dîwanî meḧwî û karî tazey mamosta melakerîm

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 23 Xulek  1477 Dîtin

şa’îrêkî fars gutenî: her tawê lem baẍe berê pêdega, tazetir û tazetrê pêdega. bełê binemałey têksitologî kurdî baxew, baxêkî zenwêr û piř leber. berî sałanî pêşûy em baxe zenwêreman deskewt û tam û lezetîman çêşt. pîrî temen pîroz û lawî betîn û tawî zanyarî û edeb mamosta melakerîmKes hewełîn nemamî baxî têksitologîy edebî kurdî be řêkupêk kirdin û lêkołînewe dîwanî şay şa’îranî kurd mewlewîKes naşt. paşan wekû binemałeyekî wecax řûn kuřekanî pêgeyştin û lejêr çawe dêrîy bawkyanda fêrbûn û kewtine yarmetîdanî, emcar be herewez û be řênwênî mamosta melakerîm berî tazeyan lew baxe pêgeyand dîwanî nalîKes û şîrîn û xusrew y xanay qubadîKes yan řazandewe. êsta ewa berî tazetir pêgeyştuwe ke dîwanî meḧwîKesye. pipit û bereketî temenî pîrozî mamosta melakerîm, cige le kare benirxekanî, eweşe ke kuřekanî wa řahênawe be řêgay řast û řewanî xoyda biřon û xêr bo ziman û edebekeman bidenewe. mamosta melakerîm her wek hewełîn têksitologî kurdîye. hewełîn mamosta û dahênerî karî be kollêktîv yişe le meydanî edebî kurdîda legeł kuřekanî be gurûp û deste karî kirduwe û fêrî karî be kollêktîvî kirdûn ke le dinyay pêşkewtûda bawe û, dû ya çend kes be yekewe kitêbêk denûsin ya werdegêřn. ya karêkî tirî edebî û hunerî û zanyarî deken. çaweřwanî dekira edîb û nûser û lêkołerewey dîke, karî têksitologî le mamosta fêr bin. be řêgey ewda biřon. pirs û řay pê biken û le şarezayî û tecrebey zor benirxî ew behre wergirin. bełam bedaxewe ta êsta eme nekirawe. yek dû car lasayyekî ew kirawetewe. bełam negeştuwete řadey pesend! ewa dîwanî meḧwî be cwanî û řêkupêkî le le çapxaney kořî zanyarî kurd çap kirawe û le bayexî çapemenîy kurdî û çapxaney kořî zanyarî zyad deka. wekû le lapeřey 8- 9 y kitêbekeda hatuwe le sałî 1960ewe ta sałî 1977 çend edîb û lêzan, tak tak û cût cût û, be deste xerîkî kokirdinewe û nûsînewey em dîwane û, bîruřa derbiřîn le barey şê’rekanî dîwaneke bûn. lêreşda legeł řêz û qedirzanînî karî ewanî dîke ke lew cêgeyeda nawyan hatuwe û pêwîst be dûpate kirdinewe nîye. bêguman be řay ewanîş mamosta melakerîm dîsan şaswarî meydane, çunke dîwaneke piře le zarawey sofîgerî û felsefey îslamî û îşare bo ayetî qur’an û ḧedîsî pêẍember ke zanayekî payeberzî ayînî û berçaw berîn û firewanî wek mamosta melakerîm nebê, dijware ewaney bo biçêtewe ser yek û ew metełe qursaney lew şê’raneda hatûn hełênê. ewey lêreda min beşbeḧałî xom le řadebeder pêy diłxoşim eweye ke her lew lapeřey 9 yeda kak muḧemmedî melakerîm nûsîwyetî:«le seretay sałî 1977da pêş destikirdin be çap, min û mamosta şêx muḧemmedî meḧwî û kakey fellaḧ kořêkî dirêjman girt û le serincekanî kakey fellaḧ û komełê serinc û pêşnyarî mamosta şêx muḧemmedman kołîyewe û hemû şitêkman le barey ewane biřîyewe û biřyarî pêwîstiman bo çonyetî le çapdanî dîwanekeda».. ema nîşaney eweye ke karî be herewezî edebî le çwarçêwey binemałey têksitologîyewe xoy geyanduwete derewey ew çwaçêweye û hîway ewe peyda buwe pere bigrê û telîsmî (îndyoydutalîsim) {fn|îndîwîdu’alîsim Individualism wişeyekî feřensîye sê manay heye: yekem: řêbazêkî felsefîye wîst û sûdî şexsî le serewey sûd û mesłeḧetî komeł dadenê. dûhem: bîruřay îndiwîdu’alîstî řûdawekan û beserhatekan wek netîcey kirdewe û têkoşanî şexsyet dezanê, nek hîy hemû xełk û çînekan.

sêhem: şepolêkî edebîye derk û famî şexsî derdebřê.} ya «taketî xom xomî» bişkêt û lew řewişt û akare dizêwey jyanî serdemî fî’odalîsim û derebegayetî tûşî êmey kirduwe řizgarman bê ke bê’ewey xoman bimanhewê le hestî na’agamanda be şêwey corbecor xoy denwênê û nek tenya le karî edebîda, le jyanî řojaneşmanda demançeřênête ser tełe û karî dizêwman pê deqewmênê. eger mitmane û pirs û řa le arada buwaye, êmeyş wekû ew hemû xełkî xwaye karî edebîy be destew herewezman debû. asewarî edebîman kodekirdayewe û le pirş û biławî řizgar debû. we hełe û çewt û çewêłî řûy nededa. bełam êsta gelê car eger kesê diłsozî bikaw be dostêkî xoşî biłê fiłane wişet dirust bekarnehênawe, ya fiłane witet ẍełete, eger be gijîşîda neçê belanî kemewe liçî lê hełdequrçênê. ca le tirsî «dewen be aş» piřkêşî naken hełey yektir řast kenewe. be awatewem ew kare başey kak muḧemmed gêřawyetewe «ew kořey bo pirs û řa le barey şê’rekanî meḧwî û çapkirdinî dîwanekey girtûyane» pere bigrê û lenaw řoşnibîr û edîb û nûserekanmanda bibête baw, pirs û řa be yektir û hawkarî kirdin legeł yektir bête arawe, be mendî û leserxo le mebestekan bikołnewe, le bas û xwasî edebîda ewey pałî be delîl û bełge dirawe û becêye biselmênin, dena be nerim û nyanî û be delîl û bełge řetî kenewe. dway ew qisane em pirsyare dête pêşewe: daxo em dîwane ew hemû řence dehênê ke wekû kak muḧemmed le lapeřey 8- 9da deygêřêtewe, legełî kêşrawe? be řakşawî detwanim biłêm: bełê. çunke lew wiłataney ke jyanî «şarinşînî» pêşkewtuwe û řadey zanist û zanîn berze. em kare nek tenya legeł hemû çeşne asewarêkî edebî û mêjûyî xoyan, bełku legeł hîy xełkekan û gelekanî dîkeş deken û, le tojînewe û lêkołîneweyan kełkêkî zor werdegirin. êmeş eger be wirdî le asewarî kon û kilasîkî xoman ke yekê lewan «dîwanî meḧwî»ye bikołînewe, detwanîn legelê lawe kełkyan lê werbigrîn. zor kem çîkłidanî debê eger biłêyn em şê’rane sofî gerîn û be kełkî emřoman nayen û bîyannêyne ewlawe. hêndê nimûney ew kełk û sûdey detwanrê le tojînewey em dîwane wergîrê, řûnkirdinewey ew mebestaney xwareweye ke ta řadeyekî şayanî serinc, legeł jyanî ewsay şar û nawçey suleymanî aşnaman deka:

1. çeşnî bîrkirdinewey ew serdeme.

2. wişey zorî farsî û ’eřebî le şê’rî kurdî ew serdemeda û dozînewey hoy eme.

3. te’sîrî şê’rî farsî le kurdîda û sebebekey.

4. meḧwî le şê’rî kam şa’îrî farsî te’sîrî wergirtuwe û, be dway kam şa’îrî kurdida řoyştuwe?

5. çi îdyolojyek lem şê’raneda xoy denwênê û, te’sîrî baş ya xirapî ew îdyolojîye le komełda?

6. meḧwî bîruřay çi taqmêk derdebřê?

7. bîrkirdinewey meḧwî le çi çawgeyek aw dexwatewe, le çî nařazîye, nařazîyetîyekey bineřetî û qûłe, ya banekî û tenk witîware?

8. ew wişe řesene kurdîyaney bekarî hênawin.

9.daxo ew wişe kurdîyaney bekarî hênawin wişey ewsay şarî suleymanî bûn ya ne? eger wişey ew şare nebûn, hîy çi nawçeyek bûn? eger hî ewêş bûn boçî hêndêkyan gořawin?

10. teswîr û wênekêşan le şê’rî meḧwîda.

11. boçî zorbey şê’rekanî meḧwî qursin û gelê kes têyan nagen?

12. ew kesaney û ew karesate mêjûyyane îşareyan bo kirawe.

emane û gełê şitî tirî lem core. eme lemeř şê’rekanî meḧwî. le barey şê’rî kilasîkî dîkeş herwaye. cige lewane le «teşbye» û «kînaye» û «teswîr»e řesenekanîşî ke şeqłî mîllî û tenanet nawçeyî û cêgeyşyan pêwe bê, detwanrê kełk wergirê. ew mebestaney leserewe jimardimanin, lêreda cêgeyan nabêtewe qiseyan lê bikirê. bełam bo nimûne nextê basî kełk wergirtin le teswîrêkî řesenî meḧwî dekeyn ke şeqłî nawçey suleymanî pêweye:

zemaney piř te’eb detkate tîrok
letê nanit dedatê dûbeşî nok

řûkarî em şê’re pêman dełê: zemaney piř le meynet wek «tîrok» hełt dexulênê, ewsa letê nanit dedatê, ewîş dû beşî noke. be zimanî sadetir: ewendet meynet beser dênê ta leřû lawaz debê, ca paruwe nanêkî naxalist dedatê. em teswîre, wênekêşanêkî muceseme. mebesteke wekû şitêkî şayanî dest lêdan dexate berçaw. wêne nîşandanêkî giştîye, bo gişt kes û bo hemuwan şayanî têgeyştine. hemû kes zemane, meynet, tîrok, nan, nok têdega û le pêwendî nêwan ewane şarezaye. bełam dû girêy tîdaye yekyan meynet dîtnî tîrok be dest hewîrêkewe ke dû beşî nok bê. ewî tiryan hewîrî ew nane boçî dû beşî arde noke? ta êre řojgarî wênekeye. bo kirdinewey ew dû girêye debê biçîne ewdîwî manay şê’rekewe: le suleymanî baw buwe nextê ardî nokyan têkełî ardî genim kirduwe ta řengî naneke zerd û cwan bê. lemewe nan û nok aşnayetîyan peyda kirduwe. bełam ardî nok bê pêze. ke nextê pitrî têken hewîreke bê pêz deka û kirdinewey guntikêk hełxulanî tîrokî zyatrî dewê, xo eger bêt û dû beşî nok bê, hewîreke ewende biziř biziř debê tîrok ta guntikêk dekatewe twêx û lwêxî deçê. lêreda çwarsûçkey teşbîheke dête dest.

zemaney piř te’eb- leřu lawazkirdinî to.

hewîrêkî dû beşî nok bê- twêx û lwêx çûnî tîrok.

em pirsyare mawe wełamî bidrêtewe: boçî ew hewîre dû beşî noke? çunke genim keme. boçî genim keme? wełamekey şê’rêkî dîke deydatewe ke le deste şê’rêkî dîke daye:

beła her wek kule
dabarîye ser mezre’ey umêda
meger ew tîpî mujgane
biken wek ’eynemel çarê

emcar waz le menay řûkarî şê’reke dênîn û řastewxo deçîne ewdîwewey. bełam ew dîwey ke ême le řêgey kełk wergirtin le teswîrewe mebestimane. kulle hatuwe û genmî be şînî xwarduwe. wekû dezanîn kulle beharan dê. dway kulle derfetî çandinî nok demênê. nokyan çanduwe û êsta kembûnî ardî genim bih ardî nok piř dekenewe. ey boçî berberekanêy kulleyan nekirduwe û pêş ewey zyan bida. neyanfewtanduwe? hewłî eweyşyan dawe. mamosta melakerîm le manay em şê’reda nûsîwyetî: ’eynemel bałdarêkî řeşe, le çolekeyekî qełew gewretre. zor dujminî kulleye û pol polîş defiřn. zyanîşî bo mîwe zore. her sałêk zor bê denêrin lew wiłataney ’eynemelyan tyaye, awî kanî dehênin û be deẍił û dan û nawbaxîda depřijênin, gwaye ’eynemel be dway awî wiłatekey dêt û dest deka be qełaçokirdinî kulle lew şwêneda ke aweke kirawe be deẍił û dan û nawbaxîda. wekû hêndê eşkewtî a heye kotrî zor têdaye û pêy dełên «kune kotir», cêgay waş le hawşar «le nawçey mukiryan» heye ’eynemelî têdaye, pêy dełên «heywan sarî». ew eşkewte awîşî têdaye. bo hênanî ’eynemel bo ser kulle çûn lew aweyan hênawe. eger zeynî xoman berçaw teng nekeyn detwanîn biłêyn řenge řast bê, ’eynemel be dway awekeda hatbê. wekû şitêkî bełge bo îspatî nebê, natwanîn le serî bwêstîn, ke delîl bo řetkirdineweşî nebê, natwanîn leser řetkirdinewey pêdagrîn. nezanînî ême hîç katê delîlî nebûnî şit nîye. tebî’et řaz û nihênî way zor heye ke ême bexeyałîşmanda nehatuwe. êsta eger be kabrayekî sawîlkey ladêyî biłêyn: seg diz û şitî dizyetî dedozêtewe. eger destełatî bibê lewaneye sengesarit bika. dełê xwaye be zyadî neka, segîş bû be ẍeybizan! keçî debînîn le gelê cê polîs bo dozînewey diz û şitî dizyetî kełk le seg werdegrê. beher cor, eger řastîş nebê, nîşaney ewey ke çînî werzêřî kurd arezûy ewe buwe bełay maddî be şitêkî madî çare bika û be çeşnî efsane arezuweke xoy derbiřîwe û paşan zanist boy pêkhênawe. ewey ta êre le barey nanî tîrî û nanêkî dû beşî nok bê û, zorbûnî kulle û awatî fewtandinî kulle be çeşnêkî řast ya efsaneyî gutman eger zorî wirdikeynewe řenge bo pizîşkîş cêgay serinc bê ke nanî tîrî çi gořanêkî kîmyayî le maddey qend û nîşastey genmeda pêkdênê. ême çuzanîn. beşkim nanî tîrî ke tenke û baş debirjê zûtir hezim bêt û maddey qendîşî kemtir têda bimênê. emcar ew naney ewende nokey têdabê çi karêk dekate organîzmî ewaney deyxon? eme pizîşk deyzanê. herweha bo pispořêkî kiştukałîş wekû parçeyek le mêjûy kiştukałî ew naçeye cêy serince. pispořî abûrîş serî hewday dakewtûyî abûrî ew nawçeyey dest dekewê ke binçînekey leser abûrîy kiştukałî buwe û kiştukałekeş ewende be şêwey seretayî buwe le beramber kulle û bełay dîkey wekû «sin» û «hařîye» û «jeng» û «giře» da xoy řanegirtuwe.. em dîmene ew wexte be tewawetî xoy denwênê ke degeye em şê’re:

bo pare ḧeyfe
xo dekeye pûlî nařewac
bo parwêkî nan esefe
řûdekey be sac

ke beser řûkarî manay em şê’reda têpeřîn û biçîne ewdîwewey, debînîn ewsa le şarî suleymanî be sac yan bih sacîş nan kirawe. nan be sac kirdin dyardeyekî jyanî xêłayetî û koçerîye û pêman dełê akar û xûřewştî fî’odalîzmî nêwe xêłekî hêşta be tewjim buwe ke yekê le taybetîyekanî îndîwîdu’alîzme- keye. îtir kilîlî kirdinewey ew telîsmeman dest dekewê ke wekû le şê’rekanî meḧwîda debînîn her kesew her destew taqmey xełkî ew şare be peroşî komeł ya kesêkî tir û destew taqmêkî dîkewe nebuwe û, tenya xoy û sûdî xoy mebest buwe, ke emeş buwete hoy pare peristin, çił û çokerî, bêwefayî û bê emegî, kêşe û nakokî û beberekanê kirdinî yektir û şenkirdin lew layewe ke bay dê. legeł tewawî ewane, pêwîste serincî eweş bideyn ke meḧwî be řeşbînî řwanîwyete cîhan û xełk û komeł û tenya layenî selbî û dizêwî dîwe. her çend îdyolojîy sofîgerî be çeşnî giştî, ewe dexwazê, bełam řwangey xoşî destî leweda heye. egîna mewlewîş sofîyekî tox buwe, keçî hemû şitêk be cwan debînê, eme basêkî zor dirêjî dewê leber ewe beserîda têdepeřîn. şîkirdinewe û lêkołînewey qûłî edebî kilasîkî û xogeyandine ewdîwî řûkarî manakey, ke wekû le bîrim bê yekê le pispořekanî řexne û lêkołînewey edebî nawî nawe «manay mana», gelê şitî řaburdûman bo derdexa û serçawey gelê kar û kirdewe û xûřewştî êstaman bo řûn dekatewe. ewey le barey dîwî piştewey manay řwałetî û řûkarî ew şê’rane gutman: nimûney ewe bû ke detwanrê le kînaye û teswîrî şê’rî şa’îranî berz gelê kełkî wa wergîrê ke lewaneye mebestî şa’îreke nebûbê, legeł eweş boman heye ew kełke wergirîn bo nimûne wek şîrêk ya taqe şałêkî kîşmîr û kirman ke sed dû sed sał lemepêş dirust kirabê û tenrabê û êsta le mûzeyek danrabê. bêguman ew asnigere û ew cołaye, wextî xoy ew şîre û ew taqe şałeyan bo ewe dirust nekirduwe û netenîwe ke dway sed dû sed sał le mûze danrên. keçî êsta ewa le mûze danrawin û lêzananî ew sin’atane be wirdibûnewe lewane çilonayetîy asin û połay ewsa û çonyetî sen’etî şîr dirustikirdin û çeşnî řistin û řengikirdin û tenînî ewsay şał têdegen. wa başe emeş biłêyn ke ême hemîşe û le hemû cêgayek natwanîn û boman nîye em kare bikeyn. eme lew cêgaye diruste ke şa’îr xoy, ya îdyolojî û bîruřay giştî ew, ya cêga û zemanî jyanî ew- herkamêkyan le cêy şayanî xoyda û beşbeḧałî xoy- nîşaneyekî way danenabê pelman bigrê û bimanbate dîwî piştewey manay řûkarî şê’reke. eger daynabê debê bê lamcûmî dway şa’îr kewîn, dena şê’reke be layekî dîkeda dexeyn û le cyatî ewey mebesteke řûn keynewe deyşêwênîn. bedaxewe le pêşekîye cwanekey kak muḧemmed û hî dîkeşda bonî eme dekirê, wek em şê’re:

mu’ezzîn berqî şew
wek murẍî bêwade deşêwênê
hemû wextî le ême kirduwe
bem qûquwe zay’

lewe deçê em beyte îqtîbas bê le şê’rêkî «se’dîKes» ke le barey şêwanî bezmî şew be bangî bangider dełê:

mٶzin bang bî hingam birdaştFarsî
nimîdand ke çind az şib gizşite astFarsî

kak muḧemmed ew beytey kirduwete nimûne bo ewey meḧwî be çawî sûk temaşay řijêmî komełayetî kirduwe. wekû dezanîn bangider le řêjêmî komełayetîda nexiş û řołêkî way nîye ke be nawî sîmbulî řêjîm pelamar bidrê û, bangidan karêkî ayînî girinkîş nîye firîwdan û xełetandinî têdabê. be taybetî ke serincî beytî hewełî em deste şê’re dedey:

şetî awî ke zahîd bo wizûyek
kirdiwe zay’
feqîre her be bayek
ew hemû řencey bû zay’

serit sûř demênê û le xot depirsî em şa’îre dîndare çon sûkayetî be bang û be desniwêjîş deka ke şertî nwêje û nwêjîş wacbêkî giringî aynîye? bełam ke dêtewe bîrman emane şê’rî meḧwîn û meḧwîş xelîfey şêx beha’eddîn û bawkî xelîfey şêx sîraceddîn û tenanet bapîrîşî her şêx buwe û xoy xawen xaneqaş buwe, seretay em maşere ałozaweman dest dekewê û hełîdekeyn ta demangeyenête manay ewdîwî şê’rekan. ewdîwî manay ew dû şê’re û hî dîkey wek emaneş cîhanî sofîyetîye. lem cîhaneda sofî řwałetî şerî’et û kar û kirdewey şikłî û zahîrî benirx nazanê. zimanî ḧałî eweye: ta weşwênkewtinî řêgayek ke řastewxo wergirtinî feyz û behre le xuda delwênê mumkîne, boçî debê weşwênkewtinî řêgay nařastewxo be fîřo bidrê. cige lewe şer’ «ho»ye bo geyştin be ḧeq ke xudaye. ke «’arîf» geyşte ḧeq, îtir pêdawîstî bem şite řwałetîyane nîye.

bayezîdî bestamî gûtûyetî: «le nwêj, le řawestanî leş bewlawem nedî û, le řojû le birsyayetî bewlawem nedî, ewey heme le fezlî ewe nek le kirdewey min. ewey heme pêş herdû dinyaye. bełam bendey bextewer eweye ke deřwaw qaçî be gencêkda deçê û dewłemend debê».

celaledînî řomîKes kar û kirdewey zahîrî mebeste, ’îbadetî bedenî û zimanî be dełał dadenê û dełê:

ayn nimaz û ruze û ḧic û cihadFarsî
him gwahî dade ast bir a’tiqadFarsî

ta be dway eweda axrekey dełê:

qul û fi’il an bul rincuran budFarsî
ke tibîb cisim ra birhan budFarsî
wan tibîbî ruḧ dir canş rudFarsî
wiz re can andir aymanş rudFarsî
ḧactiş nibud be fi’il û qul xubFarsî
aḧziruhim, him cwasîs alqubErebî

le cêgayekî tir be îşare kirdin bo em ewaneda dełê: geyştûmete payey «’arîf» û deşubhênê û dełê:

çunke ba mi’şuq giştî himnişînFarsî
difi’ kin dilalganra bi’d azînFarsî

miḧwîş lew dû şê’re û hî dîkey wek mebeste,’îbadetî bedenî û zimanî be dełał dezanê û dełê legeł yar danîştûm û îtir pêwîstim be dełał nîye. lêreda be cêye manay «’arîf» ke zaraweyekî sofîgerîye řûn keynewe. ebu’elî sînaKes le kitêbî «aşaratNava taybet»da dełê: ( ew kesey le nî’met û xoşî dinya waz bênê pêy dełên zahîd . ew kesey wiryay becêgeyandinî ’îbadet wekû nwêj û řojû bê pêy dełên ’abîd. ew kesey fîkir û bîrî xoy be qudsî ceberûtewe xerîk bika û le sîřiř û nihênî xoyda çaweřwanî tîşkî nûrî ḧeq bê pêy dełên «’arîf». ) «’arîf» ’emel û karî qelb û diłî le ’emelî leş û endamî beden belawe baştire, bełam her lewkateşda zor wext karî leş û bedenîşî terk nekirduwe, bełam karî qelbî bebniçîne zanîwe. be witeyekî dîke sofî deygut endamî taybetî jyanî ayînî qebe û hîçî tir. endamî dîkey beden endamî waqî’î jyanî ayînî nîn. detwanîn biłêyn bineřetî ew bîruřayetî meḧwî le zorbey şê’rekanîda deyniwênê îdyalîstî û fenatîsmêkî nek tenya ayînî, awřî leme dawetewe û be nerim û nyanî le lapeřey «28»da nûsîwyetî: «.. wa debê hestêkî qederîyaney paşkewtûyş le bîrî meḧwîda bedî dekeyn ke înkarî dewrî hemû hoyek deka le jyanda û însan deka be pûşkeyek be dem bay qederewe». bełam dway ewe ke le lapeře «27»da nawî «nalî»yişî hênawete naw, heq wabû lêreda biłê nalîş herwaye, çunke ewîş dełê:

eḧwelî tefrete nezer
teqwîyetî sebeb deka

ya dełê:

sehim û nesîbî esłîye..
beḧsî گیاە û gił nîye..
tûtne xercî sûtne..
modne maçî leb deka..

meḧwî sofî buwe û îdyolojîyekey ewey xwastuwe, nalî boç?

eger neçîne qûłayyewe û, be sadeyî û řêřewî wełamî em pirsyare bideynewe detwanîn biłêyn le layek şê’rî ’îrfanî ya sofîyane, leber hêndê şit ke lêreda cêy baskirdinyan nabêtewe, le edebî gele musłimanekanda zor wird û qûłe û, sen’etî cwanî têda kirawe û şêwey dirkandinî mebestekanî zor naske. sebaret beme hêndê lew şa’îraney sofîş nebûn, em şêweyeyan bekar hênawe. le layekî dîke bîrî «cebir» û mil řakêşanî bê lamcûmî ke binçîney îdyolojîy ’îrfane, le serdemî jyanî nalî û meḧwîda û zor dway ewanîş, nek tenya le kurdistan, le tewawî cîhanî îslamda be corêkî wa zał buwe û gemaroy fîkir û bîrî xełkî dawe, tenanet hêndê «nisusErebî»y qur’anîşyan lebîr çûwetewe ya nawyanete lawe. bo nimûne dełên: le şeřî hewełî cîhanîda keştîye cengîyekanî îngilîs keştîyekanî ’usmanîyan ber top deda û řawdena. lewkateda parlemanî ’usmanî qisey le pesendkirdnî budcey xetmî «buxarî» bo serkewtinî keştîyekanî ’usmanî dekird. yekê le nwênerekan ke le çaw ewanî dîke wiryatir bû, gutî: keştîy dujmin be «buxar» degeřê, hîy ême be «buxarî».. nwênerekanî dîke lêy řastewe bûn, têrupřyan kuta û tenanet serîşyan şikand. ke dełêyn pêdageřan û lêkołînewey edebî kilasîk kełkî heye, yekê le kełkekanî zeq û zîndû, têgeyştin û řûnkirdinewey em meseleyeye ke le dwakewtûyî êstamanda beşbeḧałî xoy te’sîrêkî kemî nîye. ewa têksitologekan le barey dîwanî le barey dîwanî meḧwîş karî xoyan be cwanî kirduwe û, eger hełeş bê diłopêke le deryayek û řêgayan bo lêkołînewey qûł û kełk wergirtin lew şê’rane kirduwetewe, bo herkesê byewê pêyanewe xerîk bê. bê cê nabê lêreda mebestêk webîr xeynewe ke bo lêdwan deşê. ewîş eweye le serewey çepke şê’rekanî kotayyan be pîtêk dê, nûsrawe tîp. lam waye bekarhênanî «tîp» le cyatî «ḧirf» le cêy xoyda nîye, çunke «tîp» wişeyekî yonanîye, esłekey «Typos»e be manay sîma û mudîl û formî şitêk, ya new’ û desteyek. le kurdîşda be manay pol û deste û taqme. ewe nîye meḧwîş lew şê’reda ke le serewe basman kird dełê:

meger ew tîpî mujgane
biken wek ’eynemel çarê

wabzanim dirustekey pîte. delîlîş bo eme heye. bełam leser řoyştinî zor dirêje dekêşê. heřemey xełkîş her pît bekar dênin û be kolke xwêndewar dełên: dû pît û letêkî xwênduwe.