dir byan awza’ girdun û sidmeٔ ruzgar

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 1 Xulek  525 Dîtin
her pusen bazar çerx wajgûn
kesê mest mey, kesê ẍerq xûn
kesê asûdey tac û dewłeten
kesê sergerdan seḧray negbeten
kesê meqamş text şahîyen
kesê te’mey şêr bebir û mahîyen
kesê sitarey textiş mesêḧen
kesê qeyd xak bextiş qebêḧen
dêşew elxennas demaxiş çûn bî
îste weytewre bextiş nîgûn bî
her êden ferîb umûr cîhan
ga fetiḧ û şikist, ga girye û xendan
nemend ce wezîr û, serdar dûd daẍ
yawa be ordûy wêşan be demaẍ
’ed kerdin ḧîkmet umûr fa’îz
feził çwar nî’met ce her leza’îz
ewweł ce duşmen exiz întîqam
duwem be wîsał meḧbûb şadkam
sêyem pey şahan ḧukim ’edałet
çeharem weten ce dima fîrqet
elḧasił ew şew supay bê ḧîsab
be aheng û ’eyş şîn ne camey xab