pîremêrd le naw gułana

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  845 Dîtin
hełse, wa gułan kewtine pêkenîn
ba satê le naw gułana bijîn
yekem «newroz» e derçuwe le xak
le ’eşqî yaran şêt û yexe çak
sê gełay cwanî lemla û lewlawe
hersê tełaqî diłtengî dawe
«abî» û «awdarî» û «nîlufer» y zerd
ḧaşyey dewrî wek xałî bêgerd
gułe «qeyserî» berze řengawřeng
«lale» û «şeqayq» ał û şox û şeng
«şewbo» y ’etir’amêz xoşboy xoşnefes
bo bergerdinî «mînayî» enfes
gułe «sosenan» nazk û nazdar
şifaye bo derd «şeqşeqe» û «bîmar»
«famîlya» y sipî le pay befrawan
lence û larêtî wek korpey bawan
«çinûr» le dewrî ełqey bestuwe
pence pêy pyanay bedî gestuwe
«gułebeřoje» ’aşiqî tewawe
«nîlufer» ewîş perwerdey awe
esûřêtewe řû le hetawe
ke le aw biřa bê aw xinkawe
«wenewşe» y serşîn le şwên hewaran
gerdinkeçî ẍem dûrî nizaran
«beřeza» be çîn tuřey tatawe
ba eyşekênê bemla û bewlawe
be şiknicî zułf xoş qumaşewe
tata pexşane be řûy taşewe
«perde ’irusî» le perdey sûra
naz û nûzêtî beser çinûra
gułî «beybûn» û gułî «mufeřřeḧ»
bonyan xoştire le «miskî» û «qedeḧ»
gułî «sinewber» gułî «yasemen»
legeł «nesrîn» û gułî «nesteren»
gułî «nîsan» û gułî «zerdeguł»
pêkewe eřwên legeł «qirinfił»
gułî «xaşxaş» û gułî «kohken»
gułî «paytunya», řewneqî çemen
gułî «şapesen», «lale ’ebasî»
«çeşme xiroş» û «zułfî heyasî»
gułî «espekî» û gułî «dûpşike»
gułî «qetare» û gułî «gwê mişke»
gułî «saq sipî» û gułî «xenayî»
«gułçînî» û «cewher», «gułe xetayî»
«xetmî» û guł «tebeq» dû şêwe û dû řeng
bała wek beydaẍ direxşî řûy ceng
«lawlaw» ’aşiqî newber nemaman
têwe de’ałê ser ta be daman
emane eřwên le xakekeman
keçî qewmekem le payey keman
beharman xezan, pê hełxizane
bo newnemaman gełařêzane
sa xwaye tenha êmeş toman hey
perwerdigara keremit bo key?