bo xizmetî yar

be nawî «kesnezan» ewe biławî kirdotewe
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  753 Dîtin
bo xizmetî yar, bo xizmetî yar
emşew řêkewt bû bo xizmetî yar
ne řêy ḧesḧes bû, ne bed, ne eẍyar
tenha se’atêk tenha min û yar
şew xerqey nîlî qetranî poşa
kełeşêr bêdeng nedexroşa
murẍî ’erş lecêy xoy hełnîştibû
dyar bû mandiwêtî řojî çêştibû
kakêşan barî kerî kewtibû
kay řeşkey leser řê hełřişitibû
gay ḧewtewane kay zor xwardibû
hewsarî be dest qutib sipardibû
ewşewe leyla û mecnûn yek kewtin
bełam le xoşya ne’esrewtin
awatexwazî xełk hatbuwe dî
le řêy eflaka cûłet ne’edî
hestam xom gurc kird, aza, şêrane
nem’ewt hîçkes le lam însane
xerqey şewgerdîm kêşa beserda
çakî dawênim kird be kemerda
řoym ta geyme berdergakey leyl
lewê bubûme qeysekey duceyl
çûme jûr serî le nîweşewda
êşkiçî kiçan hemû le xewda
leserxo pêm na, çûme serînî
maçim kird xałî lêwî şîrînî
çawî hełbiřî sewłî xeraman
yexey kirdewe ser ta be daman
witî: kam bê şerim le nîweşewda
řastî kirdimewe le şîrîn xewda
berqî řuxsarim bidat le cestey
hełîqirçênê endamî xestey
witim: ey şem’î řûy nazenînî
perwaneket hat ta bîsûtênî
be umêdî ser nehatme êre
min qurbanî tom bimkoje lêre
min şořî ’eşqit bê tirsî kirdûm
herçend ke zîndûm leřîzî mirdûm
çawit bîmarî be naw lesere
pyawkuştin lelay nexoş xetere