be dû dîdey ḧesnata emin wêł û perêşanim

perêşanî
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  1362 Dîtin
be dû dîdey ḧesnata emin wêł û perêşanim
le ’eşqî zułfî qetranit beda’îm dîde giryanim
be şimşêrî birokanit diłim letlet buwe axir
ke dinya dûşminî min bê be hîç cuz’êkî nazanim
xwa şimşêrî xwên řêjî le min layeqî to dîwe
were qîmey ke bew qîre diłî piř êş û piř janim
beyek def’e le dinyay řûn beřêm ke her wekû pûş bim
eger to bimkujî çunke řefîq ḧeşrî şehîdanim
çi medḧêkit bikem layeq be tobê min ke sakin bim
be îcra kirdinî xendet ẍerîqî beḧrî le’lanim
eger xot letlet û kut key be to qed nakirê medḧî
eya eḧmedNasnava edebî kiz û kwêrî be lałîşt ke nazanim