beharim hatewe yaran ’eceb şîrîn beharêke

beharî
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  768 Dîtin
beharim hatewe yaran ’eceb şîrîn beharêke
be xunçe sûr buwe seḧra be guł sîmîn ’uzarêke
demêke mat û xamoşe leber bê bulbulî gułzar
ewa êstake xoşxiwane leser çił ’eynî tarêke
çirîkey poř û cîkey çoleke û awazî qumrî dê
şeqey bałî kew û kotir le asman wek qetarêke
temaşay çîmen û seḧra be şox û diłberan řaza
ke her yek nazenînêkî wekû seru û çinarêke
bira biřwane etrafit çya wek şah û şahenşa
leserya tacî befre ya tem û tenke ẍubarêke
beyanîş řoj ke peyda bû leser tewqî serî hełdê
qemer wek necmekey şanî şemałîşî nisarîke
le her layek temaşa key hezaran dił ebê eḧya
lebin her sewzegyayekda mîsalî ḧewz û fwarêke
şiney ba dê nesîmî dê, ełê: ey eḧmedNasnava edebîy derwêş
le xew hełse temaşa ke le yarit guł ’uzarêke