qisey şîx bayzîd rizî alilh ’ine

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 1 Xulek  522 Dîtin
yek řo ce mînber «tac al’arfînErebî»
qutib bestamî «fixir alsalkînErebî»
ce beḧir ’îrfan ẍewwas efkar
mebexşa lu’lûy mew’îzey guftar
ce te’sîr we’iz yawa bê be ḧał
megřa qelbiş be şu’ley celal
mest «la yi’qilErebî» ce bezim ḧuzûr
mewc meda ne beḧir ’îrfan be surûr
yek merd dîhqan ama ce nakam
’erz kerd: fîdat bam ey qutib bestam!
îmřo bîm duçar derd û mesa’îb
ce sûq sûqan xerim bî ẍa’îb
çun merd ẍerîb xeylê muḧtacim
umêdim be ton kerî ’îlacim
şêx ne tecellay sermestîy eḧwał
wat be ḧuzzaran: darûn yek su’al
kê hergîz pey kes meyliş necoşan
badey sedemey ’îşqiş nenoşan
der leḧze yek merd ama be cwab
’erz kerd ne ḧuzûr ew «qitib alalqabErebî»
wenet me’lûm bo ey qutib cîhan
min hergîz cezay ’îşqim nenoşan
şêx fermaş: dîhqan! eger darî hoş
qebûł ker ey xer ne cay diraz goş
«feqêNasnava edebî» wey tewren umûr cîhan
herçî hen ce ’îşq megêro saman