řaz

Li pirtûka:
Şîr û Helwêst
Berhema:
Mela Elî (1953-1979)
 1 Xulek  1342 Dîtin
êsta umêdim hênde lawaze
natwanim biłêm : emênim taze
mirdûm û nanî zînduwan exom
taze natbînim, azîzekey xom
dwê şew le xewma, dûr bê le bałat
lêt nizîk ebûm ta maç kem gonat
ełên le xewda kesêkî zîndû
hełsê û danîşê le gełya mirdû
nîşaney sere mergî lê dyare
boye le mergit tirsam emcare
meger her be xew tom maç kirdibê
destim bo sîne û memkit birdibê
be tasewe bûm bitgirme baweş,
nemdî, wa emirim, paşî min to xoş
min tom leber xom xoş newîstuwe
kesîş em «řaz»ey lêm nebîstuwe
êstaş em řaze ke edirkênim
wîjdanî matî xome eydiwênim