bîrewerîyek: qaremanêkî mindał

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 11 Xulek  793 Dîtin
’ilî qidir fizil almir’ tatî xitubihErebî
wîḧimd min alisbir mima yisîbihErebî
fimin qil fîma yiltiqîh astibarhErebî
liqid qil fîma yirticîh nisîbihErebî

cwanî gutwe şa’îrî ’eřeb: însan çi tak û çi komeł çend gewre û mezin bê bew endazeyeş derd û beła řûy têdeka. ḧizbî şîw’î ’êraq lejêr ew diruşmeda xebatî kirduwe û deyka: «nîştimanêkî azad û gelêkî bextyar». em diruşme witeyekî kurte, gutnî be dem asane, naweřokêkî zor gewrey heye. ew naweřoke gewreye ḧizbî berengarî îsti’marî îngilîzî û ḧikumetî destinêjî ew û çînî derebeg û tewawî koneperestekan kird. ewane hemûyan pelamarî ḧizb û endamekanî ḧizbyan da. be pêy gewreyî nawřokî diruşmeke, we le twanay ew hemû dujmine beqeweteda derd û beła û meynet řûykirde ḧizb û endamekanî. bełam be îradeyekî asnînewe xoyan řagirt, bew hemû gêjełuke û tofaneda têpeřîn. we ewa be serberzîyewe temenî ḧizbyan geyandote çil sałane. dełêy însan lih temenî çil sałeyîda degate řadey kemał, ḧizbîş tecrebey dewłemendî çil sał temenî xoy bêguman êsta le řadey kemałdaye. ewey lêreda deygêřmewe diłopêke le deryayek û yekêke le hezaran beła û meynet ke beser şîw’îyekanî ’êraqda hat. ḧizb xoy be têkřayî û be mêjûyewe, endamekanî take take be xoyan û be beserhatyanewe be hezaran tał û hewda pêwendîyan be řewtî abûrî û syasî û komełayetî çil sałey ’êraq û cîhanewe heye. we eme meydanêkî ewende heraw û berîne zor be asanî pyaw têyda win debê. leber ewe taqe řûdawêkî lê depçiřîn û le qujbinêkî teskewe têy deřwanîn karman bewe nîye ew kesaney lêreda basyan dekirê emřo çonin û çi karen, ême be çawî ewsa temaşayan dekeyn we le çwar çêwey ew zemaneda beserhateke degêřînewe. başim le bîr nîye wabzanim sałî 1956bû, le girtûxaney giştî beẍdaCih- muqif ’am- bûyn. girtûxane le beyanyewe ta nîweřo cimucoł bû. gîrawekan le ḧewşekeda taq û cût pyaseyan dekird, bełam çawyan le derga asnîneke bû, kê deben û kê dehênin? hemû kesê xoy amade kirdibû, daxo key bangî deken. kutupiř ’erîf se’dun ya ’ebdûzehra, ya teşar le pişt dergakewe nawêkî degut, xiřey dergake dehat, deçuwe derewe le çaw win debû. kê deyzanî bo kwêyan debird û çî lêdehat? carêkî dîke kutupiř dergake xiřey dehat. yekêk ya çend kesyan dekirde jûrewe. bełam emcare demantiwanî bizanîn kên û le kwêwe hênawyanin. nîweřo wirde wirde girtûxane hêdî debowe. řoyştuwekan řoyştûn, ewaneş ke mabûnewe legeł taze hênrawekan destyan dekird be qise û bas. qise û bas be çeşnî giştî le dewrî çend pirsyarda dexulawe: ser be çi layekî? key gîrawî? hîçit lê gîrawe? çendyan azar dawî? bełam em pirsyar û wełamane be pêy ḧałî her kesêkî taze hênraw taze debunewe. çunke her kamêkyan le cêgayek gîrabû. be corêk gîrabû be çeşnêk lêy pirsirabû we be terzêk cezrebe dirabû. cige leman, le taze hênrawekan eweş dezanra ew cêgayey lêyewe hênrawin çend kesî lêye û çi bełayekyan beserhatuwe. be kurtî ew řoje mêşkî însan hêndêkî dîkey le jimarey gîrawan û le çeşnî azardan û kuşt û piř lê de’axnirawe amade debowe bo sibeynê ke ewendey dîkey tê exnirêtewe. lem qujbine biçukeda ke le tewîley małe dewłemendêk gewretir nebû, dû dinyay seyr û semere debînra we hemîşe be berçawewe bû. yekyan dinyay gîrawekan, ewî dîkeş dinyay zîndanewanekan. seyr ke ew wexte baş dyarî deda ke le řwangey «ticrîd»ewe serincî bidey. yanî meseleke wekû mirîşkî aweřûtkiraw le hemû peřupoyek řût keyewe û temaşay key. emane leser ewe gîrabûn ke gûtûyane «nîştimanêkî azad û gelêkî bextyar» şanyan weber têła û kutek dabû, leser qisey xoyan wêstabûn. ewanîş leher çwar wişey nîştiman, azad, gel, bextyar be taqe taqe û beyekewe bêxeber bûn. we leser em zewîye bore û lejêr em asmane şîneda lem çwar wişeye zyatir şareza nebûn: zîndan kelepçe, mu’mur merkez, mi’aş! lem ḧewşeyeda dinyay cehil û nezanînî řeş fermanřewa bû beser dinyay bîrî řûnak û hestî însanetîda. teşar ke zîndanewanêkî pîremêrd û dem kelewa bû. her carêk ke deyxuřye yekêk le gîrawekan pyaw le layek dax deçuwe diłî, le layekîş pêkenînî be gałtey řojgar dehat ke beşer yet çon bote gepcarê caneweran! řojêk lew řojane xiřey dergay asnîn hat, ’erîf se’dun çwar kesî kirde jûrewe. sê kuř û pyawêk, dwanyan kurte bała, dwanîşyan kełeget. pyaweke lêyanda bû destyan şikandibû, le giçyan girtibû. kuřêkîşyan qaçêkî şikabû le geç gîrabû. lêyan kobûnewe, dway çak û xoşî destiman kird be lêpirsînyan. pyawe dest şikaweke nawî «sabit» bû, kuře qaç şikaweke nawî «kazim» bû. ewanî dîkeş yekêkyan nawî «’ednan» bû, le xopîşandanî geřekî «feził» da gîrabûn. lew xopîşandaneda polîs û xopîşanderekan begij yekda çûbuwe, we çend kes le herdûla birîndar bûbûn. em çwar kese bewe tawanbar kirabûn ke polîsêkyan gwaya birîndar kirduwe.pêwîst bewe naka ke biłêyn çonyan lê dabûn. geçekey dest û qaçyan şahîdî deda çyan beser hatuwe. dest şikaweke ḧałî baştir bû, deytiwanî bêt û biçê. bełam qaç şikaweke debû biçne binbałî bîbene ser aw û bîhênnewe. dway çend řoj bîstiman polîse birîndareke mirduwe, jinî polîseke be şîwen û giryan çote małî nûrî se’îd, nûrî se’îd bełênî dawetê yekê lem çwar kise- tawanbar bin ya bêtawan- le cyatî mêrdekey î’dam kat, îtir ewe fermanî paşaye, we yekê lem çware, qebir demî bo dapçiřîwe. bełam kamyan? xoyan û bextyan! le katêkî awada debû her çwaryan bitirsin. le gyan û jyan bû, her kesêkîş biłê be peroşî gyan û jyanewe nîm, diro dekat. keçî hîçyan tirs û lawazîyan lê dyar nebû, bełam dest şikaw û qaç şikaw her be řastî detgut be peroşî gyan û jyanewe nîn. řojêk nizîkey se’at heştî xiře le dergake hat, ’erîf se’dûn bangî kirdin û birdinî. nîweřo hatnewe, kazim her wek xoy bû, syanekey dîke wadyar bû giryabûn, çawyan piř bû le firmêsk lêman pirsîn, «sabit» gutî: şême «tibrye» bûyn, bełam mid’î al’amErebî daway î’damî kazmî kird. polîs ewanî bird û kazim mayewe. ew şewe kazim deygut ḧisabî tûr û gêzer dekat, zor leserxo û begep û gałtewe dîfa’î xoy nûsî û lêy xewt beyanî ser le nwê dergekeyan kirdewe û kazmyan bird. tewawî girtûxaneke keş û mat bû, hemûman çaweřwan bûyn, nîweřo têpeřî û kazmyan nehênayewe, kewtîne pirsyar, bełam kê depirsê, kêt des dekewê wełamit bidatewe? be dewrî ’erîf se’dûnda kewtîne dawe luze, taq û cût deçûyn belayewe. yekê pakete cigerey dedaye, yekêkî bîbsî kolay bo dekřî, le qise û basda îşareyekman bo kazim dekird, bełam ’erîf wekû beraz ’ezrî bû, miteq le dar û berdewe bihataye lewewe nedehat. kabrayekî ketey şan û beho û dilêr le nawmanda bû, nawî «eḧmed ebulneftKes» bû, syasî nebû, tawanbar kirabû bewe ke le kuştinî kabrayekda destî heye. eḧmed legeł şîw’yekan nêwanî xoş bû. naznawî «ebulneft»yişî bem boneye wergirtibû. eḧmed lewepêş carêkî dîkeş ḧepis buwe. legeł gîrawe syasîyekan le bendîxane buwe. polîs wîstûyetî gîrawe syasîyekan berê bo «niqre silman». ewanîş manyan girtuwe û amade nebûn biçin. polîs xerîk buwe dergake bikatewe û be zor byanbat. gîrawekan ber dergayan girtuwe û řêgay polîsyan nedawe. eḧmed tenekeyek newtî birduwete lay dergake, dû gîrawî be şiqartewe lewlawe řagirtuwe, peytapeyta demî piř kirduwe le newt û pixî kirdote naw dergake, emanîş şiqarteyan lêdawe. naw dergake piř buwe le agir, çend polîs agiryan girtuwe, axrekey polîs le banewe teqey kirduwe û eḧmed gulle le qaçî dirawe.

lewsawe be «ebulneft» nawbangî derkirduwe. eḧmed le mełbendî bendîxane û zîndanda core azadîyekî hebû, be asanî deytiwanî be naw zîndanî gewreda bigeřê û serî dost û aşnakanî bidat. em core gîrawane belay polîsewe çeşne řêzêkyan hebû. çunke şitêkyan lê hełdewerî we lewaneş bûn eger tûře bikirên be hoy deste û taqmekeyanewe le derewe dest bweşênin. eḧmed gutî deçme bendîxaney gewre beşkim xeberî kezim bizanim. dway çend sa’et hatewe û gutî: kazim ḧukmî î’dam dirawe, le jûrî î’dame, zincîrî le pêdaye, wekû şêr le jûrî î’dam be taqî tenya danîştuwe, eweş ke her be xeyałîda nîye merge. siławî le hemûtan dekird. dway çend řoj, gîrawî taze hênraw deyangut le dadga katê ḧukmî î’damî xwêndotewe, kazim zor be hêmnî û leserxo gwêy lêgirtuwe ta tewaw buwe. paşan gutûyetî şanazî dekem ke leser şîw’îyet dekujrêm. bijî şîw’îyet. çend parêzer ke wekû seyranker lewê bûn, bûnete parêzerî ew, we ḧukmekeyan «temîz» kirduwe. eḧmed carubar deçû serî kazmî deda, dû sê mangî řabûrd carî dwayî ke eḧmed çû hatewe, gutî: dwênê lîjneyek le parêzer û duktor û ḧakim û efserî polîs çuwete lay kazim, pêwawyane çend dirêje, çend estûre, temenî çendeye. we gelê pirsyarî dîkeyan lêkirduwe. dû sê řojî pêçû, řojnameyekyan destikewt, biřyarî dadgay «temîz»y têdabû. biřyareke zor dirêj bû, sê lapeřey řojnamekey girtibû. ew pirsyaraney lesere mergida le polîse kirduweke kirabûn hîç kamêk lem çwar kesey negirtibuwewe, le ber ewe ke «paşa» fermanî dabû yekêkyan le cyatî polîseke î’dam ken, polîs wełamî pirsyarekey derhênabû, bełam be řêkewt taqe peřeyekî le dosyekeda mabû, yekê lew delîlaney ke dadgay «temîz» qebûłî kirdibûn em taqe peřeye bû. polîseke gutbûy: «pyawêkî qełewî çwarşaney kurtebała be xencer le minî da». ew lîjneye boy derkewt ke kazim pyaw nîye, kuře û mindałe «çunke hêşta hejde sałî tewaw nekirdibû qełew nîye lawaze», kurte bała nîye dirêje. dadgay «temîz» kazmî «tebrye» kird û hênayane lay ême. dway çend řoj «’erîf se’dûn» xiřey le dergay asin hêna û neřandî: kazim!

-kazim řoyşit, dway nizîkey se’atêk hatewe û pêdekenî.

-kazim, çi base?

-şitêkî seyre dû efserî «teḧqîqatî cena’î» hatuwe, pêm dełên «bera’e» bide tebrye debî. gutim: kakî xom ḧukmî î’dam diram bera’em neda gutim bijî şîw’îyet. wêstake«tebrye» kirawim «bera’e» bidem!? gutyan: ke waye? berit nadeyn. gutim êre herçende naxoş bê dîsan le qebir her baştire, zor çake ba her lêre bim! le řojnamey «bîrî nwê», ji 104, 1974/7/14 da biław botewe.

-kak miḧemmedî mela kerîm nûsîwye: ew sałe 1953 buwe. mamosta qizłicî lew sałeda le beẍda gîrawe û nêrrawetewe bo êran. min eme zor çak ezanim û lêy be agam.