kiçe kurdî poşte û petî

min û estêrekan
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1139 Dîtin
pîremêrd leser xwast û arezûy eḧmedbeg em hełbeste berzey xwarewey bo şêx ’ebdulqadir û hawřêkanî wituwe:
estêre berzekan edrewşênewe be şew
wek min be daxewen, ne sirewtyan heye û ne xew
çend sałe aşnay şewî bêdarî yektirîn
wek serserîn, şewê serê nakeyne ser serîn
min xwar û jûr ledes çuwekey bêwłet xom ewan
wek xêłî xwar û jûrkerî kurd! wêłî asman
şew şewnimî ewane çemen aw exwatewe
řoj hełmî awî çawî mine seryexatewe
dwê şew berî beyan bû egryan beser mina
minyan kesas ebînî le naw dost û dujmina
diłsozî wam nedîbu, ke bom bigrî wek xeşîm
firmêskekey ewan bû be awingî têgeyîm
bam řaspard biłê ke xefet boç exon ewan
wek ême nîn nizîktirî lay baregay xwan
cwabyan nûsîbû be şewnim le ser gya
ta asman pirîşkî bedî êwe hełpija
ah û nizay kurdekanî şîmal geyye asman
bew dûkełî henaseye aw dê le dîdeman
 
pîremêrd le katî xoyda be destixetî xoy em hamşey xwarewey bo ew hełbestey pêşû wituwe:
 
em kiçe kurdîyem, ke bem cile kurdîye petîye poşte kirdotewe, nîtołêkî bêganey têda nîye, bełam pêy lê enêm, ke tenha le cil biřînekeyda destî minî têdaye, kałakey wałayekî minî tyaye, hî yekêke le pêgeyştû, têgeyştû, be şewq, piř şewqekanî weten, kewakey berî serubere serkewê, ber kewê, ew minî hênaye ser sewday kurdî petî nûsîn, be şorêkî zorewe eyewîst nûsînman çak û řêkupêk bê, têkełupêkeł nebê, guł bê peykuł nebê, be çiray xoman beřêda biřoyn û beřêwe biçîn, lem dyareda eme lemewe dyarî dawe, dyare ebê bikirê be dyarî (ew) xwa yar bê.