çen cwanî beřû cwantirî bexû

sozî pîrî
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  618 Dîtin
çen cwanî beřû cwantirî bexû
her toy lelay min, lencey lêhatû
bełam be min çî pîrî des lerzîn
řê nada carêk bigate dawên
înca bo ewey tasem bişkê lêt
takû bizanî min çîm û to kêyt
etřazênmewe wek bûkî taze
řazandineweyek bebê endaze
le tîşkî xorî zêřînî beyan
bot dekem bergêk serta be daman
ke tyaya dyar bê cwanîy leş û lar
çon dayřiştuwe destî kirdigar
le heme çeşnê gułî řengawřeng
bot dekem tacêk tacêkî qeşeng
bot dekem bałêk le hewrî behar
wek bałî perî sipî û řewneqdar
bot dehonmewe be firmêskî sûr
gerdaneyek bo gerdenî bilûr
řûpoş le cwanî pelkezêřîne
ke zerd û sûr û zerd û nexşîne
lejêr peçeda ew řuwe cwane
wek mangî çwarde bida xermane
înca etxeme naw çwarçêwey dił
ew diłey piře le ’eşqî bekuł
bo ewey wek bit, xom bitperestim
heta hetaye be gyan û hestim
bot dełêm şî’rî piř awazî xoş
ke hemû hestit bihênête coş
bot dełêm neẍmey piř sozî ewîn
ke wa hełqułê le diłey ẍemgîn
pêşkeşt dekem şîrîntir le gyan
ewendeş mawme temen le jyan
bełkû bête coş diłit řûm têkey
bixeyte gyanim muçřikî oxey
xobêy û bimdeytê maçê le gerdin
eykem be têşû bo řêgey mirdin