be gwêçkey yad erê nabyey seday hawar û nałînim

nameyek bo hawřêyekim le sałî 1948 da
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  657 Dîtin
be gwêçkey yad erê nabyey? seday hawar û nałînim
be çawî tase nabînî diłopey eşkî xwênînim??
bira axo be bîrta dêtewe em yarîy dêrînet?
biłêy basim nekey carcar be lêw û giftî şîrînit
birale pîm biłê êstaş wekû caran be ’ud û ney?
le diłtana heł’equłê neẍmeyî piř soz û piř oxey
wekû carane bawî serçinar û bezmî êwaran?
bişon bew awe sarde çî heye cewr û cefay dewran?
ke řoj pirşingî řoj’awa, şewîş hî mang û estêre:
çew û zîxî binî ekser ełêy mirwarîye û zêře
diłim kewtote gêjawî şepolî beḧrî dûrîtan
be çawu dił ełêm’axo xwa eyda sebûrîtan
meger ew sêberey bin darekey lay awekey «sersîr»
bişorin em xem û derdem we ya bezmêkî «baxî mîr»
we ya xo hajeyî tavgey «zełim» katêkî hawînan
piroşey wirdî piř neş’ey bika derdî diłim derman
we ya řabwardinî ser awekey lay girdekey yare?
ke eřwanête pişt girdekey seywanî lê dyare
diłopî eşkî xwênînî le pêłuda qetîs mawim
legeł nasorî zamanî diłî dûrîm biken çare