çe tedbîr ey musułmanan serapa ẍerqî xwênawim

sikałayek
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  460 Dîtin
çe tedbîr ey musułmanan serapa ẍerqî xwênawim
ełêy terzey beharane eřêjî eşkî sûr çawim
be dû şit cwanemergim yek nebûnî kes be kes bînim
duwem kujrawî şoxêkim ke dił piř derd û zûxawim
wesîyet bê ewa emirim meken hîç şîn û zarî bom
bełam zor bêkesim yaran tû bî xwa win meken nawim
meden hîç ezyet û cewrê cilî xom kifnime besme
dexîl memşon leşim zame be xwênî dił ke şorawim
lecêy sêřoje û xêrim biłên bew qatîlem bełkû
be lay tabûtma biřwa biłê yek beste bo bawim
bibestin mûyekî zułfî be engustî şehadetman
le meḧşerda ta bizanin be naḧeq min ke kujrawim...
lebatî xetim û şewcum’e biřêjin xakî ber řêgey
be dewrî qebirma takû bizanim min ke her mawim
xudaye sa ’efum key toş be ḧeqî xoşewîstî xot
şehîdêkim şehîdî ’eşq wekû perwane sûtawim
le te’rîxî hezar û sêsed û çilî hîcrî
heta emřoje wa emirim şerîkî qehir û zûxawim
be girye û nałe û şîn be hawar û be quřpêwan
ewa řûm kirde dîwanit muḧemmed eḧmedNasnava edebîe nawim