serapay kiçecaf
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
2 Xulek
1122 Dîtin
kiçołey be naz, kiçołey be naz
cinsî letîfî şoxî serefraz
bazî ’îşwebaz, dostî şeker řaz
pêkenîneket bo zam merhemsaz
bilbilî serçił, ser çiłî ẍemmaz
şahînî şahî ser qulley pêbaz
***
řengî řuxsarit beyanî behar
egrîcet bendî diłe wek zennar
birot le řûy řû tořkirdûy lût lar
kewane pergar destî kirdigar
birjang le kewan ebro tîr’endaz
***
çaw dîdey ahwî xewałwî xamoş
biruskey tîlî sercoy şeřfiroş
be neş’ey badey nazî xot serxoş
meyxaney ’eşqî xistote xiroş
ḧusin û ’eşq legeł yek kewtûne řaz
***
gware kewtote jêr egrîcey xaw
heławesrawe le xwênda gîraw
lamil û gware herdû tełay taw
herdu jêrmałey ferqî zeřkiław
gyan û dił boyan kewtote perwaz
***
sergonat sêwî lasûrey serdeşt
pawanet dawî genmekey beheşt
tamezro zore hîçkes lêy neçeşt
kemerbestey dest weysî mahîdeşt
ał leser sipî sun’î karsaz
***
sîne zîwî qał le botey yezdan
cûtêk şemamey bêstanî cinan
hêşta neydîwe destanî destan
penhane le jêr kirasî ketan
le dirzî berok wek mang şewq endaz