ewîn û wefa û diłsozî û peyman

Li pirtûka:
Şîr û Helwêst
Berhema:
Mela Elî (1953-1979)
 1 Xulek  1121 Dîtin
ewîn û wefa û diłsozî û peyman
legeł xom ewa hemûm le goř nan
çawerwanîşim zor beřê kirdin
hezaran xozgem legeł xom mirdin
lêm win bûn şî’ir û wêne û yadgar
wek xomyan lê hat be dedsitî řojgar
ewey le paşî xom be cê mawin
çend kasêtêkî tomar kirawin
«mamlêKes û şaruxîKes û zîrekKes û dîlanKes»
êsta bîstinyan men’e le dîlan
wefa daryanim îstaş le zîndan,
xozge le paş xom be «eḧmed» edran