hunermend pêwîste le řołî xoyda bitwêtewe

le maksîm gorgîyewe bo konistantîn sitanîlavsikî
Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 13 Xulek  707 Dîtin

hunermend kesêke ke bizanê çon ew şitaney zeynî xoy werîgirtûn bekarbihênê, lenaw ’unsure hawbeşekanda ke pêwendyan be tewawî xełkewe heye, «’inasrî muzu’îFarsî» bidozêtewe le şikił û fořmêkî şayanda bîyan nwênê.

zorbey xełk natwanin zeynîyekanî xoyan be çakî derbiřn.

her katê byanewê ewey hestyan pêkirduwe be çeşnêkî řûnak û wird pîşan biden, le jêst û fořme qerardirawekanî wekû: wişekan, wênekan û ew bizûtnewaney kesanî dîke bekaryan hênawin, kełk werdegirin.

yanî lew kirdeweda we şwên ew şite qerardirawane û ew řê û şwên û akarane dekewn ke bawin û le layen giştewe qibûł kirawin, we hestekan û fam kirawekanî xoyan be ber leşî kesanî tirda dekewn û, temaşaker le wicûdî ařtîst û hunerkarda kesêkî dîke debînê.

min lew biřwayedam her însanêk siruştî hunerkarî le wicûdî xoyda heye û, eger be çakî hestekan û famkirawekanî xoy serinc bida û xerîkyan bibê, ew siruşte le wicûdî ewda perwerde debê.

însan erkî xonasîn, dozînewey hełwêstî zeynî xoy le ḧast jyan, nasînî xełk, famkirdinî waq’îyetekan û nwandinyan lew fořmaneda ke xułqawî ewn, we ew beyaney ke hî xoyetî hemîşe le wize û twanada heye.

were bo nimûne pyaw û pênc jinî ’adetî bihêne ber çawî xot legeł demebestî perwerdenekirawî siruştî hunerî, de hełwîstî cyawaz le ḧast jyan, de teswîrî lêł le meseley dyarî û taybetî, we tenanet de bîruřay cyawaz berew řû debê. her kamêk lem pênc pyawe le barey jinî diłxiwazî xoy bîruřayekî be tewawetî şexsî û taybetî heye. herkamêkîş lew jinane lemeř pyawî diłxiwazî xoy awatêkî cyawazî heye.

yekê lem pênc pyawe lay waye jinêkî leçer û řijd, jinêkî małdarî kere û xawenî ’eqłî jyane. pyawî duwem le jinêkî awa bêzare, pyawî sêyem ew jine be çareřeş û nařesene dadenê, pyawî çwarem be gepcařî dezanê, axrekey pyawî pêncem wekû «polyoşkîna» y temaşa deka û her bew coreş berełłay deka. ewî pêncem bênirxtirîn însane.

her bem core jinanîş awat û arezûy cyawazyan heye. yekêk le dinyay xeyałî xoyda qumarî ’îşq û diłdarî be «miqdisFarsî» êk dedořênê û hêz û twanay řoḧîy ew têkdeşkênê. yekî tir kesêkî kem nirxî xoş dewê û be ’îşqî xoy deygeyenête şanazî û serberzî, ewî sêyem bîr lewe dekatewe ke tebî’et gałtey bew kirduwe wa le qałbî jinda xułqandûyetî, leber ewe xoşî le hîç nayet, çunke beẍîlî be azadî pyawan deba. ewî çwarem tenya ḧez lewe deka ke hawserêk û daykêk bê, ew hestî însananey qûłî le ḧast em erke heye bełam leber hêndê şit natwanê bigate em amance. ewî pêncem jyanî beher corê bête pêşewe qubûłe, be bê hîç çaweřwanîyekî taybetî. herkatê azarî yekê le nizîkanî xoy deda, be řastî serî suřdemênê ke çon şitêkî away le dest qewmawe?

her kamêk lem de însane le jyanî xoyda gelêk kesî dîwe: galîskelêxuř, meẍazedar, aktor. we le mêşkî her kamêkîşyanda, řenge bê aga wêneyekî lêł lem kesane û lem «tîpane» cêgîr bûbê, wêneyek le taybetîyekanî galîskelêxuř, aktor, meẍazedar, û dayk – bełam wêney herkamêk le taqim û tîpekanî nawbiraw debê ewende řoşin û řûnak bê ke wêney her taqim û tîpêk lewanî dîke cyawaz û dyarî bê, be corêkî wa ke însan bitwanê tenya be serinicdanî ew wêneye, taqmekey lemeř ew naw bibat û taybetîyekanî ew bihênête berçawî.

le beramber toda de kes hen, tewaw bew core ke to detewê ewan bibînî, tewaw bew core ke ewan xoyan û yektir debînin, we tewaw bew core ke ewan ḧezdeken xoyan bibînin.

axrekey to de kesî xo xwazit le beramberdaye – xoxwaz, çunke her kamêkyan ḧez deka le jyanda ewende bilwê kesêkî giring û nasraw bê.

to em pirsyarey xwarewe legeł yekêkyan bihêne gorê:

«řay to le barey jinêkî mîhreban ke hemû însanêk, her corê ke hen, be řołey xoy dezanê, çîye?» le yekêkî tir bipirse:

«řay xoy le barey pyawêk, kewa bîr dekatewe, jyan leser em goy zewîye be řastî pîs û têkeł be çepełîye, le jyan bêzarîşe û deştirsê, be xuda û jyanî paş mergîş biřway heye derbiře».

lêreda to dû wêne û teswîrit le beramberda heye: pyawêk ke şeq le jyan heł deda û, jinêk ke xoy be xanmî cîhan dezanê. aşkiraye, le nêwan eweda ke zînduwe û bekare, legeł ewey ke mirduwe û wêstawe tezad û dijayetî heye.

wêne û teswîrêkî dîke bixułqêne le jinêkî xoş řabwêrê «wekû don jwan» ke be bê lêkołînewey cînsî û bê bîr kirdinewe le dozînewey pyawanî diłxiwaz, hewł dedat tûşî her pyawêk bê řaykêşê bo lay xoy.

be xułqandinî em sê «şixsîtFarsî» û kese, ya be zimanî tî’atrî, be bûnî em sê nexiş û řołe , o nek tenya maddey pêwîst bo xułqandinî nwandin nameyek leberdestida heye, bełkû pêwîst bûnîşî hest dekey. em nexşane le beramber yektirda dabnê û biřwane çon desbecê dest be yarî – be jyan – deken.

jinî duwem xerîkî kełkełey pyawî muqeddes debê. jinî heweł meydanî sereřoyî hîç kes nadat. pyawî muqeddes řenge bo lay jinî heweł řakêşrê û, jinî duwem «xoş řabwêr» ewe tûşî sersuřman bika, lewaneye maweyek le nêwan ew dwaneda wekû bandoł bilerêtewe, lewaneşe twana û destełatî jinî heweł dîl û esîrî kat û paşan jinî duwem bîřfênê. beher core xudî jyan tołe lew pyawe muqeddese destênê, kewa ḧez le jyan naka. eme nerîtî ebedî jyane le hemû şwên û cêgayek. karman be zahîdan û muqeddesanî gewre nîye ke jyanyan be çeşnêkî dîkeye.

êsta were destî çend «şexsîyet» ya nexiş û řołî dîkeş bikêşe naw şanowe.:

be aktorî çwarem biłê:

«taybetîyekan û kirdewey kesêkî ḧol û pirte û bołe binwêne».

ew, le nexşî biray jine xoş řabwêrekeda, ya ’aşiqî jinekey hewełda bixere yarî – diram, zîndûtre û gułî pêçrawetir debê.

be aktorî pêncem biłê:

«le beramber pyawe muqeddesekeda le nexşî însanêkî şad û ’aşiqî jyanda were meydan».

bewî şeşem biłê: «nexşî pyawêk yarî bike ke çarenûs keneftî kirdû, nahumêde, bełam hemîşe le pał xoyda hest be řazî bûn deka û hergîz, kes tawanbar û berpirsî çareřeşî xoy nazanê».

bewî ḧewtim biłê: «nexşî kiçêk yarî bike ke be awatî be dayk bûn û pêkewenanî jyanêkî hêdî û hêmnî xêzanîyewe, le qujbinêkî kilaw çepekî dinya. we wa dyare le cîhanî xeyałda lay waye le cêgayanî taze û asoy nwêda detwanê jyanêkî zor sade û cwan pêkewe binê». heştemîn, noyemîn, dehemîn û axrekey çendemîn hunerkar be nexiş û řołî cyacyawe bihêne ser şano we çend nexşî fer’îş leher cêgayek ke şexsîyetî řołekanî be çakî nexşe kêşrabê, têheł’engûtnî ewan qet’îye.

bo nimûne pyawî muqeddes ke şeqî le jyan hełdawe, kutupiř hawar deka: «jin makey tewawî çepełîyekanî jyane. çunke ew, le pênawî lezetxiwazîda zawzû deka û debête hoy xułqandin û dirêjekêşanî jyan». desbecê ew pyawey ke ’aşiqî jyane be sersuřmawî deneřênê ta nîşan bidat ke ew qiseye hełeye. ewanî tirîş ekewne xo, wełamî ew pyawe muqeddese bidenewe. axrekey em dû řaye, ya baştir biłêyn em dû meyl û ḧezkirdine têkhełde’engiwên, we eme nûçke û lûtkey pêys û nwandin namekey toye. em komêdîye delwê bigořê bełam řûn û dyare ke eme pêwendî be çeşnî berfrawankirdnî hoyekanewe heye le تۆێی becêgeyandin û dirêjedanî yarîyekanda. nabê lebîr biçî ke le barêkî awada aktor û yarîker tenya xułqênerî pêys û nwandin namekeşe. hem xułqênerî řoł û hem mudafî’î tewawî şexsîyet – ew tewawetîyey lejêr te’sîrî ew şexsîyetane û ew řołaneda ke be amancî muxalîfewe kewtûnete beramber ew, lewaneye bipsê.

êsta eme toy ke bizûtnewey nwandin nameke řênwênî dekey. tewaw bew corey ke «mulêr» le zemanî xoyda kirdî. yanî wekû xoy nûsîwyetî: le katî meşqkirdnî nwandin nameyekda, be pêy têgeyştinî aktor û yarîkerekan lew şexsîyetaney nwandin namenûs nasandûnî, gelê car nwandin namekey nextê degořê. to le her cêgayek wituwêjekan dirêjin kurtyan dekeyewe, her kamêk le yarîyekan xaw û beşêneyîn deyanxeye bizûtin û cimucoł. we kenar şanowe baştir le yarîkerekan detwanî bibînî ke fiłan aktor bo ew řołe deşê ke girtûyete estoy yan na, ya dwîn û axawtinekey hî xoyetî ya lasayî kirdineweye? aktor û hunerekan çi jin û çi pyaw, pêwîste le nexiş û řołî xoyda nuqim bêt û bitwêtewe ta bitwanê le derbiřînî hestekan û pîşandanî ḧałetekanda serkewê. le katî heł’engûtnî şexsîyetekanî... nwandin name û arezuwekan û mebestekanî ewanda, debê tewawî qise û base zyadîyekan derhawêjrên. mebestêkî bineřetîy dîke emeye ke debê ḧezkirdinî hunerkar û aktor be řołî diłxiwazî xoy le berçaw bigîrê. her hunerkarêk hewł deda ke řołî xoy be baştirîn çeşnê ke boy delwê yarî bika, û be nwandinî tîpêk ke zortir lêy şarezaye, şano dagîrka û direwşanewey řołekanî tir bixate jêr tîşkî xoy. sebaret beme hunerkar debê le qubûłkirdinî nexiş û řołekanda derfetî hełbijardinî bibê. herweha debê be tewawetî ewe leber çaw bigîrê ke edebyatî zał «misilit» hurûjim nekate ser karî zîndûy hunerkar. yanî hewł neda û şew witey qerardirawî ’adetî le nwandin nameke zyad bika, çunke lewaneye temaşaker, axawtin û ḧałetî ewanî gelê car leser şanokanî tî’atir dîbê û serinc dabê. em core karaney hunerkar řenge be tewawetî bê agayane bê. leber ewe nabê leweda bibê ke zyanyan heye, çunke tazeyî nwandin name defewtênê.

her bew core ke wituwêjî şexsîyetekanî nwandin name dyarî dekirê û dexrête ser kaẍez, qałbî nwandinekeş, şano be şano řêk dexrê. detwanrê řazandinewey edbîy nwandin nameke be nûserêkî pîşeyî bispêrdirê. bełam lem bareda le twanada heye pêşî ḧez kirdinî ew bo geyştin be «ewpeřî kemałî edebî» bigîrê, çunke wituwêjekan û sitîlî nwandin nameke le çeşin û şêwey ’adetî derdeka.

bo nimûne:

êwareyekî zistan, çend kes le hodeyek danîştibûn û çaweřwanî kesêkin. delwê ew kesey çaweřwanî dekirê bawik ya xizmêk bê ke le dadgay nawçe le jêr muḧakmedaye û, be her cor xoşewîstêkî ew xêzaneye. em kesane her lew kateda ke dezanin tawaneke ew kirdûyetî, be bê gunahî dezanin.

wituwêjî ewan detwanê zor cêgay serinc bê. xełk hewł deden şitêk be xoyan biselmênin ke hergîz şayanî qubûł kirdin nîye. dyare emeş delwê ke ewan beřastî wa xeyał biken ke tawanbar kirawe ke bêgunahe. aşkiraşe ke eme lêkdaneweyekî dîkeye. lem bareda delwê ew kesane be baskirdinî eme ke řenge ew bêtawane ḧukim bidrê yektir tûşî tirs û xof biken. însanêk detwanê nîşanderî ḧałetî corbecorî damawî û serlêşêwawî bê. leber eme detwanrê le bîçmî em taqmeda gelê ḧałet serinc bidrê. bełam lem kateda derga dekirêtewe û pyawe tawanbarkiraweke, pakane kirawe û şad û diłxoş dête jûrewe. derdekewê ke ew beřastî bêtawan buwe û, be pêçewaney têbînî hemuwan, tawaneke xizmêkî dewłemend kirdûye ke hemuwan layan wabû be dyarî û sewqatêkî zorewe dêtewe. berubûy em řewte, řûnkirdinewey hełey ew kesanew lenawbirdinî nextê tirsîş! debê.

detwanrê dîsan meseley sadetir bihênrête ser şano. hêndê daxwaz bigre berçaw ke deyanewê le taqîkirdinewey fêrgey hunerî tî’atirda hawbeşî biken. lêreda detwanrê diramî řasteqîne û, legeł eweyşda şanoyekî zor şayanî temaşaş serinc bidrê. ew kesane danîştûn û, le katêkda ke qise deken hewłî eweyane ke şiłejanî derûnî xoyan bişarnewe. taqmêk be çeşnêkî zor şayanî pêkenîn le xoyan diłnyan. dyare emane kesanêkî lêhatû nîn. bełam be lay taqmêkî dîkewe, em taqîkiraneweye, meseley merg û jyane, emane yek le dway yek deçne salonî taqîkiranewe û dênewe. qîneberî, şadî, ḧezkirdin, beẍîlî û axrekey ke her core hest û meylêk detwanrê le şanoyekî kurt û biçûkda le bîçmî ewanda bibînrê.

legeł em nameyeda, min gełałey komîdîyek le jyanî řojaney xełkitan bo denêrim.

«m. gorgî»