dił awiřşên ka
şînî ’eşq hoşim bê seruşwên ka