behare bilbil bilbil behare

sikała legeł bilbilda be diłêkî biř le sewdawe
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  1944 Dîtin
behare bilbil, bilbil behare
seretay nałey sewdayî zare
were binałîn becût le şewda
ême şew bêdar bê xem le xewda
wa berî beyan sifîdey nwand
tem û tarîkî le gułşen řewand
deşt û kêw hemûy be guł xemłîwe
bergî bûkênî tazey poşîwe
hewrî beharî le gerd û xulda
çîmen gerdaney şewnim le milda
lagîrey zêře qetarey gułzar
heyasey pişte zincîrey řubar
beřeza pirçî pexşan kirdiwe
şiney bay şemał şaney kirduwe
nêrgis be pencey yadî lêlaxan
řûpoşî lada sermest û xendan
peřendeş leser liqî dirextan
heryek awazê ełîn bo beyan
poř be genase û qumrî be awaz
bûn be dû yarî hawdem û awaz
kew be qaspeqasp kotir be haq haq
le dił der’eken meynet û fîraq
cirîwey çoleke û şeqey bałî mel
wek mosîqaye lem kel bo ew kel
quqey kełeşêr dengî bangideran
le erz têpeřîn geyîn be asman
asmanîş ewa çaw ekatewe
dinyay piř le tem řûn ekatewe
were min û toyş hawřaz û hawdił
min şêtî perçem to şêtî řûy guł
to biřo serçił min le pay kohsar
xuřxuř biřêjîn firmêskî xunbar
têrupiř bigrîn yekdeng û awaz
ta wa xul eda gerdûnî keç baz
heta pał edeyn belay mergewe
beşwên zamanî dił û cergewe
takû eçîne baweş daykî xak
be ahî serd û be diłî xemnak
bipařêynewe lay take xwaman
bełkû bêteber gułî hîwaman