hênd xewî bextim girane, ser bikate koşî ḧeşir
Li pirtûka:
            Dîwanî Pîremêrd
        Berhema:
                Pîremêrd (1867-1950)
        
             1 Xulek
             1396 Dîtin
        
        
    dûbare pîremêrd le katî xoya em hełbestey xwarewey be nawî «şêx ebulwefa» y kurdîyewe biław kirdotewe bełam hełbestî xoyetî:
hênd xewî bextim girane, ser bikate koşî ḧeşir
çawî hełnaye be tînî agir û te’sîrî befir
pêç û tabî meynetî min destî çerxî berkewê
têkî deşkênê be řengêk şew le janî nesrewê
tozî řêgaket be çawma bê, cewahîr, surmeye
kawlekey xom la beheşte û gunye şałî turmeye
ax! qena’et, gencî baqî û dewłetî bê minnete
odekey tûnî ḧemamîş bê lelam wek cennete
boye bêzarim le mey eweł qumî jarqendeye
qehqehey awî suraḧî diłgeş û piřxendeye
carî caran bwaye min ’aşiq ebûm û şêt û wêt
małî serbestî kiçan awa ke şukiraney ewêt
êste bo ’aşiq kemendî zułf nemawe bîgrê
xom leber pêy cwanekana řa’ekêşim bê girê