xwaye kes tûşî nebête derdî bê dermanî ’eşq

derdî ’eşq
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  1345 Dîtin
xwaye kes tûşî nebête derdî bê dermanî ’eşq
kes nebête dûçarî tîr û xencer û zîndanî ’eşq
her kesê zor zor becerge û pałewane û qareman
ba bitwanê berge bigrê ger buwe mîwanî ’eşq
’eşqe perwane dekate zeřeyek xakî syah
nawî meşhûre ke mecnûn bote sergerdanî ’eşq
załmêkî waye ’eşq ferhadî kirde kohken
ḧukmîda bo qetłî mensûrNava taybet ḧakim û sułtanî ’eşq
şemsî tebrêzî ke sûta kirdye kohî zuxał
piłpiłey xwên kewte cergî bulbulî xoşxiwanî ’eşq
çen cwanî cwanemerg kird, çen hezar şah û geda
derdî bê derman û da’î bê ser û samanî ’eşq
’alemî xistote hohoy kořî zîkirî xoyewe
şêxekey bermał beşan û qutbekey řebbanî ’eşq
nek hemûy ’eşqî xwa bê, eẍlebî ’eşqî tire
bulbul û guł, leyl û mecnûn, ẍewsekey geylanî ’eşq
eḧmedNasnava edebîyiş pirşingî berkewt bû be ’ebid û çakirî
newnemamî taze xełfe ta ebê qurbanî ’eşq