gořanî pîtekan be yektir, cêgořkêy pîtekan û swan û têkşikanî wişekan be hoy ew ału gořaney beser pîtekanda dê
mamosta mes’ûd muḧemmed le kitêbî.. çend ḧeşargeyekî řêzmanî kurdîda, «lapeřey 94» îşarey bo mebestêkî giringî dîkey zimanewanî kirduwe ke birîtîye le gořanî «lamî qełew» be «řêy nask» le şêwey axawtinî koyê û beşêkî zorî soranda. dway lêkołînewe û be şwênda geřan bom derkewt ke eme beşêke le basêkî dirêjî zimanewanî ke birîtîye le gořanî pîtekan be yektir. le zimanî ’eřebîda beme dełên «abdalErebî». gořanî pîtekan be yektir, ya «abdalErebî», yekêke le qanunekanî «titurErebî» û pêgeyştinî her zimanêk. cige leme dû qa’îdey dîkeş hen ke ewanîş pêwendîyan be wezi’ û ḧałî pîtekanewe heye û, birîtîn le: «qilbErebî- cêgořkêy pîtekan» û «tisḧîfErebî- swan û têkşikanî wişekan behoy gořan û kem û zyadkiranî pîtekanewe». her neteweyek, bełku xawenanî her «lehce» yek be boney aw û hewa û cêga û çeşnî jyan û karubarî xoyanewe, masulkekanî dem û ziman û geruyan gořawe û degořê. eme karî tebî’ete. sebaret beme û be hêndê hoy nihênî dîke, le «mixircErebî» y pîtekan û awaz û dengî her neteweyekda xasyet û taybetyekî wa peyda debê ke legeł hî neteweyekî dîke cyawaze. leber em hoyane řegez û netewe cyawazekanî dinya «mixircErebî» y taybetî xoyan heye. wekû dezanîn «mixircErebî» y: ḧ, s, z, t, z, ’, we be witeyêk q, le řojgaranî konewe le zimanî farsîda nebuwe. we «mixircErebî» y: p, çi, ji, g, s le ’eřebîda nebuwe. gelê pît le zimane urupayyekanî emřoda nîye. «mixirc» y lam le zimanî japonîda nîye û le farsî kon û «ewêsta» şida nebuwe ». karman bewe nîye ke eme hetahetaye herwa debê û neteweyek ya xawenanî «lehce» yek hîç katê natwanin ew pîtaney nyane biłên, yan na? «çunke bûn ya nebûnî pîtêk sebaret be bûn ya nebûnî «mixirc» y ew pîteye. «mixirc» yiş le řahatnî masûlkey dem û ziman û geru bewlawe hîçî dîke nîye. masûlkey dem û zimanîş be têpeřbûnî dûr û dirêjî řojgar û gořanî wez’î jyan detwanê be gutnî ew pîtaneş ke nîyetî řabêt ». ewey ke gutman wekû îşaretman kird, nek tenya le barey neteweyek bełku le barey tîre û ’eşîrekanî řegezêkîş diruste. bo nimûne û bo îşarekirdin bo mebestêkîş ke bo zimanekeman le hêndê barewe bêkełk nîye, witeyekî «behar» degêřînewe ke le barey řegezî aryayî dełê: «qewmekanî aryayî be yek car nehatûnete êranCih. deste deste û ’eşîre ’eşîre û, xêł xêł le řêge cyawazekan «qefqaz» û «meru» ewe bo dozînewey leweřge, ya řakirdin le tawî serma û le dest dujmin xakî xoyan becêhêştuwe û le mawey çend sałda berewdiwa hatunete êran..» em tîre û xêł û ’eşîretane her kamêkyan le xakî esłî xoyda behoy pêdawîstî cêgeyî û aw û hewa û ew dirawsêyanewe ke bûyetî, hêndê cyawazî le zimanîda leçaw zimanî tîreyekî tir hebû. le êranîşda leber dirawsêyetî xełkî esłî cêgakan «yanî ew xełkey pêş ewey eman bên lew cêgayane dejyan- ḧ.q» zimanî xełke esłyeke karî kirdote «lehce» y ewan. axrekey ew «lehce» cyawazaney ke êstaş nimûneyan le êran mawetewe peydabûn. em witeyey dwayî «behar» be řwałet legeł qisekey serewey yek nagrêtewe. çunke le qisekey serewey wa derdekewê, tîre û ’eşîretekanî aryayî pêş eweş ke bêne êran «lehce» y cyawazyan hebuwe. bełam wa dyare mebestî lew «lehce» yaney ke peydabûn, «lehce» kanî zimanî farsîye. nek wek hêndê kes byewê zimanî kurdî bejêr liçewe kat û be «lehce» y bijmêrî. be pêy wîjdan pêwîste biłêyn em pyawe zana û diłherawe le bîruřay dizêwî awa dûre. çunke le dawênî lapeřey «17» y kitêbekeyda denûsê: «mebestî ême le ziman «langue» ye, her katê bimanewê biłêyn fiłan ziman «dialecte» y fiłan zimane dełêyn «şaxe- lik» her katêkîş mebestiman «patais» bê dełêyn «lehce». bo nimûne zimanî derî likêk buwe le zimanî f řojhełatî êran û nawçekanî «bełx û mawra’alinhirCih» paşan bote zimanêkî serbexo û xawenî «lehce» y cyacya, wekû «lehce» kanî bixara’î û tacîkî. kurdîş herwehaye řojêk likêk buwe le zimanî madî ya zimane řoj’awayyekanî êran, we emřo zimanêkî serbexoye û luřî û piştikoyî be «lehce» kanî ew zimane dejmêrdirên». řahatnî masûlkey dem û ziman û gewr be çeşnêkî taybetî, debête hoy ewe ke xawenekanî zimanêk ya tenanet xawenekanî «lehce» yek hêndê pît ya wişeyan bo neyet û be layanewe lebar û le ziman xoş nebê. ewsa ewane be çêşkey xoyan ew pîtane ya ew wişane lebar û le ziman xoş deken ca eme be gořînî pîtekan, ya be gořînî cêgay pîtekan, ya be swandinî wişekan. «lehce» kan behoy hatuço û têkełî û axrekey nûsînewe le yektirda te’sîr deken û te’sîrîş werdegirin. ca ew wişaney ke «abdalErebî» û «qilbErebî» yan têd řûdeda eger bikewne meydanî herawî zimanewe û zorbey xełk weryangirin ewa dway gořaneke debne dû wişe. dena le nawçey xoyanda wekû şêweyekî axawtin demênnewe. eme le hemû zimanêkda tenanet le zimane pêşkewtuwekanîşda herwaye. êsta ewa berewdiwa lem sê mebeste dedwêyn:
1. gořanî pîtekan be yektir:leber ewe ke zimanî kurdî xizmayetî legeł zimane êranîyekan heye û şitî hawbeşyan le nêwanda zore, mebesteke le dûrewe dest pêdekeyn, ta řewtî mêjûyî gořanî pîtekan baştir derkewê. «behar» le kitêbekeyda «sibik şinasîFarsî» çend lîstey bo nîşandanî gořanî pîtekan le wişey ewêstayewe bo wişey pehlewî, herweha bo nîşandanî gořanî pîtekan le wişey pehlewî û derîda hênawe û nimûneşî lew wişane nîşan dawe. lêreda be pêy lîstekanî ew, gořanî ew pîtane nîşan dedeyn û, nimûney kurdî dehênîn. le wişekanî ewêstayî û pehlewî ke ew hênawnî, tenya ew wişane dehênîn ke le kurdîşda hen, ya řîşey wişeyekî kurdîn. bo gořanî her pîtêk ke nimûney le kurdîda nebê, ya baştir biłêyn min nemdozîbêtewe nîşaney pirsyar le beramberîda dadenêyn.
em base be biřway min basêkî giringe û leser řoyştinî xizmetêkî zorî zimanekeman deka. em witare tenya derga kirdineweyeke bo lêdwan û şîkirdinewey pitir. aşkiraye ke be lêkołînewey wird û leserxo řast û dirustî her mebestêk baştir řûn debêtewe û qułayyekey derdekewê.
elf gořanî pîtekan le ewêstayyewe bo pehlewî:
«elf» gořanî «a» be «x» le kurdîda?
gořanî «a» be: «h» erd- herd
êsk- hêsk
ew- hew
esp- hesp
awał- havał
asan- hasan
çaw- çehiv:
«melay cizîrî»
ay- hay:
«mewlewî»
gořanî «s»
be: «t»
be: «f»
be: «h»
gořanî «t»
be: «zal» le kurdîda?
be: «s»- dîwmetewe- dîwmeto- dîgmeso «şarezûr»
gořanî «c»
be: «çi»- cîř- çîř
be: «ji»- dirace «ewêstayî»- diraj «pehlewî»- dirêj «kurdî»
le kurdîda: cem- jem
gêc- gêj: nimûney «gêc»: «kay diłim ne gêc mewc fenada»
«mewlewîKes»
- ce- ji «bemanay le»:
«xanaKes»
«melay cizîrîKes»
«şeř ji bêkarîyê çêtre»
«komełe têksitî folkilorî piřofîsor kurdoyêf».
be: «z» le kurdîda?
gořanî «x»
be: «h» dixîw «ewêstayî»- dihîwik «pehlewî» yanî gund- dihok «kurdî».
be: «h»- xun- hun:
«dîm nałçekey dax diłe piř ce hun»
«mewlewî»
be: «h»- xeste- heste- hese: doy pałîwraw
be: «h»- xişk- hişk:
«zahdê hişk tebi’ sewdaye»
«melay cizîrî»
be: «h»- xwerd- werd:
«mewlewî»
gořanî «dal»
be: «z»- adim «ewêstayî»- az «pehlewî»- ez «kurdî»:
«melay cizîrî»
be: z- diman «ewêstayî»- ziman pehlewî- zeman kurdî.
gořanî «zal»
be: «ji»
be: «t»
be: «çi»
be: «dal»
be: «lam» le kurdîda?
gořanî «r»
be: «li»- yar «ewêstayî»- sal «pehlewî û kurdî».
yar «jahr» be manay sał. le zimanî ełmanîda mawetewe. wa dyare eme wişeyekî aryayî kone gořanî «y» be «s» yiş le cêgey xoyda dêt.
be: «li»- burî «ewêstayî»- babil «pehlewî»- bibir «derî».
be wir kurdî wekû ewêstayeke:
«tḧifey mizfirîyeNava taybet»
be: «li»- «berg»- welg:
«mewlewî»
be: «li»- «rwa»- lwa:
«mewlewî»
- qîr- qîl «mukiryan»
- qurîng- qułîng «melêke»
- mir- mel
- weram- wełam
- gêr- gêl «geşt û gêl»
- sor- suł: swêr
- bigêrî- bigêlî:
«mewlewî»
le berayî ew witareda be gêřanewe le behar gutman «mixirc» y lam le farsî kon û ewêstaşda nebuwe. eger eme le barey kurdî konîş řast bê, debê biłêyn ew lamaney le kurdîda hen «rê» bûn û gořawin be lam û, zimanî xełkekanî nîştecêy esłî pêş hatnî kurdekan bo cêgakanî em nawçeye û, xełkekanî dirawsêşyan be řewtî řojgar le peydabûnî «mixirc» y «lam» le zimanî kurdîda te’sîryan buwe. eme be têksitêkî kurdî pêş «ewêsta» ya hawzemanî «ewêsta» îspat debê ke nebîstirawe ta êsta şitêkî awa dozrabêtewe. le layekî dîkeşewe eme lew baredaye ke way danêyn zimanî kurdî likêk buwe le zimanekanî řojaway êran. bełam eger biłêyn likêk buwe le zimanî «madî», ewsa be pêy têksitêkî «madî» řûn debêtewe ke lam le zimanî madîda hebuwe, yan na? dîsan nebîstirawe şitêkî awaş dozrabêtewe. behercor, be bûn û nebûn, dwařoj debê wełamî em pirsyarane bidatewe.
gořanî «z»
be: «dal»- zim «ewêstayî»- dimîk «pehlewî»- zimîn «farsî»- zemîn «kurdî». farsî û kurdî řîşey «ewêstayî» yekeyan hênawe. řîşey «zim» wa dyare wişeyekî konî aryayye. le hêndê zimanî silavyanîşda mawe. wekû le zimanî bulgarîda dełên: «zêmya», «zêmên» yiş be manay cêga, xak. le řûsîşda be zyadkirdinî lam «zêmlya» dełên: be «dal»- zîme «ewêstayî»- dimistan «pehlewî»- zimistan «farsî»- «zistan kurdî». emîş wişeyekî konî aryayye. le řûsî û bulgarîşda dełên.«zima»«zimia». le nawçey «erdełan», «zimsan» dełên be fiřêdanî «t». le hêndê cêş «zusan» dełên.
emeyan wa dyare le řîşey «zew» wergêřawe. be manay «tuld» û bexodahatin û peregirtin. esłekey «zewwestan» buwe, swawe û bote «zusan». řenge «zistan» yiş lem řîşeye bê fiřêdanî «waw», nek le řîşey «zim».
be: «s»- yiz «ewêstayî»- yisin «pehlewî» cişinFarsî «farsî» cejin û cêjin «kurdî» gořanî «y» be «c» û «z» be «ji» lemebedwa dê. yez be zyadkirdinî «nun» le şêwe axawtinî hewşarda mawe. wek le goranîda dełên:
«ho yezin, yezin, yezin»
«ho yezin, to biden wemin»
be: «s»- zig- sik
gořanî «s»
be: «h»- dise «ewêstayî»- de «pehlewî»- de: jimare «farsî- kurdî».
be: «ş»- mîswan «ewêstayî»- himîşk «pehlewî»- himîşe «farsî»- hemîşe «kurdî», le kurdîda «hemîsan» heye, ke nizîktire le řîşey ewêstayyeke. bełam manakey nextê gořawe. yanî dûbare.
be: «ş»- sołe- şołe. nimûney «sołe»:
«çirakey małyan sułe sołyesî- şwe gulekey bołebołyesî».
«goranî»
nimûney «şołe»:
«çun şołey xurşîd řewşen byen lêm- ce ham nişînîş bed meyonerêm».
«xana»
gořanî «ş»
be: «hir»
be: «z» le kurdîda
gořanî «ẍ»
be: «z»- tîẍir «ewêstayî»- tîr «pehlewî»- tîr- tîzFarsî «farsî»- tîj «kurdî», bełam «tîẍere» man heye ke ewêstayyekeyetî. «tîẍerey pişt» yanî: «situnî fiqratFarsî»
be: «x»- çiraẍ: «ay çiraẍ, çe ax? ax pey axdarê».
«mewlewî»
mela çiraẍ ke mewlewî řûy qisey têdeka nawî dostêkî mewlewî buwe- mamosta mela kerîm lêkołînewey dîwanî mewlewî:
be: «x»- tîẍ- tîx
be: «x»- baẍ- bax
be: «x»- teẍar- texar «mukiryanî»
be: «ang»- dirẍe «ewêstayî»- diring «pehlewî»- direng- dîrFarsî «farsî»- direng «kurdî». le nawçey «erdełan» dêrîş dełên.
be:ٕ «waw»- mirẍe «ewêstayî»- miru «pehlewî»- mirẍFarsî «farsî».
le kurdîda «mir» heye wekû «mamir» be fiřêdanî «ẍe» y ewêstayyeke.
gořanî «f»
be: «p»- çive- «çipe». çipe zore degutrê. nimûney çife:
«çifey gerdin keç mergî min çêş wat».
«mewlewî»
gořanî «kaf»
be: «gaf»- kirim «ewêstayî»- girim «pehlewî û farsî»- germ «kurdî».
gořanî «t»
be: «kaf» le kurdîda?
gořanî «ang»
be: «y» winguhî «ewêstayî»- wiye «pehlewî»- be «farsî»- be «kurdî».
be: «s»- mawinge «ewêstayî»- mas «pehlewî»- ماە «farsî»- mang le kurdîda le ewêstayyeke nizîktire.
be: «h»- angir mînu «ewêstayî» ahirmin «pehlewî»- ahirmin «farsî derî» em wişeyem leber ewe hêna lem dwayyanda, le çapemenî kurdîda carubar nawî dê.
gořanî «gaf»
be: «ẍ»- tîgre «ewêstayî» tîg- tîj pehlewî- tîẍ- tîz- tîc «farsî»- tîj- tîẍ- tîx- «kurdî».
be: «ji»
be: «c»
be: «z» le kurdîda?
gořanî «h»
be: «a»- hir bizir «ewêstayî»- albirz «pehlewî»- albirzFarsî «farsî- kurdî» eme bote naw bo çyayekî taybetî. bełam le kurdîda be kej ya şitî zor biłînd dełên «hereberz».
be: «x» hur xişîte «ewêstayî»- xurşîd «pehlewî»- xurşîdFarsî «farsî» le kurdîda «xurşîd» wekû naw heye. yanî xoretaw- tîşkî řoj. lêreda qise le «hur» e ke bote «xor». bełam le şêwey hewramîda «hur» y ewêstayî mawetewe.
be: «li»- mihir guş «ewêstayî»- milkuş «pehlewî», nawî kes le kurdîda nawçey «geros», mełke naw heye.
gořanî «waw»
be: «g»- wirz «ewêstayî» girz «pehlewî»- girzFarsî «farsî»- gurz «kurdî» le kurdîda «werz» bemanay çwar yekêk le sał heye.
be: «g»- wihirk «ewêstayî»- girg «pehlewî»- girgFarsî «farsî»- gurg «kurdî».
be: «g»- pemo- pemk
be: «g»- hemû- hemg
be: «g»- bero- berg. le nawçey «erdełan» û «şarezûr» û le «cafetî» gořanî «waw» be «gaf» zore.
be: «bi»- wifir «ewêstayî»- bifir «pehlewî»- birfFarsî «farsî»- befir «kurdî».
be: «bi»- «bewr» le nawçey erdełan, gořanî «f» be «waw» leme dwa dê. «wero» hewramî be «qilb û abdalErebî».
be: «f»- cut- cifit. ḧewt- ḧefit. sêw- sêf. kêw- kêf. şutî- şiftî.
be: kewt- kefit: «daxo cedosan hem kê durkeften».
«mewlewî»
be: «f»- çewt- çefit «ye çêş bê hey çerx řa çefit keç řew» «řo nekedîwe ce bextim îmşew».
«xana»
gořanî «y»
be: «s»- yar «ewêstayî»- sal «pehlewî»- sal «farsî»- sał «kurdî».
be: «n»- xye «ewêstayî» xanêk «pehlewî»- xanî «farsî»- kanî «kurdî».
gořanî «x»
be: «k» le kurdîda heye. lemewdiwa dê.
be: «a»- pîtî «ewêstayî»- pat, pid «pehlewî»- biz, bid «farsî».
«behar» dełê: «pid- bid» edatê gewreyî û bawkayetîn.
wek «mubiz- andirizbid».
řenge wişey «peyt» y kurdî ke bemanay xêra û betwanaye, wekû dełên: le çaw şelan peyte legeł «pîtî» ewêstayî xizmayetî hebê.
be: «a»- řê- řa «řagey ḧeqîqet ce wîrit şîyen».
«mewlewî»
be: «x»- yiştî «ewêstayî»- xişt «pehlewî- farsî»- xişt «kurdî».
«bê» gořanî pîtekan le pehlewîyewe bo derî:
gořanî «a»
be: «h»- awiş «pehlewî»- huş «derî»- hoş «kurdî».
be: «h»- ajwîn- hawjîn
be: «h»- ogir- hogir.
be: «h»- amuşo- hamuşo
be: «h»- îdî- hîdî
be: «h»- îtir- hîtir.
be: «h»- way- wey: «çun welg şadî min way durî leyl».
«wey şum berd ew her newriştey sîweyl»
«mewlewî»
wey şum- bay şum. «weyşume- şexte» lemewe hatuwe.
be: «z»- ayrray «pehlewî»- zîra «derî». le kurdîda «eray» heye, yanî: bo. leber eme «eřay» kurdî le «ahî rye» y ewêstayî nizîke. nimûney «eřay»:
«kuř xas mał eřay çeşe. kuř xeraw mał eray çeşe».
«qisey nesteqî nawçey kirmaşan»
be: «ş»- mar- himar «pehlewî»- şimar «derî»- jimar «kurdî».
be: «na»- apîtak «pehlewî»- napîda «derî».
be: «x»- arişt «pehlewî»- xirişt «derî» nêzey kurt le kurdîda?
be: «’»- lal derî li’il- lal «kurdî».
«lal ce bedexşan ser medo we seng»
«nyen wêney lal le banit xoş řeng»
«xana»
«lal» be çeşnî giştî le «derî» da be manay řengî sûr buwe, paşan bote «li’il», be berdêkî benirxîş degutrê ke le çyay «bedexşan» ewe hênawyane.
be: «’»- adîya «derî»- ’yar «’eřebî».
be: «’»- kak «derî»- ki’k «’eřebî».
be: «’»- îl «miẍulî»- ’êl «kurdî»:
«ew sate zanam bextekem şeř bî»
«’êlekem hamřay ’êl segweř bî»
«mewlewî»
be: «y»- řa- řê «kurdî»: «mew tenekey çem dîdet hane řêt».
«mewlewî»
be: «y»- mizganê- mizgênî: mizgênî zor degutrê. nimûney mizganî:
«ey dił mizganî ama koç yarim»
«mewlewî»
herweha le hêndê wişeşda ke le ’eřebîyewe wergîrawin
wek: ḧisabil- ḧesêb. rikab- řikêb- řikêf, we hî tir.
bezyad kirdin- sipê- «erdełan»- espê- sipî dar- espîndar. le hêndê nawçe
- ziman- ezman «biłbas»
- nardin- enardin. paşan «a» gořawe be «he»- henardin «koye».
be fiřêdan- panak «pehlewî»- پناە «derî»- pena «kurdî»
- aswar «pehlewî»- swar «derî»- swar «kurdî»
- ewê- lewê
- ewende- lewende
gořanî «t»
be: «ê»- le kurdîda?
be: «dal»- pitak «pehlewî»- pîda «derî»- peyda «kurdî»
be: «dal»- ta- da «da be yekbare be bada ’umrî xełq»
«meḧwî»
«dal»- zirtişt «pehlewî»- zirdişt «derî»- zerdeşt «kurdî».
be: «z»
be:«z»
be: «r» le kurdîda?
be: «ẍ»- pîtam «pehlewî»- pîẍam «derî»- peyẍam- pêẍem «pêẍember», «kurdî».
be: «k»- tuxşak «pehlewî»- kuşa «derî» koşîn û koşan «kurdî» wişeyek heye le kurdîda: «tuxus» yanî tore. to biłêy lem řîşeye nebê?
be: «k»- hêşta hêjka «ew sibe bû, hêjka zû bû». têksite folkilorîyekanî piřofîsor kurdoyêf.
be: «m»
be: «n»
be: «h» le kurdîda?
be: «h»- mitir- mitrupan «pehlewî»- mihir, mihirban «derî». le kurdîşda mîhreban dekutrê.
be: «y»- pitund «pehlewî»- pîwind «derî», pêwend «kurdî».
be: «y»- pitman «pehlewî»- pîman «derî»- peyman «kurdî».
fiřêdan- dest- des: «beřûy nazewe cam gîre wedes»
«mewlewî»
kost- kos: «zahîren diłim kosiş keften»
«mewlewî»
gořanî «bi»
be: «waw»- balay: bemana berzî «pehlewî»- wala «derî»- «bała» û «wała» herdûkyan le kurdîda degutrên. «bała» be manay berzî qed û qamet. «wała» be manay berz, şitumekêkî bo bûkî dekiřn, be taybetî qumaş û parçe. dełên «wała bûk». «wałe» ş heye, bemanay espab.
wekû: «wirdewałe, asnewałe».
be: «waw»- bîr- wîr «qełay wîrim seyl huna û berdebê»
«mewlewî»
be: «waw»- kebab- kewaw: «dûy kewaw dił poşan ser herdan»
«mewlewî»
be: «waw»- bay- way: «çun welg şadî min way dûrî leyl».
«mewlewî»
be: «waw»- behar- wehar: «amawe wehar, weharî şadî»
«mewlewî»
be: «waw»- zibir- zur
be: «waw»- be- we: «gahê řû we řûy leylê endazan»
«mewlewî»
be: «waw»- ziban- zwan: «zwan kird be tîẍ cewherî folad»
«xana»
be: «p»- biçişk «tibîb», «pehlewî»- pizişk «derî»- pizîşk «le kurdîşda degutrê»
be: «ziban- ziman». be «waw» yiş ziban- zwan:
«nama be zwan demê her lał bê»
«xana»
fiřêdan- destubir «pehlewî»- distur «derî»- destur «kurdî»
gořanî «p»
be: «bi»- apîjar- «pehlewî»- bîzar «derî» bêzar «kurdî»
- ab «pehlewî»- ab «derî»- aw «kurdî»
- xwap «pehlewî»- xwab «derî»- xaw- xew «kurdî»
- tap «pehlewî»- tab «derî»- taw «kurdî»
be: «e»- kup «pehlewî»- kwe «derî»- ko «kurdî»
mebest le hênanî em çwar nimûneye nîşandanî řîşe û xizmayetî wişekane. nek gořanî pîtekan le kurdîşda. lemeş bedwa tûşî nimûney wa dêyn ke her bo em mebeste deyanhênîn.
be: «f»- pîl «pehlewî»- fîl «derî» û «kurdî»
fiřêdan- dipîwan «pehlewî»- dîwan «derî» û «kurdî»
- kirp «pehlewî»- kir «derî»- keř «kurdî»
gořanî «s»
be: «z»
be: «t» le kurdîda?
gořanî «c»
be: «ẍ»- diruc «pehlewî»- diruẍ «derî»- diro «kurdî» be fiřêdanî «c»
gořanî «çi»
be: «c»- xiraç «pehlewî»- xirac «derî»- xerac «kurdî»
- řiçyag- řiçaw «erdełan»- řicaf «kurdî sovêtî»
be: «z»- hiç «pehlewî»- az «derî»- az, min «kurdî badînanî», le soranîda: «eger zanî ezim, eger neyzanî dizim».
- ruçin «pehlewî»- ruzin «derî»- řoçne «kurdî» negořawe.
- arçanîk «pehlewî»- arzanî «derî»- herzanî «kurdî»
- roç «pehlewî»- ruz «derî»- řoj «kurdî», le nawçey «erdełan» řocyar û řoçyarîş dełên be bê gořanî «çi»
be: «ş»- kençye û kinaçe- kenîşk «erdełan û şarezûr»
- firîçk- firîşk «mukiryanî»
- biço- bişo: «firsetin erwaḧ bişo we pêşwaz»
«mewlewî»
êmeyç, êweyç, ewanîç «erdełan û hewramî», êmeyş, êweyş, ewanîş «gořan».
- çi taq- şitaq: «ew şîrane şitaq meḧmełî deştyanyan nebřî».
«tiḧfey mizfirîNava taybet»
be: «g»
be: «ẍ»
be: «y» le kurdîda?
gořanî «x»
be: «ş»- dux, duxîjk «pehlewî»- duş, duşîze «derî»- dot «kurdî- nawçey kirmaşan»
be: «h»- xor- hor
- xîn kar, bemanay xwêndikar- hîn kar «kurdî sovîtî». le nawçey «hewlêrCih» le cyatî «dexwênê» dełên «dexînê».
xwên- xon- hon:
«mewlewî»
fiřêdan- dox «pehlewî»- do «kurdî». tenya le wişey «doxewa» da mawe.
- bexiş- beş, bexşînewe- beşînewe.
be: «ẍ»- tîx «pehlewî»- tîẍ «derî». herdûkyan «kurdî» n.
- cexiz- ceẍiz
- baxeł- baẍeł
be: «f» le kurdîda?
gořanî «dal»
be: «z»- difir «pehlewî»- zibir «derî»- zibir, zor «kurdî»
dana - zana
danyal - zanist
be: «h» - zird, zirdixane «pehlewî» - zire, zirexane «derî» - zirê «kurdî»
be: «y»- adwîn «pehlewî» - ayîn «derî» - ayîn «kurdî»
adwînk «pehlewî» - a’îne «derî» - awêne «kurdî»
«dal» fiřêdraw «k» buwe be «h».
eme le şêwe axawtinî «erdełan» û «şarezûr» û «germyan» da zore. carî wa heye biřê wişe way lêhatuwe tenanet hêndê le nûseranîş boyan neçotewe ser binc û bineřetekey wek: «tyaya» y suleymanî. eme bineřetekey «têy daye» ye. «dal» buwe be «y» bote «têy yaye». paşan «şidit» řoyştuwe, bote «tyaye». «tyaya» hełeye û dirust û edebî wişeke «têy daye» ye. lewende nûsrawey min dîwme û le bîrim bê tenya mamosta mes’ûd muḧemmed dirustî nûsîwe.
nimûneyekî dîke, suleymanî: «wayem». esłekey «ewa dêm» e.
«di» bote «y» û bote «ewayêm». yekê le «y» yekan xurawe û bote «ewaym». «e» ş fiřêdrawe.
bote «waym»
fiřêdan - sirdar «pehlewî» - silar «derî» - serdar û salar «kurdî»
mijdeganî - mizganî: «ey dił mizganî ama koç yar»
«mewlewî»
bendî - benî: «xêł xaney xefet barbenîş kerden»
«mewlewî»
îdîke - îke: «îke xencer bo be qed xoya deka»
«meḧwî»
gořanî «z»
be: «c» - kize• «ewêstayî» - kiz «pehlewî» kica «yanî ca’î ke - anke - ke» - ke «kurdî».
«ke to řoyî leberçawim kurey xakî be awaçû
«ḧacî qadirKes»
wadyare le kurdîda manakey ke «zerfî mekan» e gořawe û pitir bo «zerfî zeman» bekar dêt.
be: «z» - kiza «ewêstayî» girz «derî» - gurz «kurdî»
be: «g» - tizirg «pehlewî» - tigirg «derî» - terze «kurdî»
le kurdîda «z» bote «z», «z» û «r» cêgay xoyan gořîwe û «g».
be: «h» - aspaz «ewêstayî» - سپاە «derî» - sipa «kurdî» ya «a - z» y ewêstayî, ya «h» y derî fiřêdrawe.
be: «h» - maz «ewêstayî» - ماە «derî» - wiłatî ماە - mad «kurdî»
le ’eřebîda wişey ماە giştî tir kirawe û be manay «aqlîm» - nawçe bekar birawe, wekû: «ماە albisirۀ».
be: «dal» - xwa zate «ewêstayî» - xuddad «xud’afrîdeFarsî», «derî» - xwa, xuda «kurdî». «xwa» y kurdî le wişe ewêstayyeke zor nizîke. «zat» le kurdîda be gořanê «z» be «z» mawe û, bemana taqet û cur’ete. le nawçey erdełan û şarezûr dełên: zatim nîye- zatî çû.
be: «y»- pit- biz «pehlewî»- pê «derî»- pet «kurdî». wekû «petegurîs». begşitî yanî hoy bestinewe. dełên: «petî pisandiwe» yanî gwê nadate «qîd û qîwid». «behar» dełê: «zorbey «tê» kan û «zal» ekanî pehlewî le derîda bunete «y» .. «pit» û «biz» yiş le zimanî derîda bunete «pî» .. paşan «y» y «pî» bote «h» y nedirkaw bote «pe». wirde wirde behoy «titur» y zimanewe «p» êyeke bote «bi» û bem çeşney lêhatuwe: «be» .. em «ba» ye le «ba’ care» y ’eřebî deçê» .«pey» le kurdîda heye û çend manaş degeyenê, bo nimûne:
«pey to nîşten bar sya ce lêwim»
«xana»
la, lekin:
- pêm waye: lam waye
- pêt wa nîye? belatewe wa nîye?
«pey» le hewramîda û «pê» le erdełan û şarezûr, zor bekarî dehênrê. hêndê carîş «pê» dełên. le hewramîda «perî» ş heye wek:
«ha, meken direng bawerdîş perêm»
«xana»
(...«ra» le pehlewîda «ray» buwe.. pitir bemanay «biray» derî yanî «bo» bekar hênrawe. «biray» yiş le «be» û «ray» têkxirawe le be û ray têkxirawe»).
bem pêye «perê» le «pe» pêş
ewey bibête «bi» we «ray»
têkxirawe û fiřêdrawe. we «perî» le «biray» derî kontire.
fiřêdan- azîwatkar «pehlewî»- ayadgar «derî»- yadgar «kurdî».
fiřêdan- azîwar «pehlewî»- ayar, yar «derî»- yar «kurdî»
fiřêdan- astiz «pehlewî»- ast «derî» edatî řebtî xeberîye. «behar» denûsê: [ «ast» swawî «astat» e. le zimanî pehlewîda «mazî niqlî» be fî’lî «astanin» e ke be manay wîstane ].
hêndê nimûne le têksitî pehlewî dehênê, bo ewey dirêjey nedeynê nayangêřînewe. em fî’le ẍeyrî naqsî «hist û nîst» e ke bemanay bûn û nebûne. we le hemû zimane aryayyekanda bem řîşeye heye. fî’lî «astanin» be hemû sîẍekanîyewe. le likekanî zimanî derîda bekar nehênrawe, le cyatî ewe «ast» ke nîşaney řebtî xeberîye bawe..
astim- astî- ast, astîm, astîd- astind paşmawey «astat» y qedîmin, le zimanî pehlewîda fî’lî «mi’în» bûn, paşan cêgay «zimîr» yan girtotewe . wadyare «behar» leber ewe ke lêreda le çwarçêwey berawirdî zimanekanî pehlewî derîda dedwê, dełê: «astatin» be řîşe û liq û popîyewe pehlewîye. dena «zimîrî wa ke řîşeyan deçêtewe ser «ast» y dataşraw le «astatin» meselen le zimanî bulgarşîda heye ke yekêke le zimanekanî hînd û urupayyekan, û mentîqîyekan gutenî le «cins a’im» da zimanêkî aryayye. wek be pîtî latîynî:sm, si, e- sme, ste, sa le kurdîşda «nawçey erdełan û şarezûr» heye, wek: nyesim, nyesî, nyesman, hes, hesî..
be gořanî «a» be «h» . bem pêye řîşey em «zimîrane» řenge biçêtewe ser aryayî kon. le cêgayekî dîke dełê: [ «ast» wirde wirde taşrawe û bote «’» yanî bote jêr ya «h» y nedirkaw ke le xetda denûsrê ]. bem pêye hêy «řebtî xeberî» le kurdîda wek biłêyn: «kurdistan wiłatêkî cwan-e» lem řîşeyewe her katêk pîtî axrî pêş xoşî «h» bê, «y» yek dekewête pêş «h» y key řebtî xeberîyewe, wek: «pîrot le małewe- ye». lêreşda detwanrê xeyałî ewe bikirê ke emeş edatêkî konî aryayye, çunke le zimanî bulgarîşda heye û bote «yê- e». bełam lem zimaneda edatî řebtî xeberî le nêwan «mibtida û xibir» da dehênrê. leweş naçê ewanîş emeyan le zimanî pehlewî wergirtibê.
beher cor em pêwîstî be çawgey zor û lêkołînewey pitir heye ta bigate cêgayekî pitew û be tewawetî řûn bêtewe.
gořanî «r»
be: «ş»: witirtin- witirit «pehlewî», gizşitin- gizişt «derî».
le kurdîy hewramîda «wiyerdin» û «wiyerd» heye, be gořanî «t» y yekem be «y» û «t» y duwem be «dal»:
«xanaKes»
be: «li»- arund «pehlewî», alund «derî», elwend «kurdî»
be: «li»- puhir «ewêstayî», pirit «pehlewî», pil «derî», pird «kurdî» be gořanî «t» be «dal»
be: «li»- sirdar «pehlewî», silar, salar «derî», serdar, salar «kurdî»
be: «li»- wird «pehlewî», wil, gil «derî», guł «kurdî»
be: «m»- kitar «pehlewî», kidam «derî», kam «kurdî» be fiřêdanî «t».
fiřêdan- wirhiran «pehlewî», wehran- bihram «derî», baram «kurdî».
gořanî «z»
be: «x» le kurdîda?
be: «di»- zirye «pehlewî», dirya «derî» derya «kurdî». le hêndê cêy mukiryan «delya» ş dełên.
be: «ji»- sozya, suja.
be: «ji»- qaz- qaj «.. be qaj û qułîngekanî ewełî mangî bwarî..»
«lawik û ḧeyran muḧemmedî melakerîm»
be: «ẍ» le kurdîda?
gořanî «ji»:
be: «z»- pihrîz «pehlewî», pihrîz «derî», parêz «kurdî»
be: «z»- řija, «řêza tik tik çenî hers řêza we daman»
«mewlewî»
be: «ş» sařêj- sařêş «ba her nasorbo, zu nebo sařîş»
«mewlewî»
be: «ji»- tuj «pehlewî», tur «bawkî fereydûn» «derî» «behar» le dawênî lapeřey «215» y kitêbekeyda le barey wişey «tuj» denûsê:
«hendêkyan lem biřwayedan ke «ji» le pehlewîda nîye û tewawî ew «ji» êyane debê be çi bigutrên». bem pêye «tuj» debê «tuç- Toch» bê, we eme wekû wişeyekî aryayî le zimanekanî silawyanîda bemanay tîj mawe. bem core:
«tuj- tuç»- tur «kurdî». leber tîjî wa nawnirawe. řenge «toş» yiş le «tuj» ewe hatbê. wek: «řojêkî tûşe» ya «kabrayekî tûşe», yanî tund û tîje.
be: «z»- buj «ewêstayî», biz «farsî», bizin «kurdî».
be: «z»- bij «ewêstayî», «topełemû»- «bijin- mûdar» ke le kurdîda bote «bizin».
be: «z»- haj- haz:
«mewlewî»
«aj- haj» asla bemanay «ḧirke» e. de «hajê» yanî debziwê. «ajwîn- hawjîn» yanî bizwandin û lêxuřîn. «ajîn» dway fiřêdanî «waw» yanî «carî kirdin». dełên: «aweke ajîn ke».
gořanî «s»
be: «s»
be: «x»
be: «z» le kurdîda?
gořanî «s»
be: «ş» firistik «pehlewî», firişte «derî», firîşte «kurdî», as- asyaw- aş «kurdî».
be: «ş»- syahirjur «pehlewî», şihirzur «derî», şarezûr «kurdî».
be: «ş»- surapik «pehlewî», şurabe «derî», şurabe «kurdî»
be: «h»- nigas «pehlewî» نگاە «derî» nîga «kurdî» be fiřêdanî «s» ya «h»:
«mewlewî»
agas «pehlewî» ئاگاە «derî» aga «kurdî».
wesa- weha «kurdî»
be: «s»- sitxir «pehlewî», astixirFarsî «farsî». le kurdîda? dyar nîye boçî «astixir» y be farsî danawe, çunke aşkiraye ke «mi’irb» e.
gořanî «ş»
be: «ji»- dişminFarsî «farsî»- dujmin «kurdî»
be: «ji»- dişwarFarsî «farsî», dijwar «kurdî»
be: «ji»- şimarFarsî «farsî», jimar, ejmar «kurdî»
bihawêje, dehawêjim le řîşey «hawîştin». hełdegrê esłekey «ajutin» bubê. dway «qilb», «ji» gořabê be «ş»
be: «s»- şimur «pehlewî», simur «derî», simore «kurdî»
be: «c»
fiřêdan lekurdîda?
gořanî «ẍ»
be: «a» le kurdîda?
be: «waw»- mirẍ «ewêstayî»- miru «pehlewî»- mir «kurdî»
be: «h»- mîẍ «ewêstayî», mye- me «derî», mij «kurdî» eger «mîẍ» û «mij» le řîşeyek bin be pêy ewe ke kamyan kontire «ẍ» be «ji» be «ẍ» gořawe
fiřêdan- mirẍ «ewêstayî»- mir «kurdî»
gořanî «f»
be: «bi» zifan «pehlewî», ziban «derî», le hêndê cêy kurdistan «ziban»
be: «p»- gif «pehlewî», gip «derî», le kurdîda «gef û gefîn» bemana heřeşe, «gep» bemanay gałteye.
be: «p»- firurd «pehlewî», pirurd «derî». le kurdîda perwerde û perwerdekirdin leme wergîrawe.
be: «waw»- zifan «pehlewî», zwan «kurdî- erdełan û şarezûr».
be: «waw»- bifir «pehlewî», bewr «kurdî- erdełan û şarezûr».
be:«waw»- nafe «pehlew», nwe «derî», newe «kurdî».
be: «h»- kuf «pehlewî», kwe «derî», le kurdîda «kêf» be gořanî «waw» be «y». paşan «kêw» be gořanî «f» be «waw»
gořanî «k»
be: «bi»- firasyak «pehlewî», afrasyab «derî», le kurdîda «efrasyab, efrasyaw» naw heye.
be: «çi» le kurdîda?
be: «x»- surak «pehlewî», surax «derî», surax le kurdîda heye bełam manay gořawe. le pehlewî û derîda yanî kun le kurdîda yanî asewar.
be: «x»- ajî seşak «pehlewî», ajdihay seşax «derî», ejdehak «kurdî»
be: «x»- koke, koxe
be: «x»- kenîn, xenîn «erdełan»
be:«ẍ»- rukin «pehlewî», ruẍin «derî» le kurdîda?
be: «q»- yakind «pehlewî», yaqut «derî», yaqut «kurdî»
be: «q»- kind «farsî», qind «derî, kurdî, ’eřebî»
be: «q»- kiřêj «kurdî», qiřêj kurdî badînanî»
be: «q»- tirîke, tirîfe. nimûne bo «tirîke»:
«mewlewî»
be: «q»- kułe- qułe, kepoz- qepoz, kiřukip- qiřuqip, kaře- qaře, kulên- kulêniçk- qulîniçk
gořanî «k»
be: «z»- kin «pehlewî», zin «derî», kenî «kurdî- nawçey erdełan»:
«گۆارنی nawçey seqiz»
be: «g»- nikas «pehlewî», نگاە «derî», nîga «kurdî»
be: «g»- akas «pehlewî», ئاگاە «derî», aga «kurdî»
lemewpêş «nigas» û «agas» be «g» be nimûney pehlewî hêna û êstaş be «k» yan dehênê. wadyare emane wişey dû «lehce» y pehlewîn.
be: «h» tik «pehlewî», te «derî», yanî bin- xwarewe. le kurdîda «tik» heye û «a» y xirawete pêşewe, wek: «atek». gořanî «k» be «h» le kurdîda wek: ker- her, kerwêşk, hewrîşe «hewramî»
be: «y»- muk «pehlewî»- mwî «derî»
be: «y»- rwakî «pehlewî» rwayî «derî»: řewac bûn
fiřêdan- panak «pehlewî», pena «kurdî»
fiřêdan- muk «pehlewî», mu «kurdî»
fiřêdan- nuk ruç «pehlewî», nuruz «derî», newroz «kurdî»
fiřêdan- rukin «pehlewî», řûn «kurdî»
fiřêdan- yatuk «pehlewî», cadu «derî», cadu «kurdî»
gořanî «t» be «dal» man lemewpêş gut, gořanî «y» be «c» yiş lemedwa dê.
gořanî «g»
be: «a»- gimîxi’k «pehlewî», amîxte «derî», amête, awête «kurdî»
be: «c»- gîwak «pehlewî», cay «derî», cêga «kurdî»
be: «c»- gyan «pehlewî», can «derî», gyan «kurdî»
c- gîhan «pehlewî», cîhan- cihan «derî», cîhan «kurdî»
be: «z» le kurdîda?
be: «ẍ»- tag «pehlewî», taẍ «derî», taq «mi’irb», le kurdîşda «taq» dełêyn.
be: «k»- tig «pehlewî»: «qoçî gewre»- tik, tike «derî», tege «kurdî» yanî «nêrî, sawrên»
be: «k»- derga- dereke, derk: «derkî derwazey bike awa»
«tiḧfey mizfirî»
be: «y»- agir- ayr: «ce taw ayr tenurey derûn»
«mewlewî»
fiřêdan- îgre «nawçey erdełan»- êre.
fiřêdan- kengir- kenir «suleymanî û sine û şarezûr»
gořanî «lam»
be: «r»- heł- hoł- hor: «be naxûn horkend xał cemînş»
«xana»
be: «r»- bira «pehlewî», biła be manay «ba» «kurdî»:
«biła bê, debła bê yarim le şîrîn xewda»
folkilor, yanî: babê, babê
«behar» denûsê: (.. «hezwarş» êk hebuwe bem çeşne nûsrawe: «bira» we le hemû cêyek «bê» ya bû xwêndirawetewe, bo te’kîdî fî’lî menfî ya musbete. bełam hêndê car her bem şikłe le cêgay «astisna’ û astidrak» bekar hênrawe). li 312. «bê» bemanay «bo» le kurdîda mawe, wek:
«xana»
«bira» ş le kurdîda mawe, wek:
«li ser sitřî nenê, bira teřa neçin»
«komełe têksitî folkorî piřofîsor kurdoyêf».
le hêndê cê «r» gořawe be «y» û bote «birê» û manay «timna» û arezû deda, wek: «birî be birî xuday..» folkilor. «birê» bemanay «xozge û arezû» paşan «a» y wexrawe bote «birya». «birî» bemanay «cyatî» ş hatuwe, wek: le birî min, le cyatî min. le katêkda bo astisna’ û astidrak bekar dehênrê, dway ewey bote biła nunêkî wedwa dexrê û debête biłan. le hêndê cê n yiş gořawe be m û bote biłam, gelê car bełam û bełan yiş dekutrê. wabzanim le nawçey koye beram dełên û eme le esłekey nizîktire.
gořanî m
be: n- simb pehlewî- sinb, sim derî- sim kurdî
be: n- îmcar- îmca- înca û enca nawçey suleymanî nimûney îmcar:
«xana»
gořanî n
be: m- ban pehlewî- bam derî- ban kurdî. pehlewîyekey mawetewe.
be: m- tenbeł- temeł kurdî
be: m- tenbu- tembu tembiwî darî gewre. be însanî estur dełên: gurîs be tembiwîda nayetewe.
be: m- deyn- deym: pał deym we qulley qełay qezawe
mewlewî
be «m»- fîdatîn- fîdatîm- furbanîn- furbanîm, fermanîn- fermanîm:
«xana»
be: «m»- henbane- hembane- hemane «kurdî»
fiřêdanî- le kurdîda?
gořanî «waw»
be: «bi»- wijirg «pehlewî», bizirg «derî»- buzurg, carubar le kurdîşda dekutrê.
be: «bi»- wat «pehlewî»- bad derî- «wa» û «ba», «kurdî» be fiřêdanî ≥t» û «di».
be: «bi»- wis «pehlewî»- bis «derî»- wes û bes «kurdî»
be: «bi»- wihang «pehlewî»- bihane «derî»- byanu, byang, wehang «kurdî»
be: «bi»- sêbeng «řeş» sêweng
be: «p»- wityak «pehlewî»- têda «derî», peyda «kurdî»
be: «p»- wase- pase «kurdî»:
«mewlewî»
be: «c»- yiwîtak «pehlewî»- cida «derî»- cuda, cya «kurdî»
be: «ẍ»- miru- mirwîjk «pehlewî»- mirẍ «derî» mir, mirîşk «kurdî». le kurdîda «waw» negořawe be «ẍ», fiřê dirawe.
be: «f»- kotir «pehlewî»- kiftir- kibutir «derî»- kotir «kurdî». pehlewîyekey mawetewe.
be: «g»- wizind «pehlewî»- gizind «derî»- wezend «kurdî» pehlewîyekey mawetewe.
be: «g»- wîs- wis «pehlewî»- gîs! mwî dirêj «derî». řenge «bisk» y kurdî, be gořînî waw be «bi» û zyadkirdinî «k» lemewe hatbê.
be: «g»- buwe- buge, xanu- xang, mirdu- mirdig, êwre- îgre «yanî êre» be delîlî «ewre» yanî «ewê»: nawçey erdełan. tirsaw- tirsyaw- tirsyag, hewesaw, hewsyaw- hewesyag:
«mewlewî»
be: «g»- werîs- gurîs
be: «g»- wirtan «pehlewî»- girdan «derî». le kurdîda le řîşey «wirtan» werdêne, be gořînî «t» be «dal» heye, le tîrok esturtire.
be: «f»- sute- sifte:
«mewlewî»
be: «y»- wend- yend:
«mewlewî»
be: «y»- lêławî- lêłayî. nimûney lêławî:
«mewlewî»
be: «y»- kirdiwe- kirdye, birduwe- birdye, narduwe- nardye.
fiřêdan- ayuk «pehlewî»- yik «derî»- yek «kurdî».
le kurdîda «êk» yiş heye, legeł «car» têk dexrê û debête «êkcar». «a» degořê be «h» debête «hêkcar».
fiřêdan- dipîwir- dipîwan «pehlewî»- dîbir- dîwan «derî»- dîwan «kurdî»
behar le dawênî lapeřey «220» y kitêbekeyda denûsê: (dipîwir le «dipî» be dalî bordar, we «wir» nîşaney «sifit» y têkxirawe. dipî le esłida «sumrî» ye û, «dip» be dałî bordar buwe, be bablî bote «dip» be dalî jêrdar. we be «’îlamî» bote «dibî». le siniskirîtîşda «dipî» heye. le pehlewîşda le «dipî» û «dup» hatuwe. «dipîwir» be manay nûsîn be xetî ewêstayye. we nawî em xete «dîn dipîre» ye). «pît» y kurdî bemanay «ḧirf» ya «dip» y bablî, ya le «dupî» pehlewî wergîrawe. eger le «dip- dîp» y bablî bê be «qilb» bote pîd. eger le «dup» y pehlewî bê waw bote «y» û gořawe be «dîp». we dîsan be qa’îdey «qilb» bote «pîd» gořanî dal be «t» yiş le kurdîda heye wekû: dê- tê
«melay cizîrî lapeře «191»».
we axrekey bote pît û be cêye nawî «ḧirf» bê. bełam «tîp» ke hêndê kes bemanay «ḧirf» y bekar dênin, wişeyekî yonanîye. esłekey «Typos» e û, bemanay sîma û modêl û formî şitêk, ya «nu’» û desteye. le kurdîşda bemanay komeł û taqme û dure lewey bo nawî ḧirf» bilwê. bûnî wişey yonanîş le kurdîda kem nîye: çunke yonanîyekanîş le zemanî zor konda maweyekî zor beser em wiłataneda fermanřewayyan kirduwe. bo nimûne emeş emeş çend wişey dîkey yonanî le kurdîda: «kalput le kurdîda qałbend». ’eřeb kirdûyete «qalb». xoşman qałb dełêyn, pyałe, legen, qanun, tiryak, fincan «pinkan», kilîd «le kurdîda kilîl û kiłîł», lenger, nergis, mord, piste «fistiq», kibrît, ełmas news, terxan.. delîlêkî dîkeş eweye, pêş ewey yonanîyekan bêne řojhełat «dipî» her bemanay xet û nûsîn buwe.
gořanî «h»
be: «a» zirye «pehlewî»- dirya «derî»- derya «kurdî»
be: «a»- hîç «pehlewî»- az «derî»- ez, min «kurdî»
be: «x»- hurşîd «pehlewî»- xurşîd «derî»- xurşîd
naw- hoz- xor «kurdî»
be: «s»- weha- wesa- wase «kurdî»
be: «ẍ»- le kurîda?
be: «y»- patxişahî «pehlewî»- padşahî- padşayî «derî»- padşayî û padşayetî «kurdî»
be: «y»- wehane- wiyane:
«mewlewî»
fiřêdan- zuhir «pehlewî»- zur «derî»- zor «kurdî»:
«zorim be zorî naşkê»
fiřêdan- rubşîne «pehlewî»- ruşnî «derî»- řoşnî û řoşnayî «kurdî»
fiřêdan- hewar- war:
«mewlewî»
fiřêdan- gihîştin- geyştin, bihîstin, bîstin- bihêne- bêne, dehênê- dênê. dehawête- dawête- davête, gah ga:
«mewlewî»
gořanî «y»
be: «a»- řê- řa:
«mewlewî»
be: «c»- yisin «pehlewî»- cişin «derî»- cejin û cêjin «kurdî»
be: «c»- yiwan «pehlewî»- cwan «derî»- cwan «kurdî»
be: «c»- yatuk «pehlewî»- cadu «derî»- cadu «kurdî»
be: «h»- çî «pehlewî»- çe «derî»- çî, çe «çeh» «kurdî» çe «erdełan û şarezûr»
be: «û» le kurîda?
fiřêdan- wiye «pehlewî»- be «derî» be «beh» «kurdî» «waw» gořawe be «bi»
«cîm» gořanî pîtekan be taybetî le kurdîda:
le zimanî kurdîda: cige lew pîtaney ke wekû le zimanekanî ewêstayî û pehlewî û derîda gořawin, hêndê dîkeş degořîn. gořanî em core pîtane ke taybetî zimanî kurdîye û zyad le gořanî pîtekanî nawbiraw, ewendey min bom dozrawetewe. le xwarewe be nimûne nîşanî dedem. bełam řenge hî dîkeş hebê, we bo dozîneweyan bîrlêkirdinewe û lêkołînewey pitir pêwîste.
gořanî «a»
be: «di» ya be pêçewane- eřom- deřom, exoy- dexoy. bo řûnkirdinewey binc û binawanî emane ya îspatkirdinî eme kamyan kontirin bełgeyekî pitewm nedozîyewe. nawçegerî û leser kirdinewey bê delîlî em ya ewyan her qisey řûte û kełkêkî pêwe nîye.
gořanî «bi»
be: «v»- kaban- kevan «badînan»
be: «g»- nobe- noge
«mewlewî»
gořanî «p»
be: «k»- bopřoz- bokiroz
gořanî «t»
be: «waw»- kat- kaw:
«mewlewî»
be: «çi»- sut- suç:
«mewlewî»
- birîske- çirîske
- wat- waç
- tişt- çişt
- rutand- rutkand- řuçkand ≥badînanî», be gořanî «t» be «waw» û «çi» hełdegrê be pêçewaneş bê.
gořanî «c»
be: «y»- cage- yage. nimûney «cage»:
«xana»
nimûney «yage»:
«xana»
nimûney «yage»:
«xana»
gořanî «x»
be: «û»- xoş- weş. le zemanî zûda û tenanet le zemanî «fîrdewsî» yişda xud û «xuş», «xid» û «xiş» «kutrawin» . bem pêye «weş» le xeş wergîrawe.
nimûney weş:
«mewlewî»
be: «y»- xane- yane
gořanî «çi»
be: «t»- ya be pêçewane wekû le serewe gutman, waç- wat:
«xana»
gořanî «di»
be: «g» sond- song. nimûney «sond»:
«melay cizîrî»
nimûney «song»:
«xana»
jend- jeng «dardojeng», be darêk dełên ke le dû lolepî meşkey hełdekêşin.
zond- zong: zewî awezê «mukiryan»
le şêwe axawtinî nawçey suleymanîda gořînî «dal» be taybetî dway «n» y zenedar «sakin» be «gaf» zore, wekû: çende- çenge, emende- emenge, mend- meng, efendî- efengî. bełam le şêwey axawtinda mawetewe û nebote wişe liẍit.
be: «lam»- xuda- xuła «mehabad»:
«tiḧfey mizfirî»
emîş wekû: efengî.. suleymanî her şêwey axawtine û bekarî ewe naye be wişeyekî dirust û edebî bijmêrdirê.
be: «t»- dê- tê:
«melay cizîrî»
- herduk «dway fiřêdanî waw» herdik- hertik:
«derdit dênim hertik çawe»
«tiḧfey mizfirî»
set- sed:
«tiḧfey mizfirî»
- kilîd- kilît «kurdî sovêtî»
gořanî «z»
be: «çi»- suzya- suçya:
xana
gořanî «ji»
be: «çi»- perjîn- perçîn
pirj- pirç
kîj- kiç dwa fiřêdanî «y»
fiřêdanî «ji»- řoj- řo:
«mewlewî»
gořanî «s»
be: «z»- sihrab- zorab, zoraw
desgîran- dezgîran
gořanî «ş»
be: «çi»- toyş- toyç:
«mewlewî»
- şit- çit «sine»
gořanî «’»
be: «a»- ti’lîm- talîm:
«tiḧfey mizfirî»
’esker- esker:
«bo beserî ser eskeran»
«tiḧfey mizfirî»
’eqił- eqił: «be eqił hatuye noran»
«tiḧfey mizfirî»
lecyatî «be’eqił», «baqił» yiş dełên.
- ’aşiq- aşq: «meclîsî aşqan gîrawe»
«tiḧfey mizfirî»
gořanî «k»
be: «s»- kat- sat:
«folkor»
le gořanî «t» be «waw» da gutman «kat» bote «kaw». kafî «kaw» yiş debête «s» we «kaw» debête «saw». wekû dełên: «sawesaw deka». yanî wextawext «mimatle» deka. ya dełêm «ewsa» be fiřêdanî «waw»: ew wexte bem pêye wa dyare «sat» le «sa’e» y ’eřebî wernegîrawe, wekû hêndê kes guman deken; çunke «sa’e» mana luẍewîyekey wextî ḧazre, ya «qyame» e. «sat» be manay wext û zeman, dekirê be çeşnî «tismyey ciz’ be asmî kil» be beşêkî «60» deqîqeyî le zeman bigutrê wełam waye le «katjimêr» cwantire û manakeşî herawtire. wekû be asanî û řewanî detwanrê bigutrê sat heştî beyanî. bełam «katjimêr heştî beyanî» zor bê tam û nalebare. taze eger way danên «sat» swawî «sa’e» yiş bê dîsan le katjimêr her cwantire û binc û binawanêkî řêtêçûy debê.
gořanî «g»
be: «waw» = gut- wit
gurîs- werîs
be: «qaf» = genc- qenc «badînanî»
gav- qaf «badînanî», yanî wext, wade, wekû dełên: «le qafî xoyda», ya «qafyetî». guşe- guşebin- quşîn. hêndê car «ş» yiş debê be «ji» û debête «qujbin».
gał- qał, be manay ferman û xuřîn. nimûney «gał»:
«xana»
lêreda be boney gořanî «g» be waw le kurdîda, ya gořanî «g» be «kaf» û «t» be «s» û «s» be «ş» le ewêstayîda emey xwarewe be xeyałda dê. gut- gutin- wit- witin, wiş- wişîn- wij- wijîn. hemûyan le řîşeyekin. wawî «wijîn» yiş degořê be «y» û debête «bêjîn» wek: debêjim, debêjî. we paşan: dêjim, dêjî. le kurdîda «t» yiş şayanî gořane be «çi», wekû le serewe nîşanman da ke «wat» buwe «waç» bem pêye «waç- waçu..» ş her lem řîşeyeye. emcare beboney gořanî «g» be «q», ya le pehlewîda k be q bê cê nabê emeş biłêyn: wişey «gase» ke nawî beşêke le ewêsta, řenge «s» gořabê be «z» we bûbête «gaze» be manay bangikirdin û «di’ut». le kurdîda êstaş «gazkirdin» bemanay bangkirdne. wişey dîkeşî lêderkêşrawe, wek: «gazwend» bemanay gileyî. lem řîşeye le hêndê zimanî siłavyanîşda wek bulgarî wişey «kaj, kaz- benîşaney• misdirî xoyanewe» bemanay witin û şîn heye. hêndê wişeşî lêderdekêşin ke manay dirkandin û nîşandan û aşkira kirdin.. degeyenin. le layekî tirîşewe «gase» y ewêstayî le pehlewîda bote «gas». hełdegrê em «gas» e be gořanî «g» be «q» û fiřêdanî «a» û hênanî «h» dwawe. ya gořanî cêgay «a» bo dwawe û paşan gořanî be «h» bûbête «qise» we axrekey «qise» ş lem řîşeye bê. we eger pitir lê bikołînewe «gase- gat» legeł «gut» řenge yek bigirnewe. nabê em hemû aługořeşman belawe seyr bê. ew wişaney ke sabaret be giringî xoyan lenaw gelê tîre û berew êl û ’eşîretda beser dem zaranewe bûn gořanî zoryan beserda hatuwe û kewtûnete bîçim û şeqłî corbecorewe. bo nimûne wek: ater, azer, ahêr, ayêr, agir, awir. lêreda qise zore, we bo řûnkirdinewey em mebestane lêkołînewe û pişkinînêkî qułtir û herawtir pêwîste.
gořanî «li»:
be: «a»- lal «sûr»- ał
be: «di»- lewêdaye- dewêdaye
le cyatî «le» hêndê kat le badînanîda «ji» û, le hewramîda «ce» dehênrê:
«melay cizîrî»
«xana»
le badînanîda «le- be- de- je» be fiřêdanî «h» zore û debête:
«li- bi- di- ji».
li- «li terîqa qedema dilberê wê rihguzerê»
bi- «ez bi wê qamet û bejnê li te sundê dexurim»
di- «med dilda heye narek ku desujît seqerê»
ji- «ji ber ahên mednê agir û dud bit ne ’ecêb»
«melay cizîrî»
hêndê carîş «h» fiřê nadrê, wek:
«têksite folkilorîyekanî piřofîsor kurdoyêf».
«tey» yanî «tê- dê». yapniçî yapunçî yanî hî japonî, core qaput, ya baştir biłêyn core kepenkêk buwe le nimed dirust kirawe. wa dyare le zemanî zûda le japonewe hatote «řûsya» y ewsa.
gořanî «m»:
be: «waw», ya be pêçewane- tom- tow. nimûney tom:
«mewlewî»
- emřo- ewřo
- çetîm «erdełan» çetîw
- hetîm «erdełan» hetîw
- zemîn- zewîn. wekû lemewpêş gutman lam waye hewłekeyan le řîşey «zim» û duwemekeyan le řîşey «zew» e.
gořanî «û»:
be: «v»- kewr «berd»- kevir
biław- biłav
- nûsîn- nivîsîn:
«melay cizîrî»
le pehlewîda «nipişt, nifişt» herdûkyan hebuwe.
- haw- hev «hawbendî- hevbendî» pêwendî. «behar» be gêřanewe le kitêbî «alimi’cim» lapeřey «174» denûsê:
«wawêkî taybetî hebuwe, ke emřo îtir le zimanî êmeda nîye. ew wişaneş ke ew waweyan têda hebuwe, wawekeyan katê be «f», katê be «p», katê be «bi», katê be wawî ’adî gořawe. le zimanî pehlewîda ew pîte be şikłî «p» nûsrawe û şikłêkî taybetî nebuwe. le îslamda wawî nawbiraw be «fa’» denûsra û katê be şikłî waw. bew «fa’» eyan degut «fa’» y «a’cimî». ’eřebekan sê nuxteyan leser ew «fa’» e dadena». bem pêye wa dyare ew wawey ewsa, em «v» êyeye ke emřo le «lehce» y badînanîda mawetewe, we em «v» êye esłî ew waweye ke le lehcey soranîda heye.
be: «h»- to- te:
bê tel me’alem boye teng»
«melay cizîrî»
gořanî «h»:
be: waw- sihrab- zorab- zoraw
- mihle «’eřebî»- mołet
- mihlike «’eřebî»- moleke
- wa- ha:
«mewlewî»
be: «ḧ»- hemû, hemî- ḧemî:
«melay cizîrî»
- hewa- ḧewa
«ḧewa» piř be pêst be manay ew hewa» ye nîye ke henasey têda dedeyn. katê dełên: «çolekeke be ḧewada fiřî mebest eweye be bo şayî nêwan zewî û asmanda fiřî»
le «artay wîrafnamk» da wişey «wa» bo em manaye bekarhatuwe: «awim dît runan mirdî kîş andir way daşt» . yanî: paşan min dîtim gyan «řewanî» pyawêk le ḧewada hełwasrabû. řenge «wa» bem manaye «e» y xirabête pêşewe û bûbê be «ewa». paşan «a» bûbê be «h» û «hewa» y bem manaye lê peyda bûbê. emcar bo cyakirdinewe le «hewa» y henasepêdan, «h» y «hewa» bemanay awałeyî firewanî nêwan zewî û asman kirabê be ḧ.
2. gořanî cêgay pîtekan «qilb»:
be cêgořkêy pîtekanî hêndê wişe le hemû zimanêkda heye. wa dyare le hewełewe sebaret be cyawazî «lehcekan» buwe. hêndê «lehce» wişey hêndê «lehce» y dîkey be «miqlub» bekar hênawe. paşan yekê lew şikłane lebîr çotewe, ya herdûkyan zor biławbûnetewe, kewtûnete ser dem û zarî giştî û bûnete dû wişe.
bo nimûne le pehlewî û derî konda:
«wifir» wişeyekî zor kone, le zimanî pehlewîda bote «wifil- wifir». le farsî û derî bote «wirf» û «birf» le kurdîda wişe konekey «wifir» wawekey gořawe be «bi» bote «befir». le «lehce» y hewramîda «f» y «wirf» gořawe be «waw» û bote «weru».
nimûneyêkî dîke:
«pirsiwî», «r» gořawe be «li» û «s» gořawe be «h» bote «pehlewî» paşan «h» û «li» cêgořkêyan kirduwe bote «pehlewî».
- higirz- hirgiz- hergîz «kurdî»
- pihrîz- pirhîz- parêz «kurdî»
le kurdîda: xełuz- zuxał
nimûney «zuxał»:
«wey diłey parey zuxałîyewe»
- keşif- kifiş:
melay cizîrî
«melay cizîrî»
êkcar, hêkcar- êcgar, hêcgar «mukirî»
- parên- panêr «mukirî»
- پەناە- penha «mukirî»
- řemił- řełim «mukirî»
- hîwa- hewya «mukirî»
- cwên- cinêw «mukirî»
- xîz- zîx «mukirî»
- doxîn- dêxun «mukirî»
- tefzîn- tezwîn- badînanî le řîşey «tezu» hatuwe:
≥tezwî pêda dê». le sirf kirdin û werkêşanda «waw» fiřê dirawe:
tezîm, tezî..
- tivdîr, tevdîr, tedbîr, tedwîr, tedvîr «qilb» kirawe bote «tevdîr»
«kurdî sovêtî»
- hełşyan- hełweşan. paşan gořanî «û» be «y» û «qilb» bote «hełşyan».
- tevşu- teşwê. paş «qilb» û gořanî «waw» be «v» û «y» be «waw». «kurdî sovêtî».
- le’net- ne’let- neḧlet û nalet
- pisuzg- pisuzk- pizîsk. nimûney pisuzg:
«xana»
- serîn- senîr
- ciger- cerg
- mudne- demne «erdełan»: daricgere
enderun- hendur «kurdî sovêtî». paş gořanî «a»
be «h» û fiřêdanî «n» y dwayî û cêgořkêy «waw» û «rê».
- kin- nik «bemanala»
- bizirg - girbiz -gurbuz řenge «qilb» kirawî «bizirg» bê we wişeyekî zor konî farsî û kurdîye.
«girbiz be kêşaney «hirimz» be kesêkî befřufêł û mekirbaz degutrê. bemanay aza û dilêr û zîrek û buzurgîş hatuwe. «cirbiz» be ’eřebî kirawî ewe».
3. swandin, ya «tisḧîf» ke be gořîn û cêgořkêy pîtekan û fiřêdanî hêndê pît pêkdê: hêndê wişe le zimananî darusê ya dûrtirewe, sebaret be pêdawîst, ya ayîn, ya bazirganî û hatuço dekenewe naw zimanewe. xełkî zimaneke ew wişane be pêy řawêjî dem û şêwey taybetî zimanekey xoyan degořn. gořanekeş ya be çeşnî «qilb» e ke basman kird, ya be çeşnî «tisḧîf» e ke le xwarewe nimûney nîşan dedeyn, ya manakey degořn, ya eger «camd» bê deykene «miştiq» weya be pêçewane. em syaney dwayî le zimanî ’eřebîda zorin. nimûney «tisḧîf» le zimanî ’eřebîda: «çing»- le farsî wergîrawe, «tisḧîf kirawe bote «şinc» paşan sirf kirawe, bo nimûne «tişinc» y lê dirust kirawe. çifis- le pehlewî wergîrawe- bemanay çespe- «tisḧîf» kirawe bote «şibis», paşan sirf kirawe, bo nimûne «tişbis» lê dirust kirawe».
le kurdîda:
kil wice- kiloc
min ribik- mernemuke
misqib- metkeb, metkew, mete
atmi’inan- mitmane
mistifî- miçe
miḧmud- xule
misicd- mizgewt, mizgit «erdełan».
«mizgit kontire le «misicdFarsî» û le kitêbî farsî konda bînrawe, goya wişeyekî «siryanî» ye. le pêş îslamda behoy mesîḧîyekanewe le zimanî «aramî» yewe kewtote naw zimanî farsî. «misicd» y ’eřebîş her lew řîşeyeye» . le zimanî kurdîşda le pêş îslamewe «mizgit» heye. le şê’rî konî hewramîda bînrawe.
xidawnidkar- xunkar
«nalî»
hêndêkyan «xunkar» yan lem şê’rî «nalî» da be xwênřêj û pyawkuj mana lêdawetewe û hełeye. «xunkar» sukełey «xidawnidgar» e. «xidawnidgar» bote «xwandikar»- xwandikar- xundikar- xunkar. leqebî sułtanekanî ’usmanî buwe. beserhatî mêjûyî em wişeye awaye. «le wişey «xutay» pehlewî ke bemanay saḧîb û şa û aẍa û, hêndê kat leqebî firîştekan wek: «ماە xiday» bû..» le farsî derîda dway hatnî îslam, «xidawind» û «xwace» peyda bû, le sedekanî berayî îslamîda «xidawind» leqebî paşakan û «xwace» leqebî gewre û meznekan bû. em dû leqebe ta sedey heştem le şê’rekanî şêxî se’dî û xwace ḧafiz û şê’rî şa’îranî dîke û kitêbekanî mêjûda bew mana qedîmîye debînrê..». peyda bûnî dû leqebî «xidawind» û «xwace» leber eme bû ke le îslamda «xiday» le cêy «alle» û «řibّ» y ’eřebî bekar hênra. bo şa û saḧêb û aẍa «xidawind» be řegełxistinî «wind» ke edatî teşbye ya nîsbete dirust kira, ta her lew řîşeye bê bełam xudî ew nebê. «xwace» ş sukełe û çukełey «xutay» ye be řegełxistinî «yije- yiçe» ke edatî çukułe kirdine, yanî xuday biçuk û şay biçuk. wirde wirde «xidawind» buwe «xwand» û «xidayçe» buwe «xwace». wekû «xwandikar» ke leqebî sułtanekanî ’usmanîye..». «le sedey heştem û nohemewe em dû leqebe deskarî kiran û bêtam û bênirx bûn. gelê kes ke ne şa, ne wezîr, ne gewre û mezin bûn, hezaran bazirganî mesîḧî û culekeş em leqebeyan wergirtuwe, wek xwace şem’ûn û xwace buẍuz û hî dîke. leber eme le serdemî «teymûrî» yekanewe ta «sefewwî» yekan û dway ewanîş em leqebane bawyan nemawe. ta maweyek «xidawind» be çeşnî «xund» leqebî melayanî zor gewre- şî’e- buwe, wek «axund miła sidra». paşan emîş le baw kewtuwe. maweyekîş bote leqebî bazirganî ermenî, paşan bote leqebî koyley řeş.
emřo îtir be tewawetî lenaw çuwe ». lemanay şê’rekey «nalî» da ke yekêke le şê’re here cwanekanî ew, debû «tiẍra» ke «tire» ş gutrawe û, wişeyekî turkîye û bemana nexiş û nîşanêk buwe le ferman û sikey sułtanekanî ’usmanî kêşrawe, řêy ewey nîşan bidaye ke «xunkar» leqebî sułtane. kak «fatîḧ mela kerîm» le manay em wişeyeda herçend «xwênřêj» y nûsîwe padşaşî hênawe û le manay řasteqîney wişekey nizîk kirdotewe. bełam «şa» be fermanřewakanî êran gutrawe û «xunkar» be sułtanekanî ’usmanî. le kurdîşda «xudan», «xudê» «xuda» «xwa» «xawend, xawen, xêw- bemana saḧîb» hemûyan le řîşeyekin.
bê cê nîye aweřêk le «mixirc» y pîtekan bideynewe ke le berayî witarekeda basman kird, nextêkîş le «sihil alimxirc» ya «le ziman xoş bûn» bidwêyn ke birîtîye lewey pîtekan û wişey řêkxiraw le pîtekan legeł tebî’etî ziman řêk bikewn. bo nimûne pîtekanî «s, z, s, z, t, z» û ew wişaneş ke ew pîtaneyan tê bê, legeł zimanî ’eřebî řêk dekewn û le zarî ’eřeb qurs nîn bełam letek zimanî kurdîda aşnayetîyan nîye û le zarî kurdî giranin. wekû pîtekanî «p, çi, ji, g, v» bo ew dû zimane be pêçewanen. ca xełkî ew zimaney hêndê pît û wişey řêkxiraw lew le zimanî girane, legeł tebî’etî zimanekey xoy řêkyan dexa û le zar xoşyan deka. leber emeye ke kurd «s, s» dekate «s» , «t» dekate «t», «z, z» yiş dekate «z». herweha «gîrawe- şide» ş ke le zarî kurd qurse, sukî deka. bo nimûne: «nye, qwe, ’itye, ri’ye» suk deka û dełê: nîyet, qewet, ’etye, ře’yet. emeş her le «abdal» dejmêrdirê bełam bemanay berîntir lewey ême xerîkî bûyn. çunke ewey benawî «abdal» lêy diwayn pitir qise le gořanî pîtekan lenaw çwarçêwey zimanî kurdîda bû. le şê’rî pêşînanî kurdîda, eme le şê’rî «mewlewî» da pitir çawedêrî kirawe. mewlewî gelê wişey hero bew çeşne bekar hênawe ke xełkî ’adetî gûtûyane.
le kotayîda wekû çend car le toyî witarekeda nûsîwme, em mebeste çi be giştî û çi kerit kerit lêkołînewe û bedwada geřanî fere û firawanî dewê û zorîş giringe, be taybetî bo ewaney «wişename» denûsin, ya le têksite edebîyekanî zemanî zû dekołnewe, ta bitwanin wişekan bernewe ser řîşe û řegezî xoyan, xizmayetî wişekan û hawřegezî wişekanî «lehce» cyawazekan nîşan biden. min leme zyatir nemperja xerîkî bim. herkes pitir leserî biřwa û zyatir lêy bikołêtewe û her hełeyekîş debînê řûnî katewe, beş be ḧałî xom supasî dekem.