berz û biłinde hênde derecey xakekey weten

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1284 Dîtin
berz û biłinde hênde derecey xakekey weten
hêşta beharî ême nehat, sewz nebû çemen
çwarla behare, bezme, seday saz û zîleye
lay ême her şeste, ser be kiławe û řehêłeye
nîsan beharî êmeye wa çaweřêyn ke bê
her qetreyekî gewhere terzey legeł nebê
zistan gelêk bezuqim û heła bû emanewê
padaşî ew hełaye beharêkî derkewê
her goşeyekî xakî weten bête gułşenê
hewrî behar bigrî, çemen şad bê, pêbkenê
ser her çiłêk gułê, be newayekî bilbilê
bezmêkî cem bê, bade wekû kanî hełqułê
her bêşeyekî piř le hejîr û şêr
bo řojî îḧtyacî weten canfîda û dilêr
mijdey beharî pêye şikofey nîhalî guł
wek ayetî jyanewe umêd eda be dił
emşew gułî umêdî wetenman epşikiwê
mîllet umêdeware be zanistî pêş kewê
zansitye piley wiłat biłind eka
zansitye ke ême binasêt be ewrupa
zansitye zor benirxe umêdî atîye
em îḧtifale fe’le řû le hatîye
tofîqî ḧeq bête řefîqman lem îşeda
wa dest le dest, hełbete xwa qwetîş eda