hatin şehîdekan

bo gyanî qaremananî kurd
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  923 Dîtin
hatin şehîdekan be cilî sûrî xwênewe
daykî weten dehełse siławyan bisênewe
şêx qadre le pêşewe serqafłey ewan
çend cwane xwên û řîşî sipî, pîr û newcewan
seyrî emane ke: hemûy kurdî sefşiken
gyanyan pêşkeş ekird û eyanut bijî weten
qurbanî ton beřîze ke ẍem le ber nebî
bo ême mirdine eger azadeser nebî
megrî, menałe, ba be xefet diłişkist nebin
nextê lelat emênnewe bo beheşt eçin
min wam ewê ke ḧeşir ekirêm xwên be bergewe
bem ’eşqî mîllyewe be kize û sozî cergewe
ew agirey le diłmewe ber bête kifnekem
ta dujminim neka be zûxał, şerte pif nekem