mamosta mela kerîm hewełîn têksitologî kurdî

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 26 Xulek  1295 Dîtin

1. sereta

2. mamosta mela kerîm û «dîwanî mewlewî»

3. kak miḧemed û «şîrîn û xusrew»y «xananî qubadî»

4. ewan û kak fatêḧ û şê’rekanî «nalî»

-1-

«têksitologya» yarmetîy řêkupêkbûnî fîłołogî dedat. usûl û řêwşiwênî lêkołînewe û řastkirdnewey têksitekan û metnekanî kon û mêjîney edebî dekate giştî.

ew şitaney ke têksitologya lêyan dekołêtewe, birîtîn le têksitî eserekan û, le pêş hemûyanewe têksitî muşexxesî idebî kon, sened û bełge mêjûyîyekan, betaybetî eserî bê nawwinîşanî nûseran û dyarîkirdinî kat û mêjûy esere dêrînekan û amadekirdinya bo çap biławkirdinewe.

têksitologya, matryanłî tyûrîk û mêjûyî – ewaney ke betewawetî cêgay diłnyayî û şerî bineřetîn bo dozînewey layen û řêgay dirust bo lêkołînewe û pişkinînî ’îlmî û zanistî pêşkeş dekat.

bo ewey bigate amancî xoy. têksitologya xizmetî mîtode corawcorekan deka ke giringitrînî ewane lêkołînewe û şîkirdinewey amanicdare, ta çawge û řeçełey here biřwapêkiraw û cêgay diłnyayî tomar bika. ceryanî hełe û ẍełetekan le ḧałetî corawcorda pîşan dedat û têksite bineřetîyekey heweł serlenwê dabřêjêtewe. wirdkirdnewe û twêjînewey têksitologî cêgay hewełî heye le lêkołînewey mêjûyîy destinûsekanî nûser û řastkirdnewey nusxekan û nusxey çapkirawda be pêy nusxey nûser û bîrewerîyekan û matryałe pişkênrawekan û hî dîke.

biławkirawe ’îlmî û zanistîyekan hemîşe bîrewerîyekanî têksitologî û řûnkirdinewe û manalêdaneweyan legełe. têksitologya -wekû zanist- le řojgaranî zor konda xoy denwênê û karî řêdaktorî û řêkupêkkirdinî zanakanî îskenderîye le serdemî êlnîzim «kultûrî konî yonan», «sedekanî 1-4y p.z» ke lebarey têksitekanî «îlyadNava taybet»e homêreweyan kird, em xastîyetey hebû. wa dyare em kare le sedekanî naweřastida, ew katey ke zanistekanî yonanî wergêřrawnete ser zimanî ’eřebî, be çeşnî «ḧaşye» û «şerḧ» û wirdibûnewe le metnekan, le nûsrawe ’erebîyekanda peyda buwe.

zana aynîyekanî kurdîş em kareyan lew kitêbe ’eřebîyaneda kirduwe ke le nawyanda baw bûn. bełam le edebî kurdîda ewa êsta peyda debê. şanazîyeş weber mamosta melakerîmKes û kuřekanî kewtuwe.bo ew kesey em kare deka pêwîste:

1. nusxey zor, ewendey le twanada heye, peyda bikat

2. twanay ewey hebê xetî ew nusxane bixiwênêtewe.

3. ew nusxane legeł yektir berawird bika.

4. ewnde mend û leserxo bê le berawird kirdin û hełsengandinî nusxekanda neşłejê û zû şeket û mandû nebê.

5. wişeyek, ya witeyek, ya dêřêk, ke lew nusxaneda cyawazîy hebê dyarîy bikat.

6. ewey le naw hemûyanda be dirustî dezanê bidozêtewe.

7. bełgey be destewe bê bo dirust zanînî eweyan.

8. ewendey le sitîlî şa’îr û nûsereke şareza bê, ewey be dirustî zanîwe, piře be cêgay xoy bêt û le řewtî nûsrawekeda biguncêt û le şwênekey bikołêtewe.

9. ewendey zanyarî le barey naweřokî nûsraweke bibê, zarawe zanistî û abûrî û cuẍrafyayî û pîşeyî û wişe meḧellî û bêganekan û ew îşaretaney bo çîrok û efsaney kon û şitê folkilorî kirawin- binasê û biçête binc û binawanyan.

10. boney şê’rekan ya nûsraweke bidozêtewe.

11. kat û mêjûy ewane dyarî bikat û gelê şitî zor wirdî tir.

têksitologî kurd ke xerîkî têksite konekan debê, karî be wende nabřêtewe. debê le kone řênûsî farsîş şareza bê û ḧîncey ew wişe bêgananeş bizanê ke le têksiteda hatûn ta bitwanê be dirustî bîhênête ser řênûsî êstay kurdî.

mamosta mela kerîm hatuwe em řêga hewraz û lapê û piř le diřk û dał û hezar be hezarey girtuwete ber. ewîş le kwê? le dîwanî mewlewîda. «dek xwa le piştî bê û dest be bałî bigrê !». řastekey eweye eger berhemekem be çawî xom nedîtaye hergîz biřwam nedekird. bo çî? çunke tenya ewaney şarezay wez’î xefetawîy şwênewarî edebî kurdin dezanin karêkî çende dijwar û sexte. nusxekanî dîwanî mewlewî her yekeyan lay kesêk bûn. ew kesaneyş her yekeyan le nawçeyek û le gundêk. lewaneye pyaw destî bigate mang û estêran asantire ta ewan. mamosta mela kerîm twanîwye ḧewt nusxe le ḧewt kes wergirê ke le nêwan beẍdaCih û lay mayîdeşt dejîn. le çend kesî dîkeş parçe şê’rî mewlewîyKes wergirtuwe û bo çen kesîş ke bîstûyetî dîwanî mewlewîyan la heye û le nawçekanî qeredaẍî suleymanîCih û hewramanî lihon û seqizCih û cêgay tir dejîn namey nûsîwe û daway nusxey dîwanekey lêkirdûn, bełam wiłamî dest nekewtuwe. eme her bo mamosta mela kerîm delwê ke cige lewe zanayekî payeberzî aynîye, pyawêkî nîştiman perwere û bo xizmetî edebî gelekey xoy řenc deda û hemû kes xoşî dewê û řêzî lê degrê. mamosta ew nusxaney be wirdî berawird kirduwe. be pêy bełge û delîl şikłî dirustî le nadrust cya kirduwetewe û zor zanayane bem kare řageyştuwe. leber ewe le kone řênûsî farsî şarezaye destinûsekanî be çakî xwênduwetewe. leber ewe ke şêwey hewramî dezanê hełe û çewtîyekanî řast kirduwetewe, leber ewe ke zanayakî gurc û piřî aynîye û le ’îrfan û sofîgerîş agadare, ew zarawaney lemeř ayîn û sofîgerî le şê’rî mewlewîda hatûn - cwan řûn kirduwetewe. leber ewe ke maweyekî baş le «byareCih» mamostay zaniste aynîyekan buwe û byareyş nawendî sofîgerî buwe û mewlewî cige lewe ke xełkî ew nawçeye buwe têkełî legeł şêxekanî «tewêłe» û «byare» hebuwe û lenaw weçey sofîy em dwayyeşda zor beřêz û benawbang buwe û hemîşe beser dem û zaranewe buwe - mamosta twanîwyetî le barey bone û munasebetî şê’rekanîşewe pirs û řayekî baş bika û ewendey boy saẍ buwetewe ew munasebeteşî dyarîkirduwe. namewê be pîşandanî nimûne em nûsraweye dirêj kemewe. bełam bo ewey her be carêk desbetał nebim, em dû şê’re wekû nimûne degêřmewe:

muttesîf be wesif şe’nî û sîfatî
muşeřřef be feyz tecellay zatî
xelîfey seday «azin» şinefte
bełed ne saray etwar hefte

mamosta be boney dananî ew parçe şê’rey ke em dû beytey têda hatuwe dyarîkirduwe û denûsê: «melewî em qesîdeyey le wełamî nameyekî şêxî sîraceddînda wituwe ke gileyî lêkirduwe bo çî namey bo nanûsê». «sîfatî şe’nî - fî’lî• û «sîfatî zatî» û «etwarî hefte» zarawen. «azin»yiş îşarete bo ḧałetêk. mamosta me’nay lêdawnetewe û dełê: «ewsafî fî’lî» ew sîfetanen ke me’nay kirdin bigeyenin wek: řêpîşandan û yarmetîdan. ewsafî zatîş ew sîfetanen ke le şexsî xoyda hen û lew lanaden wek zanîn û twana.

etwarî hefte, ḧewt ḧełeke. ehlî tesewuf ełên murîd ebê be ḧewt ḧałda têpeřê ta bibê be murşîdî kamił. ḧewt ḧałekeş emanen: tesfyey řoḧ, tesfyey qelb, sîř, xefî, exfa, nefis, tebî’et. «azin» ye’nî nizîk berewe.mebest leweye xwa le şewî mî’racda be pêẍemberî fermuwe lêy nizîk bibêtewe. wate: ey şêxê ke ewsafî fî’lî û zatît heye û bereketî û derkewtinî nûrî zatî xwa lêy dway, ey şêxê ke cênşînî ew pêẍemberey ke bangî«nizîk berewe»y bîstuwe le xwaw û le meydanî ew ḧewt ḧałeda şarezay ke beser murîdda tê’epeřê.

mamosta mela kerîm mewlewîy zîndû kirduwetewe. çunke weçey řûnakbîr û xwêndewarî êsta şêwey hewramî nazanin, ew zarawaney lew şê’raneda hatûn şareza nîn, şê’rekan be corêkî waş le manay wird axnirawin bo ewan zor qurse. eger mamosta mela kerîm em kare gewreyey nekirdaye dijwar bû kesî dîke emey pêbkirdaye û, mewlewî le qujbinî ew małaned ke dîwanekeyan la heye qetîs debû kes destî neydegeyştê, be taybetî ke pîremêrd hêndê le şê’rekanî mewlewîy wergêřawe. îtir be hînekey em be nawî mewlewî bes dekira û esłî şê’rekan ke têksitêkî zor benirx û mêjûyîn le bîr deçûnewe. mamosta mela kerîm legeł ew hemû řenceş ke dawyetî legeł ew kare gewreyeş ke kirdûyetî, lew peřî xakîneyîda defermiwê: «min ewey le twanamda bû kirdim. wenebê biłêm kemu kurtî le îşekemda nîye, çunke piřojey wa hergîz be taqe kesêk bê kemu kurtî nahênrête dî». mamostay beřêz! ewî kirdûte karêkî zor benirxe. to taqe kesêk nî ... her be tenyayî komełe kesêkî. wekû le serewe gutra le şêwey hewramî şarezay. eme yek le koneřênûsî farsî şarezay. eme dû zanay aynît û zarawe aynîyekanî şê’rekanî mewlewît řûn kirduwetewe. eme sê. le sofîgerî agadarî û metełekanî em dîwanet hełênawe. eme çwar. le hunerî edebî kilasîkî kurdîda dewłemend û nexiş û nîgarî mewlewît xistuwete berçawan. eme pênc. xo eger lîjneyekîş bo em kare dabniraye le pênc kes tênedepeřî û řenge em kareşî awa be qûłî û be cwanî pê nekiraye. kemu kurtî eger bişbê le çaw tewaw û kemałeke, diłopêke le deryayek û naçarîşe, çunke nusxekan xoyan kemu kurtin, çunke baw nebuwe katî nûsînî şê’rekan û boney gutnyan dyarî bikirê. mamosta mela kerîm hewełîn «têksitolog»e le edebî kurdîda. mêjûy edebî kurdî be nawî hewełîn têksitolog minetbaryetî û hemîşe be řêzewe yadî deka. edebî kurd çaw le destîyetî ke ewendey le wezeda heye têksî hewramî wird û dirişt, be taybetî «marîfet û pîrşalyarî», «şê’rekanî bêsaranî» , «řołe bizanî» û têksitekanî folkilorî ew nawçeye kokatewe û lêyan bikołêtewe, çunke em kare her le dest ew dêt û kałayeke be bałay ew biřawe.

1. birîtîye le komełe zanistêk be taybetî le zeman û edebî yek ya çend xełkêk dekołêtewe. zanistekanî fîłołogî be dû lay bineřetîda deřon: zimannasî û edebnasî. le zemanî zûda «yonanî kon û řom» wişey fîłołogî be manay zanist û zanîn dostîye.

dîwanî nalî

kak miḧemedî melakerîm řazî «şîrîn û xusrewNava taybet»y şa’îrî nawdarî kurd «xanay qubadîKes»y ke pênc hezar û pênc sed û bîst û şeş beyte le kone řênûsî farsîyewe hênawete ser řênûsî êstay kurdî. eweş be hoy tenya dû nusxewe ke dway hewł û pirsyarêkî zor destî kewtuwe. em dû nusxeyey legeł yektir berawird kirduwe. têksitî dirustî be pêy twana dozîwetewe. le perawêzî lapeřekanda cyawazî nusxekanî dyarîkirduwe. ferhengokêkî 74 lapeřeyî bo nûsîwe. em ferhengoke yarmetîy ew kesane deda ke em kitêbe dexwênnewe. bełam xoy dełê: «ew xwêndewarey şarezay goranî «hewramî» nebê, tenya be seyr kirdinî ferhengokî dawênî kitêbeke karî be tewawî meyser nabê». herweha dełê: «çarîşim nebû. eger bimwîstaye hemû şê’rêkî ya zorbey şê’rekanî lêk bidemewe, kitêbeke lay kemî sê ewendey êstay«ke bebê ferhengoke ke 796 lapeřeye» lê derdeçû. eweş wate le çapnedanî, kořî zanyarî kurd bû twanî erkî le çapdanî bigrête estoy xoy. ewîş ew destełatey nebû kitêbêkî leme qebetir le çap bidat». şitêkî řûn û aşkiraye têksitêkî awa dêrîne û be şêwey hewramîy kon û, têkeław be wişey farsî nûsrawewe be kone řênûsî farsî, tenya be taqe dû nusxe lewende zyatrî legeł nakirê û, dozînewey şikłî cêgay diłnyayî û dařiştinewey serle nwêy şikłî dirust le tewawî kitêbêkî awa gewreda le wize be dere.

ca boye be heq dełê: «řastkirdnewey ew hełane besrawe be dozînewey nusxey řast û dirustî cwan nûsrawewe». kak muḧemmed bo manalêdanewey wişekan řwanîwyete gelê ferhengî farsî û kurdî. sereřay eweş dełê: «wişeyekî zorim lem kitêbeda hatuwete řê manayanim nezanîwe. nexwazeła ewaney pêwendîyan be kerestey ceng û şayî û xişił û cilubergî jinan û řaw û řabwardinî gewre gewrekan û řeng û şitî wawe heye. lêkdanewey emaneş ebê bikewête estoy ewaney şarezay jyanî řesenî kurdewarî û folkilorî mîllî û zimane êranîye konekanin». emeş qiseyekî zor diruste, le hestêkî pak û binc û binawanêkî zanistî hełdequłê. çunke karî têksitolog pitir, berawridkirdinî nusxekanî têksiteke û dozînewey şikłî dirust û cêgay diłnyayî û dařiştinewey řêkupêkî têksitekeye. îtir ewaney le zanistî corawcorda şarezan, her kamêkyan be pêy zanistekey xoy lêy dekołêtewe. bełam her le çwarçêwey ew dû têksiteda carubar tûşî hêndê şitê biçûk debîn, wekû pêdabûnî şitî cyawazî taze be hoy řênûsî êstay kurdîyewe... bo nimûne le hêndê cê nûsrawe «’îşq» û le hêndê cêy tir nûsrawe «’eşq». le hêndê cê «ẍełtan» û le hêndê cê «ẍeltan». le hêndê cê «şołe», le hêndêkîş «şu’le», le hêndê cê,«şehrûd», le hêndêkîş«şařûd». le hêndê cê «cur’e», le hêndêkîş «cer’e» û hî dîke. em şitêkî biçûke û kak muḧemmed xoyşî zor lêy agadare û ewende şayanî bas nîye. bełam boye deyhênmewe yad çunke erkî bineřetîy têksitolog dozînewey şikłî diruste. eger hat û şikłêkî be dirust zanî û lêy diłnya bû debê hemîşe ewe bigrêt neçête ser şikłêkî dîke. meger hêndê şitî wa tûş bê ke naçarî bikat. ew wexte debê hoy naçarîyeke řûn katewe. le perawêzî lapeře 15 da be boney em beytewe

be lefiz kurdî, kurdistan temam
pêş buwan meḧfûz. baqî «walsilamErebî».

kak muḧemmed nûsîwye: «lam waye leme derdekewê kewa ta ew serdemeş xana em kitêbey nûsîwe şêwey goranî «hewramî» zimanî edebî yekgirtûy kurdistan řojhełat buwe... boye min lêreda «kurdistan temam» ekey xana exeme çwar çêwey kurdistanî řojhełatewe, çunke le bakûr û řoj’away kurdistanî gewreda lew serdemeda zimanêkî edebîy tir buwe ke kirmancîy seruwe». her çend lêreda le basekeman -ke basêkî têksitologîye- derdeçîn, bełam derfete û hatote pêşewe, wa başe nextêkî lê bidwêyn. le zuwewe nawçey sine pêy gutrawe«kurdistan». kurdistanî erdełan û le nexşey zemanî qacarekan «xakî erdełanîşî» pê gutrawe, eme meseleyekî mêjûyye debê lêy bikołrêtewe. wa dyare mebestî «xanaKes» le «kurdistan temam» nawçey sine bûbêt ke nawçeyekî zor herawe û detwanim biłêm emřoş zorbey xełkî ewê le şê’rekanî xana degen. kak miḧemmed dełê:«lam waye.. ta ew serdemeş xana em kitêbey nûsîwe, şêwey goranî hewramî zimanî yekgirtûyî kurdistanî řojhełat buwe». nek«ta ew serdeme»leweş be dwa. le nûsînî em pêşekîyeda zor be pele buwe û serqał buwe, egîna mamosta mela kerîm nawî gelê şa’îr debat ke zor dway xana jyawin û legeł mewlewî nameyan bo yektir nûsîwe û tenanet le řûnkirdinewey dîwanekey mewlewîda carubar şê’rîşyan lê degêřêtewe ke her bem şêweye gutrawin. çi dekey legeł řojgar«mał le mał xo ḧerame» û kes destî nagate ewê. egîna řenge êstaş hî wa hebin ke bem şêweye şê’ir biłên. bełê řaste «zimanî edebîy yekgirtûy kurdistanî řojhełat buwe». ewîş çi zimanêk zimanêkî řewan û řêkupêk wa ke le barî dařiştin û edaw hêz û pêzî geyandinî manawe lêy wirdibyewe serit sûř demênê. eweta bew hemû bêkesî û laremlîyewe legeł edebî farsîy kon ke ew hemû xizmetey kirawe şan deşekênê. zorbey ew şê’raney bem şêweye gutrawin be corêkî wa barkirawin le mana û mebest ke wişekan le jêr qursayî ew bareda nirkenrikyane. keçî ke deyanxiwênîyewe tûşî çał û çoł û kend û kiło nayey û wek awî řewan wan. eme boçî waye? bo wełamî em pirsyare debê bigeřêynewe bo lay řojgaranî zor kon. bo ew zemaney ke eme zimanî aynî buwe. mewlewî le parçe şê’rêkda şemał řadespêrê. řaspêrîyekanî xoy pê dełê ta degate em beyte:

ser berker leser kwê ateşgawe
bidye we mesken «xanegaCih» û«paweCih»

mamosta mela kerîm dełê: «mewlewî em qesîdeyey bo dostêkî nûsîwe ke nawî mela xeyał»û le «pawe» danîştuwe û «ateşga»şaxêke le nizîkî pawe».

merdox basî ew ateşgaye û gundî pawe dekat. kurtey basekey emeye: ke«yezdî gurd» le«meda’în» řadekat û degate nawçey kirmaşan, serkirdeyekî xoy ke nawî «paw» buwe denêrê bo naw kurdekanî şarezûr daway yarmetîyan lê bikat. paw le lutkey ew kêwe ateşgayekî bo dirust kirdûn, xełkekeş lew nawe dêyekyan be nawî ewewe naw nawe «pawe». dirustkirdnî agirga bo xełkî agirperistî ewsa çakeyekî gewre buwe. boye xełkeke le cyatîyan ew gundeyan be nawî ew kabrayewe naw nawe. agirga le her kwêyek bûbê cêgayî parastin û nawendî zanayanî ayînî ew serdeme buwe û řêwşiwênêkî taybetî hebuwe. merdox paşan be boney ew ateşgayewe basî «marîfet» y pîrşalyar deka ke le zemanî zûda û pêş peyda bûnî îslam daynawe û dełê:«kitêbêkî zor gewreye û bend bende, serbendî hemûyan emeye:

hoşt ce watey pîr şalyar bo
goşt ce kyastey zanay sîmyar bo».

merdox denûsê:«kitêbî marîfetî pîr şalyar le hewramanCih her mawe û leser amojgarîy xoy nadrê be bêgane. kitêbeke birîtîye le pend û amojgarî û zanayî, em dû bendeşî lê degêřêtewe:

werwêwe waro werwe werêne
werîse biřyo çwar serêne
kergê syawe hêłeş çermêne
goş lê memêryo deway birêne
daran gyandaran cerg û dił bergen
gahê piř bergen, gahê bê bergen
kerge ce hêłên, hêłê ce kergen
řwas ce řwas, wergê ce wergen»

paşan basî pîrşalyarêkî dîke deka ke nawî xoy nawe seyd mistefa û sałî 480y koçî kitêbekey pîrşalyarî hewełî gořîwe, be taybetî ew witaney ke legeł aynî îslam neguncawin. deşłê: em kitêbeş le hewraman her mawe. lêreda ewey zor giringe «marîfetî pîrşalyar»e. nek le barî aynîyewe. şitêkî aşkiraye dwayî peyda bûnî îslam ew ayne konane zor lemêje bawyan nemawe. bełam wekû mîratêkî konî edebî, wekû hoyekî baş bo zanînî çeşnî bîrkirdinewey bapîranman lew serdemeda, wekû bełgey kultûrî mêjîneman- nirxêkî hêcgar zorî heye û şayanî eweye bo wedestihênan û çapkirdinî, ewendey le wizeda heye, hewł bidrê. be her cor, qiseman le řêkupêkî em şêweyey zimanekeman û hêz û twanay êcgar zorî ew bû le barî«eda»û geyandinî mebestî zorewe le wişey kemda em dû bendey«marîfetî pîrşalyar» nimûneyekî cwan ewen. cige leme em dû bende naweřokêkî zor dewłemendî felsefîşyan heye ke lêreda cêgey baskirdinî nîye. bełam leser em beyteyan ke dełê:

«daran gyandaran cerg dił bergen
gahê piř bergen, gahê bê bergen»

nextê qise dekeyn.

eger mebest tenya şubhandinî daran be gyandaran bê û byewê biłê her bew core ke gyandarekan be hoy dezga derûnîyekanyanewe maddekanî pêwîst bo jyanyan werdegirin û têkełyan deken û hewłyandehawêrin, ewey be sûdî bê deyhêłnewe û ewey beryan bê fiřêy deden, darekanîş wane û em kare be hoy gełakanyanewe deken û be pêy deskewtin û desnekewtinî ew maddane gahê piř bergin û gahêkîş bê bergin... eger her emendeş bê lewpeřî cwanîdaye û her lew kateda waqî’î û dirustîşe û layenî fêr kirdinî zanyarîşî heye. bełam her ewende nîye. nawkî felsefîşî heye. ewîş eweye ew şitaney deřwên wekû gyanleberekan gyandarin. řastekey eweye zor lemêj bû bîrim lewe dekirdewe aya eme bîrêkî şa’îraneye be xeyałî pîrşalyarda hatuwe, ya le řewtî felsefîy dinyada cêgayekî heye? bedaxewe tûşî çawgeyekî wa nedehatim. ta carêkyan webîrim hatewe le kak îḧsan teberîm pirsî. kak îḧsan zanayekî payeberzî êranîye le felsefe û edebyatda û be řastî lem meselaneda cêgay pirs û řaye, dełê: «em beyte legeł dû biřway aynî û felsefîda řêkdekewê, yekyan«biřway aynîAnimisme» û ewey dîke «biřway felsefîHylozosme»y nawe».anîmîsim le wişey latînî«gyanAnima» wergîrawe û be me’nayî biřwaye. erwaḧî maweray tebî’î gyakan û gyandarekan û şite bêgyanekanî dîkeye. eme aynî qebîle û tîre seretayyekanî însan buwe le hemû dunya. efsanekan«mîtolojî» y yonan û řom, efsanekanî wîdayî hêndî û ewêstayî«êranî» piřn le basî em core erwaḧe. herçî «hîlozoyîsim» yişe le wişey yonanî«heyûla, made- Hyle» û «gyan- Zoe»wergîrawe û mektebêkî felsefîye le yonanî konda û madde giştî be gyandar dezanê«wekû talsî meltî û enbazîqlîs û hî dîke». wa dyare pîrşalyar em bîr û řa felsefîyey awa be giştî qubûł nebuwe û daway gyandarekan tenya şitî řwênî be gyandar zanîwe. boye lem beyteda basî daran deka û le beytî dûhemî em bendeda mirîşk û řêwî û gurg dênê.

lewey ke gutman netîce werdegrîn ke em şêweyey zimanekeman ber lewey ayînî îslam peyda bibêt zimanî ayînî buwe û be pîroz zanrawe û zimanêkî edebî û zimanêkî edebî awa piř le kakił û mejgey felsefî buwe. paş ew dû kare benirxe mamosta melakerîm û kuřekanî «kak fatîḧ û kak muḧemmed»y baştir biłêyn xanewadey «têksitolog»y kurdî xerîkî dîwanî «nalîKes» bûn. bo em kare sê nusxey çapkirawyan be destewe buwe. paşan dû nusxey destinûsîşan destikewtuwe. le barey nusxey çapîyekanewe kak fatîḧ denûsê:«... le řastîda em nusxe çapîyane hîçyan kełkî eweyan pêwe nîye be tewawî bikirêne bełge bo lêkołînewe û me’na lêdanewe». qiseyekî zor heq û řewaye. nek her emane, çapemenî kurdî be giştî- çapkirawekanî kořî zanyarî nebê ke hełeyan keme- ewanî zorbeyan wan, be degmen le nawyana hî wat destidekewê dirust û řêkupêk bê. le zemanî padşayetî řûxawda û çend sałêkîş dway ewe ewe, cige le hełey zorî çapî, hêndêkyan le sansor be tewawetî kilk û gwê kirawin. bu nimûne dîwanekey selam be řastî dełêy kerwêşke û de tancîy têbedrawe û her yekey le layekewe cerg û henawî derhênawe. dway ew sałaneş leber tembełî û kemter xemîy xawenekanyan ewendeyan hełe heye be bełge najmêrdirên. ew dû nusxe destinûseş ke destyan kewtuwe be kone řênûsî farsî bûn. řût û qût û hîçî wayan pêwe nebuwe yarmetîyekyan bidat. leber ewe û herweha leber eweş ke nalî ewendey le wizeyda buwe yarîy be wişekan kirduwe, erkî têksitologî xełkekanî dîke mandû bibin. le zimananî dîkeda têksitolog le ḧast şikłe cyawazekanî nusxekan karî tenya ewendeye be şikłî dirust bidozêtewe lew cêgeyeda têksiteke be dirustî dařêjîtewe. bełam eman naçar bûn cige lewe têksiteke be tewawî le kone řênûsî farsîyewe bihênne ser řênûsî êstay kurdî û be taybetî lêreda le barey le barey nalîyewe bo carî sêhem naçar bûn wişe bazîyekanî şê’rekanîşî řûn kenewe. bo nimûne lem şê’reda.

xaw û bê xawî du zulfî xawim ez
çawe çawî yek ẍezale çawim ez

řûnkirdinewey em hemû xaw û bê xaw û çaweçawe be qedrayî dû karekey dîke, bo řûnkirdinewey mebesteke yarmetîy ew kesey deyxiwênêtewe û ew kese ke lêy dekołêtewe dedat. ca leber ewe ke em yarîkirdine be wişe le şê’rî nalîda hêcgar zore, têksitologekan beşêkî firawanî řencî xoyan bo em kare terxan kirduwe.keçî sereřay ew hemû řence tûşî gîrugiriftêkî taze hatûn ke lem tecrebeyeda serî hełdawe. ewîş eweye kih şa’îr le yarîkirdinda be wişe karî xoy leser binçîney řênûsekey serdemî xoy yanî řênûsî farsî danawe. bo nimûne wek em beyte ke be řênûsî kon tełe û daweke awa nirawetewe.

xak bir pît him gil him gil be sir şikim
wiqtî ẍim şadî awe kirdume bisirda

ta xwêner le quřpêwanekeda serî lê bişêwê, bo ewey «gil» le dû cêga wek yek binûsrê, bełam ke hatuwete ser řênûsî êstay kurdî away lêhatuwe:

xakî berî pêt hem gił û hem gił be siruşkim
weqtî ẍem û şadî ewe kirdûme be serda

îtir lêreda derdekewê quřeke key debê beserda bikirê. lam waye lem core cêgeyeda sûdî řêzmanekeman debê bixrête pêşewe û le katî tûşhatnî şitî awada ya gwêy nedrêtê ya îşaretêkî bo bikirê û hîçî dîke.têksitologekan sereřay ew hemû kare dijware, şanyan dawete ber karêkî qursî dîkeş ke birîtîye le řûnkirdinewe û me’nalêdanewey ew wişe û zarawney xwêndewarî êsta kemtir aşnayetîyan legełyanda heye. bo nimûne: le kin ew cewherî ferde le heyûla nîye bas le ḧîkem perwerîy bû ’elî sînaKes nîye bas ca bo cêbecêkirdinî em hemû kare ałoz û dijware, têksitologekan, be sebrî eyûbewe, řencî ferhadyan, bo řûnkirdinewey 140 parçe şê’rî nalî 644 lapeře řast kirdinewe û lêkołînewe û 74 lapeře pêşekî û 22 lapeře paşekîyan nûsîwe. wekû xoşyan nûsîwyane carubar hêndê hełey biçûk dête berçaw, wek be hełe nûsînî hêndê wişey farsî ya dananî şikłî nalebar le cyatî şikłî lebar wek:

kanî dezên be aw û dirext awsin be ba

ke le هێندەێ nusxeda «taw» û «bar» hatuwe û lam waye awa dirust bê:

kanî dezên be taw û dirext awsin be bar

çunke le cêgay dîkeşda nalî ta û bar y pêkewe ko kirdûnetewe wek:

ta tayî serî tuřřeyî piř pêçşî bada
her tayekî barêkî goł û nafe be bada

le barey řûnkirdinewey wirdekarîy řazandineweşewe, wekû kak muḧemmed xoyşî îşaretî bo kirduwe, ewende sexawet kirawe geyştuwete řadey destibławî.

bełam le beraber ew kare dijwar û zoreda ke ewan kirdûyane, baskirdinî em wirde şite wekû ewe waye ke le nizarêkda řexne le liqe darêk bigrî biłêy bo çî xware. em karey ewan lew sê têksiteda kirdûyane, nirxêkî hêcgar zorî heye û şayanî eweye hemû xwêndewarî kurd be nawî hewełîn têksitologî kurd supasyan bikat û serkewtinî zyatryan lem xizmete gewreyey edebekemanda be awat bixiwazê. kořê zanyarî kurdîş cêgay řêz û supase ke ewaney çon û biław kirduwetewe. le kotayîda demewê biłêm bo pîşandanî pitrî giringîy em kare nimûneyek webîr dexemewe: ekadêmyay zanistî yekyetîy sovyet pareyekî zor bo em kare xerc dekat. lem sałaney dwayîda em kare le şanamey fîrdewsîKes û le şîrîn û xusrewî emîr xusrewî dehlewî û le beytî şêx sen’anda kirawe. dway řêkupêk kirdin û řastkirdnewe, dwanekey heweł be farsî û ewî dîke be kurdî çap kirawin. eme nimûneyeke bo ewe ke koře zanyarîyekanî wiłate pêşkewtuwekan, em kare nek her le ḧast edebî xoyan, bełku le ḧast edebî xełkekanî dîkeş çende be giring dezanin. min lew biřwayedam kořî zanyarî kurd karêkî zor benirx û giring dekat eger lîjneyek bo têksitologya dabnê û wirde wirde têksite konekan řastikatewe û çapyan bikat.