munacatî erwaḧ

le govarî gelawêjda biław kirawetewe
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 3 Xulek  1292 Dîtin

hełse û wirya berewe xoşewîstekem, le xew heste, wa řoḧim bangit ekat! le kwêwe?... lewpeřî serḧedewe, le şaxêkî biłind û daxêkî bê sinûrewe, boye wa serkewtûm ke dengim bitgatê dayegyan!...

tuxwa gwêt lêm bê û minîş gwêm lêt bê; řołey hejarit nizîke şêt bê!

ha êste dengim bîstî...

le xoşyana leserxo çûm, perî peřî bałî tê hełsûm û huşyar bûmewe, dapeřîm be naw ew dirextaneda řam kird, pêxawsim, pêm û cileşřekanim be nimî awing teř buwe, wam lebin darbeřûyekda, çon be çawî xom debînim xwa le cewt kiławî bo beřû kirduwe, wa be gwêy xom gwêm le dengite ełêy wa hatim!...

to her biłê: «dêm», be xwa nayeyt, bełam hîç nebê bidwê, dayegyan tuxwa bidwê, dûrîş bît şemał dengit dênêt û deybyem, wam be şaxî gimowe, wek yaran be «dałeho» we, şewe tarîke, zîndewerim lê terîke, le dûrewe řoḧim legełta xerîke, canewer xizawne naw lanewe, çiray awedanî kujawnewe, her min, her tenha min nenustûm, şew bêdarim, nałekarim, piř derd û qarim, gwêm le dengite, bidwê! şar xamoşe, serawirdêkî be çarşêwêkî xumî ẍem, be twêjałêkî dûbawî estûrî tem syapoşe, feqîr û hejar kiftekewteye, bê - hoşe!!

dewrî minîş tutnewan, leber şan û qoł kutan pirxey dêt, jinekeşî pelî le kemey bêşke hełkêşawe, xoy le birsa bê şîr, minałî be layelaye bo jîr nabêt, hêzî řajendinî nemawe, milîşî kewtote lawe.

dayegyan! eme dirawsêkanî «gimo» m, wa lew peřîşewe berî girdeşîn û sûrkêw debînim, tirûskey agirî dyare û dengî destařêkîş dêt, mêrd le bêgar hatotewe, birsyetî, jinekey hełsawe kerdiř ehařêt û eykat be xeple...

of! were bem şewe kerdiř bihaře û bîşêle û bîke be xeple!!

mêrd ke têrî xward belada binwêt, minał bigrî, sibeynêş zû hełse gewř bimałe, of lem ḧałe!!

asman perdeyekî zeřbeftî le şewqî mangeşew tenî û kêşay beser gimoda takû le pêş çawî aẍayan şîrîn bêt, şemał şineyekî piř le bonî guł û wenewşey hêna, day be ber kepir û sabatî kełemêrdanda bo ewey mêşûleyan lê nenîşêt, estêrey sîweyl le ser sîweyl kujayewe, şewgerdî zordaran û gunahî bedkaran şarrayewe, dengî bilwêr û lawkî seḧerî û sîřey semawer le layek, «de tûłebab! heste ewřo hereweze» le layek; be herdûkîşyan ełên guzeran!!