derbarey wergêřanî «gêle pyaw»ewe

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 22 Xulek  1816 Dîtin

kitêbî gêle pyaw be qełemî nûserî nasrawî em serdemey turk: ’ezîz nesînKes, kak ’ebdułła ḧesen zadeKes kirdûyete kurdî û, dezgay řoşnibîrî û biławkirdinewey kurdî le wezaretî řoşnibîrî û hunerî komarî ’êraq biławî kirdotewe. kak ’ebdułła daneyekî lew kitêbe bo min nardibû, dawaşî kirdibû řay xom le barey karekey binûsim. bo ewey le qisey ew biradere xoşewîste derneçim, nextê lem bareyewe dedwêm. ’ezîz nesîn nûserêkî «satîrîk» ya xomane biłêyn: be tews û twanc û îtałîye. neşterî qełemekey le kwan û dimełî komeł deda û kêm zuxawî derdexat. be teřdestî «ewey le dîzedaye be eskiwê derî dehênê». be řaşkawî, çewt û çewêłî û nalebarîyekanî řêjêmî fî’udal- burjiwayî wiłatî xoy weber lîs û têłay gałte û tîtałî deda û agirî pêkenînî pêwe denê. way giř têberdeda eger çawî koneperistî baranî pełeşî beserda bibarênê natwanê daymirkênê. le gêle pyaw yişda her waykirduwe. ’ezîz nesîn bo nûsînî gêlepyaw řenge le řomanî çare řomanî «çare řeşekan- elbosa’»y vîktor hogoKes «1802- 1885» îlhamî wergirtibê. le çîrokî «gêle pyaw» da ke degeye lapeřekanî 203- 206 ke «gêle» debête beřêweberî qutabxane û bem boneyewe cêjnî bo degirin û, le cêjnekeda deyewê pêşîney xoy bidirkênê û dełê: «hawřêyan! řêga biden pê be gunahî xom binêm. zyatir lewe natwanim xom řagiřim. min tûşî azarî wîjdan bûm. werin bimgirin!» tewaw, ew dîmenet bîr دەکەێتەûە ke pałewanî řomanekey vîktor hoko serokî şarewanîye û zor xizmetî şarekey kirduwe û, le layen împeratorewe leqeb û nîşanî bo dê, bem boneyew cêjnî bo degirin û le cêjnekeda řastî xoy dełê û xoy be girtin deda. eme nabête kemukořî bo karekey ’ezîz nesîn, nûserî gewrey wa le dinyada kem nîn ke îlhamyan le yektir wergirtuwe û, tenanet «aqtibas»yişyan le karî yektir kirduwe. bo nimûney «aqtibasFarsî» witeyekî maksîm gorkîKes degêřînewe ke dełê: katê heweł car «fawist»m mutała kird nizîkey bîst sałane bûm, dway maweyek têgeyştim ke dû sed sał pêş «gotê»y ełmanî, kesêkî îngilîsî ke nawî «kirîstofêr 1 marlo buwe», beserhatî «fawist»y nûsîwe.. we tewawî ew kitêbaney le barey «fawist» nûsrawin serçawey efsaneyekî sedekanî nawe řast hełqułîwin. řewtî çîrokeke le lapeřekanî 78- 79 da wekû cêgakanî dîkey řewan nîye û nextê lêłe. lew cêgayeda gêle serokî liqî banke le qezayek, efserêk ke dirawsêy hode û aşnayetî, şewêk cilekanî gêle werdegrê û pêyanewe deçête ser bangehêştin û dû şew dû řoj nayetewe. dwacar fermanberî dayre dê be dway gêle da ke biçê bo dayre, leber bê cilkî natwanê biçê. axrekey cilkî efsereke dekate berî û deçê . lêreda wełamî em pirsyarane dyar nîye. le qezayekî biçûk ew efsere çon dû şew û dû řoj soraẍî nîye? çon neçote serkar, eger çuwe çon be cilkî ehlîyewe çuwe? gêle ke serokî liqî banke û pareşî heye çon taqe destêkî cilk hebuwe? boçî parey nedawe be fermanbereke biçê destê cilkî bo bikřê? ya neynardote lay yekê lewaney lejêr deseyda karyan dekird destê cilkî bo bixiwazêtewe? nûser beser ewaneda تێپەڕیۆە û bepele gêle y be cilkî efserîyewe swarî teyar kirduwe û, berew beserhatekanî dwayî xistuyete řê.

behercor eme wekû seretayekî qise, îşareyekî biçûk bû bo çîrokî «gêle pyaw» egîna lêkołînewey çîrokêkî «380» lapeřeyî, herwa be dem řêwe û be suk û hasanî sernagrê. êsta dêyne ser esłî mebest ke wergêřanekey kak ’ebdułłaye. wergêřanêk be baş dejmêrdirê ke le pêş hemû şitêkda wişekan dirust bin, witekan piř pêst le qałbî zimanî kurdîda dařjabin, manay witekanî têksite esłîyeke be řoşnî geyendirabê, řewtî mebesteke le wergeřawe kurdîyekeşda řewan û bê girê û goł bê. be kurtî ewende řêkupêk bê, eger le seda sedîş nebê, belanî kemewe ta řadeyekî zor xwêner waydanê ke řastewxo be kurdî nûsrawe. hestî eme ke le zimanêkî tirewe be nařewanî kirawe be kurdî, her tawe na tawêk wekû çiqił be çawîda neçê û herasan û cařzî nekat. wergêřanekey kak ’ebdułła lem bareyewe tewawe. wişekan dirustin û, wekû gay mozkird û paş û pêş û emlaw ewlayan pênekirawew le cêy xoyandan. witekan řêkupêkin. řawêjî dem û qełem řewanew, mebest û mana ałoz û kut û biçiř nebuwe. xwêner detwanê ta řadeyekî zor û bigre nizîkey sedî newed û pitrîş le têksite kurdîyeke diłnya bêt û bîrî xoy be řewtî çîrokekewe xerîk bikat. nałêm le seda sed. çunke carubar û kem kurtêk pêçewaney eme debînrê. herweha ke deşłêm têksite kurdîyeke mebestim be çeşnî giştîye, ta dyalêktîş bigrêtewe. paşan degeřêynewe ser em dû mebeste. ’ezîz nesîn wekû gutman nûserêkî «satîrîk»e, çizûy qełemî le kar û kirdewe û nerît û akarî çînî serewey komeł deçeqênê û, bo çînekanî xwarewe û heřemey xełk denûsê. leber eme be zimanî eman yanî sade û řewan denûsê û zarawe û kînaye û mecaz û îşare û tews û twanc û qisey nesteq û pendî pêşînanî eman zor lekar deka û dehênê. sebaret beme wergêřanî nûsrawekanî ew karêkî sûk û hasan nîye. kesêk detwanê weryangêřê ke le zimanî heřemey gelî kurd zor şareza bê û beramberekanî ew tews û twanc û tenanet cinêwane le kurdîda bidozêtewe û le cêgay xoyanda dayan nê. dena eger wişe be wişe byankate kurdî şitêkî zor bêtam û bêzraw û pûçełyan lê peyda debê. kak ’ebdułła em karey zor cwan le dest hatuwe, wek emaney xwarewe:

- «dû kiçî qeyrey hebûn», lapeřey 76

- (serlenwê nêwkim biřa û nawim nira «kamil»), lapeřey 138 «nawik»yiş degutrê.

- «ew cîngeneyî caranim nemabû», lapeřey 140.

- «hawrêşmî xase řeng..», lapeřey 141.

- «dêyekî zor çepek û pena..», lapeřey 214

- «le şwênêkî pesîw parwenanêk peydakem», lapeřey 217

- «aram û oqrem lê hełgîrabû», lapeřey 225

- «kuřîne! le tenganeda hemîşe pişûtan serxobê», lapeřey 225

- «her legeł çawim be řukarî serok kewt nasîmewe», lapeřey 226, «řukar» be manay řuxsar, zor cwane.

- «dûbare detgirnewe û dat dekenewe», lapeřey 244.

- «çima ta îsta netdîwe..», lapeřey 250.

- «teḧḧa! edî çon..», lapeřey 253.

- «aẍa! le xořînî baş nîye», lapeřey 282.

- «be carêk zendeqî birdim», lapeřey 296

«zendeq» le «zend» û «zende» wergîrawe, ke dû wişey zor konin. ewey hewełyan be manay gyan û řoḧîş hatuwe, duwemyan be manay gewre û mezin, paşan bote «zendek» û kafîş gořawe be qaf û bote «zendeq». be mecaz be manay «cur’et û cesaret»e.

- «burhan şeypurî quřbeser dem le puş bû», lapeřey 296.

- lewey ew însane diłpak û nyaz pakanem firîw dabû be xomda deşkamewe, lapeřey 204.

- «gîrfanyan biřîbuwe û be filsim dekut fetaḧ beg», lepeřey 195, pitir «fetaḧ paşa» degutrê.

- «hêşta le qułkeyek řizgar nebbûm xerîk bû bimxate çałêkewe». lapeřey 196.

- «pêş .. ewey urhanî esłî bê fîz małkî bidemê», lapeřey 192.

- «bełam taze le çî detirsam, paş řûtkirdinê teştî teła leser serit danê», lapeřey 211, pitir dełên: «teştî teła beserewenê».

- «ewan neyandezanî min beçî dexuřim û piştim be çi estûre ke qisem wanêran», lapeřey 211.

- «baş pêwe bibûm, emlam tat û ewlam tat», lapeřey 282.

- «tat» be manay berdî pan û dirêje, wek: «tate nwêj», «tate şor», yekemyan berdî nwêj leserkirdine, duwemyan berdî mirdû leser şordin. le goranîda hatuwe: «leser tateşor her tom le bîre». emlam tat û ewlam tat wey daye cîqim derhat metełokeye bo aş.

- jineke destî kird be bołeboł: etoş segit be dyarî bo hênawîn, lapeřey 130.

emane hêndê nimûne bûn le wişe řesen û, kînaye û mecaz û qise nesteqe cwananey ke le naw heřemey xełkida bawin û kak ’ebdułła le wergêřanekey xoyda hênawnî. le pêşda gutman: xwêner detwanê sedî newed û pitrîş le têksite kurdîyeke diłnyabê». ew sedî çendey dîkeman bo ewe hêştewe ke kakî wergêř carubar le wergêřanekeyda wedway têksite farsîyeke kewtuwe, wek:

- «pyû» lapeřey «180» ke wişeyekî turkîye û wadyare wergêřî farsî herwek xoy hênawyetî. le kurdîda dełên: «hey hey» «ḧeyyey ḧey». jinan «ellel»yiş dełên. xoşî le lapeřey «141» da «heyhu»y hênawe ke zor cwane.

- «be çi řûyekewe demtiwanî biçmewe layan» lapeřey «180». wabzanim wa cwantir bû bigutrê: «çonim le řu dehat», «çon le řum hełdehat», «çon bexoda depermû».

- «guzeranî pêdekem» lapeřey «182». kurdîye řesenekey awaye: «pêy beřê deçûm». «guzeran»yiş beřêçûne.

- «bełam ew desoberdar nedebû» lapeřey «184». le kurdîda degutrê: «bełam ew destî hełnedegirt», «.. wazî nedehêna», «le goł nedebowe».

- «çi debê bikem» lapeřey «185». baştir bû bigutraye: «debê çibkem».

- «paş ḧewt- heşt sał řabirdiwekem lebîr xełk deçêtewe» lapeřey «141». řenge «pêşînekem» cwantir bê. xoşî le lapeřey «247»da emey bekar hênawe.

- «ewende dest û pêy xom winkirdibû» lapeřey «215». wişe be wişe werîgêřawe. kurd eme nałê.

- xoşî her lew lapeřeyeda, le cêgayekî dîke kurdîye řesenekey hênawe: «emin ewende têkçubûm».

ya degutrê: «ewende serim lê şêwabû», «ewende peşokabûm», «ewende peşêw bûm».

- «her çonêk bû hatnî min legeł cêjin û şadmanî xełk berew řubû» lapeřey «332».

- wergêřaneke wişe be wişeye. debû bigutrê: «ke min geyştimê xełk le xoşyana kirdyane cêjin û şayî», «hatnî min buwe cêjin û şayî bo xełkeke».

- «aẍay gułî kurd û le qaqay pêkenînîda» lapeřey «241». kak ’ebdułła weway têksite farsîyeke kewtuwe, wergêřî farsîş wadyare dway tukîyeke kewtû. le turkîda dełên: «aga guldîTirkî» yanî aẍa pêkenî. bełam le farsîda nagutrê: «aqa gil kirdFarsî». bełam degutrê «aqa miḧbitiş gil kirdFarsî» yanî meḧebetî pişkut. debû bigutrê: «aẍa wek guł geşawe û le qaqay pêkenînda».

- «ême hemîşe kesêkman dewê xełkî sergerm bika» lapeřey «242». debû bigutrê: «xełkeke serqał ka», «xełkeke bixafłênê», «xełkeke xerîk ka».

- «neydetwanî xoy biparêzê û petey kewte ser’aw» lapeřey «242». wergêřaneke wişe be wişeye. debû bigutrê: «neydetwanî wiryayî xoy bika, ya neydetwanî agay le xoy bê û baqrî derkewt»,«lêy aşkira bû».

- «minîş be tenê lew kêw û wecan hatbûm» lapeřey «253» «geyştibuwe gyanim», «le gyanî xom weřez bibûm».

- «bo xoşim nemdezanî serencamî em kare be kwê dega» lapeřey «254» «xoşim nemdezanî axrekey em kare degate kwê», «xoşim nemdezanî lem kareda çim beserdê».

- «dergay wa le nakaw kirdewe ke swaxî emlaw ewlay hełwerî» lapeřey «285» «dergay wa tund û le nakaw kirdewe ke swaxî laşîpanekanî berbowe- ya kewte xwarewe».

- «peykerî zil û zebelaḧî cenabî neqîb wejur kewt» lapeřey «259». peyker wişeyekî farsîye be manay «surit û cisihErebî»y ’eřebîye. nalîş le kurdîda bew manayey bekarhênawe: «hey kerêkim bo çi peyker teykerî hewraz û lêj». êsta le kurdîda be manay «timsal- cisimErebî»bekardê. le cêgay wada «qełafet» baştir, wek şêx řezaKes le basî kełeşêrekeyda dełê: «qełafet wekû mewlan begekey ..».

- «min zorim ew şîrînkarîyane dîbû» lapeřey «260». şîrînkarî wişe û zaraweyekî farsîye be manay mexsere û gep û gałteye. le kurdîda baw nîye. le cyatyan debû bigutrê:«.. zorim ew gongełane beser hatbû» , «pendî wam zor pêdrabû» yan heřemeyî biłêyn:«quř û çiłpawî wam gelê be qunan hełpeřbû».

- «le bendîxane lenêw latekanda bawe» lapeřey «260». lat wişeyeke heřemey xełkî fars deyłên û, be manay «şiqawihErebî»y ’erebîye. le kurdîda be kesêkî hejar û bê bijîw dełên wek: «ewnde late, seg kilkî lêda dekewê». le cêgay «latFarsî»y farsî, le kurdîda degutrê, serserî, çeqawe sûr, lapresen, laleweř, lasar. le şarbajêř «çewre»ş degutrê.

- «bo ewey xoy binwênê em core deste gułane be awda deda» lapeřey «260». debû bigutrê: «bo ewey xoy řabnê, yan , bo xořanan em fiřufîşałane dekat» ya «em gongełane degêřê».

- le kurdîda le cyatî «desteguł» ke farsîye û be îmlay kurdî nûsrwawe- çepkeguł û deskeguł degutrê. ewe nîye le kotayî ḧîkayetda, ḧîkayet bêj dełê: «deskê, yan çepkê guł û çepkê nêrgiz, mergî êwe nebînim hergîz». «diste gil be ab dadinFarsî» kînayeyekî farsîye, wa dyare îşare bê bo ḧîkayetêkî kon lebîrçotewe û tenya kînayeke mawetewe.

ḧîkayeteke gwaya away: «’ebase, xuşkî harune řeşîd» «800z» wekû mêjûnûsekan dełên û le şê’rî şa’îrekanda hatuwe, nêwanî legeł ce’ferî bermekî hebuwe. cogeyek aw be małî ’ebasda řoyştuwe û çuwe bo małî ce’fer. ’ebase namey bo ce’fer denûsî û deyna naw çepkê guł û, le ḧewşey xoyanewe çepke gułekey be awda deda. ce’ferîş le ḧewşey xoyan leser cogeke dewêsta û çepke gułekey degirtewe. çiluçoker pêyan zanî û bo harune řeşîdyan gêřawe. dełên eme buwe hoy fewtanî binemałey bermekî. eme «tirajîdyan». eresto dełê: tirajîdya eweye ke kar pêçewaney xoy lê peyda bibê. yan be ’eřebî: «tiḧul alfi’il alî zidihErebî». ’ebase ew karey sebaret be ’îşq û xoşewîstî kirduwe, keçî bote hoy fewtanî binemałey bermekî. le farsîda ew kînayeye bo karêkî dostane û xoşewîstaney wa bekar dehênrê, ke bibête hoy meynet û çermeserî ca bem pêye wergêřî farsî le cêy xoyda bekarî nehênawe. kak ’ebdułłaş ke wedway ew kewtuwe tûşî hełekey ew buwe. pêwîste eweş biłêyn katê em qiseye diruste ke le têksite farsîyekeda awa bûbê.

- «demim kirayewe û gutim «zekî»» lapeřey «260». «zekî» le farsîda wişeyekî suke le kurdîda le cyatî ewe dełên:«tiřḧew». nextê be edebî tir û be mecaz dełên: «teřit newêka!».

- «betaybetî řîşî řeş û be piştî min..» lapeřey «266» - «řîşeřeş û piřekey min».

- «lêfe û doşegekem le bendîxane biławbikemewe» lapeřey «277» - «bem zwane pêxefekanim le bendîxane řaxemewe».

- «debê .. be qazancî burhan destibekar bim» lapeřey «288» - «be qazancî, ya be sudî burhan bikewmexo - bikewme kar - hełbidem - xerîk bim».

- «minîş řast duçarî ew ḧałe bibûm» lapeřey «279» - «minîş her awam lêqewmabû - wam beser hatbû».

-«nwênerî aẍa.» lapeřey «279»- «pyawî aẍa - kwêxa aẍa - gizîrî aẍa».

- «eme çi gukarîyeke?» lapeřey «362»- «em kare gwawîye çîye?»

- «tebaxeke be carêk dest û laqî xoy winkird û zimanî řeq bû» lapeřey «362»- «çêştikereke be carêk peşoka», «serî lêşêwa û zimanî bestira, demî řeq bû».

- «le pêşda eger be tawanî kiław leser nan degîram hîwayekî berbûnim bû» lapeřey «209»- le pêşda ke leser saxteçîyetî, kełk bazî, destibřê û gwêbřê degîram.

- «dîsan řojnamekan hengameyekyan berpa dekird» lapeřey «209»- dîsan řojnamekan qule û herayan denawe- beyt û bawyan řêkdexist, le herayan deda.

- «şałwarêkî mexmerî konim leberda bû» lapeřey «114»- le pêda bû. bo cilkî lay xwarewey leş wekû derpê û pantoł û řamg, le pêdabûn degutrê. bo cilkî lay serewe, ya bo destêk cil, leberdabûn dełên, wek kewayekî řeşim leberdabû, ya řank û çoẍey sûrim leberda bû.

- «bêdeng be kiławçî diz»! lapeřey «101»- bêdeng be saxteçî diz! deẍełî diz! kiławçî le kurîda nalwê.

- «zor başe biřo dest bekarbih» lapeřey «95»- biçore serkar, biço karbikih, biřo xerîkî karbe.

- «dûkeł le kelle serim hateder..» lapeřey «78», le kurdîda name nagutrê- eqił le kellemda nema, waqim wiřma, le dîn derçûm.

- «ewende destepaçe bibûm..» lapeřey «129»- ewende têk çûm, ewende peşokam, be curêkî wa serim lêşêwa.

- «betanî xom lê biław kirdewe» lapeřey «210»- betanî xom lê řaxsitewe.

- «espekan beẍar berew kwêstan deřoyştin» lapeřey «225»- espekan berew çya, berew kej, berew kosar «hewramî» kewtine ẍar. wişey «kuhistanFarsî» le farsîda yanî cêgay şaxawî. çunke le dû kertî «kweFarsî» be manay çya û «sitan» be manay cêga têkxirawe. bełam «kwêstan» ya wek le nawçey sineCih û şarezûrCih dełên «kêwsan» le kurdîda be manay cêgay sarde wek dełên: «germên û kwêstan deka». ya wek le goranîda hatuwe: «kwêstanan xał xał befrî naçêto- yarim toryage aştî nabêto».

- «hawřêket azad bû» lapeřey «215» - «hawřê» bote zaraweyekî syasî. wa baştir bû bigutrê: haw hodeket, haw dengeket, biradereket.

- emaneş hêndê lew wişe û kînaye û mecazaney ke wişe be wişe le têksite farsîyekewe kirawnete kurdî û, le zemanî edebî kurdîda cwan nîn. we leber çwar mebest be taybetî pencem xiste ser emane: yekem cwanî wergêřaneke deşêwênin. duwem le germên têyan nagen. sêyem le cyatî ewane wişe û zarawe û kînayey řesenî kurdî hen û eger emane û hî wek emane le nûsînda bibne baw, hînekanî xoman lebîrdeçnewe û zyanêkî qursiman lê dekewê. çwarem beşkim wirdibûnewe û lêkołînewey wişekan lenaw qełem be destekanmanda bibête baw, wişey cwan û řesen le hî çewt û çewêł û nadrust heławêrdirê.çunke berdî binaẍey şitî edebî, hênanî wişey dirust û řesen û cwane. her şitêk be wişey nadrust, yan çewt û çewêł binûsrê, ba be awî zêř û tełaş bê be şitêkî edebî najmêrdirê. yan be lanî kemewe be şitêkî edebî dizêw û nařesen werdegîrê.

- lemepêş gutman «têksite kurdîyeke be çeşnî giştî ke dîyalêktîş bigrêtewe». mebest eweye wergêřaneke hêndê şêwey dyalêkit û nawçeyî pêwe dyare. yekê lewane «y»y zyadye. bo nimûne: «areqêkî sardim be leşîda hat» lapeřey «126», «êsta ew kerey lew quřey wepeřêne» lapeřey «209», «řêga lewê baştir nabê» lapeřey «291», «hêndêk kar le pêş çawî pyawî zor hasanin» lapeřey «90».

«y»y «leşî», «ew kerey», «lew quřey», «lewey», «pyawî» û hî tirî wek emane le řojgarî konda debê erkêkyan becê geyandibê û kełkêkyan hebûbê. bełam têpeř bûnî řojgar û «titur»y ziman le kełkî xistûn û êsta le zimanî edebîda bûnete zyadî. pêwîste eweş webîr bixeytewe ke eme le emřokeda. ke zimanî edebîman hêşta şwênewarî dyalêkit û «lihce»kanî zor pêwe mawe be hełe najmêrdirê û, tenya detwanîn tozê be nařewan û nafesîḧî danêyn. le wergêřanî tewaw başda, eger le têksite esłîyekeda tûşî zarawe yan îşare bo beserhat û ḧîkayet û şitêkî wa hatîn ke le zimanî kurdîda nîyew nenasrawe, debê ew zarawe û îşareye bihênîn û le dawênî lapeřekeda řûnî keynewe. wek: «hîç lotîyek selucî řet nakatewe» ke kak ’ebdułła le lapeřey «282»da hênawyetî. lotî le kurîda bew kesane dełên ke ta pêş şeřî duwemî cîhanîş be dêhatewe degeřan û, be dehoł û zuřnawe wirç û meymûnyan hełdepeřand. be mecaz be însanî bê’arîş dełên. le zimanî heřemey farsîda be manay «abucasimErebî»y ’eřebî bekar dehênrê. lew witeyey sereweda le cyatî «řind- řêyeke jêrî heye» bekarhatuwe ke le edebî farsîda be manay bêbak û «la abalî û laqîdFarsî»e. yanî ew kesey be řwałet bo lome deşê, bełam le dił û derûnî xoyda pak û بێخەۆشە. le sofîgerîda be manay weşwên kewtinî «ḧiq û ḧiqîqihErebî» û gwênedan be řwałet û «tiqlîd»e, «ḧafizKes» em wişeye zor bekar dehênê. «mira ruz azil karî be ciz rindî nifirmudindFarsî» yanî řojî ezel le řîndî bew lawe karêkyan be min nespard. le kurdîda «řend» be manay cwan û cwamêre. dełên «kîjêkî řende» yanî cwan û şoxe, «pyawêkî řende» yanî cwamêre be manay zewî beyarîş hatuwe. «sibuḧîFarsî» pyałeyek şerabe, ewaney şew serxoş bûn beyanî xwardûyanetewe. eme le şê’rî ḧafzida zor hatuwe. wek «gir fut şid siḧur çe niqsan sibuḧ- az minî kinind gişa talban yarFarsî» yanî ba parşêwîş lekîs çubê qeynaka, sebuḧî mawe. ewaney dawakarî yarin řoju be şerab deşkênin. lêreda îşare bo manay şerab û řoj û yar le barî sofîgerîyewe deka û dełê: ewaney deyanewê bigene dîdarî «mirad» ba ta’etî nîweşewîşyan lekîs çûbê qeynaka, beyanyan le «pîru dezgîr» ke dawakaran řênwênî deka, pît û bereket werdegirin û be hoy ewewe degene «mirad» . herweha hêndê wişey kem nasrawîş wek: «tane» lapeřey «184» , «wiçan» lapeřey «228», pejîwan lapeřey «365», «giro» «244» û hî tir.. debû le dawênî lapeřekanda manayan binûsrê. dełêm le dawênî lapeřekanda binûsraye. çunke min legeł ewe nîm ke le kotayî kitêbanda wişename denûsin. em kare ser le xwêner deşêwênê û naçarî deka her carêk tûşî wişeyekî nenasraw hat le wişenamekda boy bigeřê û bîdozêtewe û manay bizanê û bigeřêtewe ser xwêndinewekey. lem hatuçoyeda hewday mebesteke le zeynîda depsê. ke çend car peytapeyta tûşî em gêre û kêşeye hat weřez debê û kitêbeke fiřêdedate ewlawe. bełam ke le دûاێنی lapeřekeda manay lêdrabêtewe. gurc temaşay dekat û deřwa beřêy xoyewe. eme çend mebestêk bû le kitêbî gêle pyawda ke kak ’ebdułła ḧesen zade le zimanî farsîyewe kirdûyete kurdî weberçawim kewt. be řaşkawîyekî tewawîşewe dełêm em serincane le nirxî karekey em kem nakenewe û be kitêbêkî «380» lapeřeyyewe dyar nîn. we wergêřanekey be yekê le wergêřane here başekanî ta êsta le zimanî kurdîda dezanim û pîrozbayî lêdekem leser karî wergêřan ke karêkî zor pêwîst û benirxe û ewîş zor başî le dest dê şêlgîr bê.