kurdî řewan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1539 Dîtin
sibeynê bû, le xew hestam ke řwanîm befre barîwe
silêmanî ełêy belqîse, taray zîwî poşêwe
demêk bû çaweřêy befrêkî wabûm, mijde bê! barî
serim befre keçî hêşta şeřetopełme bo yarî!
le bîrme şîre befrînem ekird, swarî ebûm bê zîn
nisê bû cêgekey eybest, ema taku demî hawîn
be bergî sipyewe çend şoxe şaxî goyje bîbîne
le řengî asman dulbertire, ew sipye, em şîne
ełên bergî firîştey asmanîş sipye wek befre
firîştey ême bałaye, bełam ax boç exoyn tefre?!
hemû pêçeklûy befrêk firîştey xway legełdaye
firîşte kewte nawman, boye wa aşûb û hełłaye
ewa samałî kird, řoj kewte ser şaxî giłezerde
be ser ew befreda tîşkî hetaw ełmasî xwa kirde
be ser gonay sipîda xişłî zêřîne birîskey dê
perî ser kêwî qafîş hênde pirçî zerdî xoy lê dê
leser serban befir twêjałî best, wêney çořî şîre
qetarey ser liq û popî dirextan çende diłgîre
çilûrey gwêsewane, piłpiłey zîwî kiçe kurde
sehoł awêneye, lêkdanewey em dû şite wirde
ke pîrêjin seru poyley be şînî çile têk ała
beharyet, darî pîr ejêtewe dête qed û bała