hewşar û ḧeşarge

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 8 Xulek  1733 Dîtin

em řojane kitêbulkeyekim le kořî zanyarî kurdewe pêgeyşit be nawî «berew řasteşeqamî axawtinî kurdî» ke «mes’ûd muḧemmedKes» le wełamî «muḧemmed emîn hewramîKes» da be nawî «kurd watenî» nûsîwyetî. min le basekey ewanda xotêhełnaqutênim, tenya ewende be xomda depermûm ke biłêm baskirdin û lêkołînewey meseleke û mebestî zanyarî edebî û hunerî, beş be ḧałî xoy, karêkî pêwîst û becê û benirxe eger leserxo û be mendî û legeł řêzgirtin le bîruřay yektir û be mebestî řûnkirdinewey řastî û dirustî bê. bełam ke hat û tews û twanc hawîştin û pilartêgirtinî têkeł bû debêzrê û le nerîtî bas û lêkołînewe derdeçê û kełkî pêwe namênê. lêreda le beserhatî dû wişey «hewşar» û «ḧeşarge»- ke hatûnete naw- nextê dedwêm, beşkim le řadey twanada yarmetîyekî biçûk bê bo řûnkirdineweyan.

1. hewşar: be parçeyek le kurdistanî êranCih dełên ke nêwan nawçey «feyzułłabegî» û «tîlekoCih» û «bîcarCih» da hełkewtuwe. xełkekey kurdin, bełam derebegekanî turkî «efşar» bûn. turkî efşar êlêk bûn le řojhełatî êran lay şîraz û dirawsêy êlî turkî qacar bûn. «nadirşay efşar», şay pêş zendîyekan le êran serokî êlî efşar buwe. wa dyare bapîre gewrey derebegekanî hewşar lew êle noker û kerbedestî nadirşa buwe û ew emî nardote ser ew nawçeye. paşan em kabraye weçey lêkewtuwetewe û bûnete xawen mułkî ew nawe û nawçeke be nawî ewanewe nawnirawe. nawnanî cêgeyek û nawçeyek benawî kesêk ya êlêk bawbuwe û le gelê cê eme hebuwe wek nawçey «mukirî» ke «mukiryan» yişî pê dełên, benawî «seyfeddînî kuřî budax sułtan» ewe nawnirawe. seyfeddîn pyawêkî zorzan û betegbîruřa buwe, leber ewe be «mukirî- fêłbaz» nawbangî derkirdewwe. paşan «mukirî» be nextê gořan buwete «mukirî» û buwete nawçekey jêr desełatî ew û weçey ew. ya le wextî xoyda be nawçey suleymanî êsta gutrawe nawçey «baban». wişey «efşar» wişeyekî farsîye be manay guşîne, guşînî şitêk be çeşnêkî wa awî lê biçořêtewe. bemanay yarîdeder û hevał û şerîkîş hatuwe nawî tîreyekîşe le turkan. be boney baskirdinî «hewşar» ewe detwanîn karesatêk le mêjûy nizîkî xełkî ewê bigêřînewe. herçend karesatêkî dizêwîşe, bełam řasteqîney mêjû- çak bê ya xirap- nabê bişardirêtewe. karesatekeş eweye ke le şořşekey simayl aẍa «simkoKes» da swarey «şikak» geyştine ew nawçeye û xełkî ewêyan tałan kird. xełkeke diłişkaw bûn û le bira kurdekanyan tekînewew pitir le dewrî derebege turkekan kobûnewe, bełam le serdimî «mehaba» da pyawane hatne řêz û le xebatda hawbeşyan kird. demênêtewe eme ke «efşar» çon bowete «hewşar». be pêy destûrî pîtegořgê «alabdalErebî» le zimane êranîyekanda her le ئاێستاییەûە bigre pehlewî û derîy kon û kurdî «e» buwete «he» wekû le «enar» da buwete «henar» «f» yiş buwete «û» wekû le «befir» da ke le erdełan û cafetî û şarezûrda buwete «bewr». axrekey «efşar» yiş buwete «hewşar». xełkî hewşar zorbeyan meřdarin û segî řesen û diřyan heye bo paskirdinî řan. leber ewe segî hawşar benawbange. herweha qałîy çak û meřî qełewî ewê le bazařî şarekanî ew nawçeyeda nawbangî heye. kangay zeřnîxîşî lêye. behercor «efşar» le kurdîda wekû şikłî gořawe û buwete «hewşar» manakeşî gořawe û buwete nawî ew nawçeye û hîçî tir nageyenêt.

2. ḧeşarge: le dû kertî «ḧeşar + ge» pêkhatuwe. manay «ge» dyare. «ḧeşar» yiş le řîşey «şir» mesderekey «şirdin». ke nemawe. be qirtandinî «n» û gořînî «di» be «t»- be destûrî pîte gořgê- buwe be «şirit» ke tenya «şir- û girim» da mawetewe. melay cizîrîKes dełê:

xun ji dil co curewan tê
wek ’eqîq û erxewan tê

«a» yek le nêwan «ş» û «r» y «şird» da zyadkirawe, bûte «şard». emeş be destûrêkî řêzmanîye. le zimanî derîy konda bo têpeřkirdin ya dûbare têpeřkirdinî fî’il «a» yekyan le pêş pîtî axrîda hênawe. bo nimûne «bergeşt» yan kirduwete «bergaşt». em destûre le kurdîşda heye wekû «bûrd» û «buward». emcar «di» e keşyan qirtanduwe û «e» yekyan le pêşewe hênawe buwete «eşar», emeş le derîy konda hebuwe, bo nimûne «şeynid, firaşt, şitamin» ke «e» yan xistuwete pêşewe bûnete «neşnîd, efraş, eştamin». êsta eme le farsîda nemawe, bełam le kurdîda mawe, wekû «ziman» ke le hêndê cê dełên «ezman», ya «sipê» y- nawçey erdełan- ke ême dełêyn «espê». herweha «nardin» yiş debête «enardin» û «nar» buwete «enar». basî em «e» yey pêşewe zor dirêje û lêreda cêy nabêtewe. paşan «e» y «eşar» gořawe be «h»- emîş be destûrê pîte gořkê- û «eşar» buwete «heşar» wekû «enardin» buwete «henardin» û «enar» buwete «henar». dîsan her bew destûrey kutan «h» yiş gořawe be «ḧ» û axrekey «heşar» buwete «ḧeşar». nimûneyekî dîkey gořanî «h» be «ḧ» eweye ke melay cizîrî dełê:

’alem ḧemî pê bin ḧesed
însan û cînin û canewer

«ḧemî» le «hemî» û emîş le «hemû» ewe hatuwe, «eşar» be barêkî dîkeşda gořanî beserda hatuwe. le badînanîda «e» buwete «ve» û «a» y nêwan «ş» û «r» yiş buwete «y» û bem core «eşar» buwete «veşêr» wek melay cizîrî dełê:

çendekî taqet didêrim
bim ẍubar be dirê veşêrim

le beşêkî mukiryan û lem dîwîş le nawçey hewlêrCih «v» buwete «û» û «weşêrim» dełên: awaye beserhatî em dû wişeye ke yekemyan farsîye û kirawe be kurdî û duwemyan kurdîye û pêwendîyan be yekewe nîye. «ḧeşar» be xoy û be řîşe hajoyewe ke yekêkyan «ḧeşarge» ye bemanay heraw berfirawanî heye. eger bêt û waşî danenêyn û biłêyn taybetîye bo şitêk, dîsan zor be asanî detwanîn tetewrî pê bikeyn û be berfirawanî bekarî bihênîn çunke manay hêndê wişegelê tetewrî jyan degořê û berfirawan debê wekû wişey «hoł» ke le mukiryan û nawçey «seqizCih» be aẍeł yanî cêgay meř û bizin dełên. em wişeye wa dyare wişeyekî aryayî zor kone çunke Hall le zimanî îngilîsîşda heye ke yekêke le zimane aryayyekan. le kurdîda tetewrî nekirduwe û bemanakey xoy mawetewe, bełam lew zimaneda tetewrî kirduwe û êsta bemanay «sałon» ya hodeyekî gewreye le xanûda û bem mana tazeyewe hatuwetewe bo ême û êsta ême wa be karî dênîn. her bem manaye bełam legeł gořanî «h» be «x» kewtuwete naw hêndê zimanî siłavyanîşewe, min le qamûsêkî bulgaryayda tûşî em wişeye hatûm. ewaney le zimanî îngilîsî û řîşey wişekanî em zimane şarezan detwanin lem wişeye bikołnewe û řûnî kenewe daxo em berawridkirdine diruste ya ne? ya le zimanî ’eřebîda wişey «ḧeqil» ke le bêxda bemanay kêłge û şînawerde, ewa êsta manakey berfirawan buwe û le basî abûrî û syasî û şitî waşda bekarî dehênin. pêwîste eweş webîr bixeynewe ke berfirawan kirdinî manay wişe destûr û řê û şwênî taybetî xoy heye û kesanî lêzan detwanin be pêy ew destûre, bew çeşne, wişe bekar bênin, egîna cêy xoy nagrê û be hełe derdeçê.