payîzî diłteng

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  806 Dîtin
payîz diłtenge, payîz diłtenge
hewrî nwêy payîz zwîr û diłtenge
řeşeba lêman be jar û jenge
gełařêzane guł ałtun řenge
şetawan wek mar le deşt pêç exon
wek sewdakaran şêt û sereřon
tem be bergî şîn serkêwî poşî
bilbil xizaye laney xamoşî
xełûze gełay bêstanî sûtan
gelawêj bergî hetîwî diřan
kiçe kurd be řîz be berzanewe
be lerz elerzan be berzanewe
minałan seryan kewte jêr qoçke
homan kewtote ber beřuçke
emanřiwanîye řoj be řûy sardewe
îsta pêwîste wa xoy şardewe
qaz û qułîngan hatne xwarewe
qîj û hûřyane be ser şarewe
şewgar dirêj bû bo nałey ẍemgîn
zistan siteme bebê diłdar jîn
yarim be aştî dełên dêtewe
bexte binû ba nesłemêtewe
gişt hawaryane le bextî nustû
min hawar ekem bexte zû binû
xałaney ewey witim çawkałan
ta çawkał jînî birdim be tałan