giftar dir xatmey kitab

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 1 Xulek  585 Dîtin
yaḧeq be ḧurmet «xitim alanbyaErebî»
’efum ker be lutif wêt ce her guna
ḧîfzim ker ne şeř emmarey şeytan
hem necatim der ney bend û zîndan
«feqê diłNasnava edebî» henî nemend behane
betał ker ne dił fîtney fisane
îcra ker şirût emir şerî’et
bigêre terîq perê ḧeqîqet
hem ce ḧebîban êden îltîcam
biken du’ay xeyr pey ’efwî gunam
ḧeqqen, çun êwem bey tuḧfe kerd şad
be sûrey «alḧimdErebî» er min biken yad
ẍewẍay dû cîhan ce nefis û řoḧen
ce herdû ebwab cedel meftûḧen
eger mepersan îsim mu’ellîf
«’ibdalqadErebî» en zelîl û ze’îf
esiłim hemawend, zelîl û xwarim
muntezîr be lutif ḧeyyî dadarim
te’rîx te’lîf nezim mucedded
seney hîcrî bî hezar û sêsed
sułtan bî ne text sułtan ḧemîdxan
temam bî tefsîl menzûmey beyan
ber nûr cemal «sîd alanamErebî»
hezaran dirûd, hezaran selam