be dił ew lawî caranim dîwtim

dwa çawpêkewtin
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  1193 Dîtin
be dił ew lawî caranim dîwtim
êstaş diłxiwazî řengî peřîwtim
ew ’eşqey wek baz nîştiwe ser to
êstaş bałişkaw kewt le pelupo
ew çawey piř bû le nîgay cwanî
ew çawey piř bû le kameranî
ebînim ke wa řojgarîy řeş
kizî kirduwe cîlwey cwan û geş
eşbînim ke wa ew ser kułmanet
ew bejin û bałay wek xeramanet
ew zerdî têzaw, emyan çemawe
bełam le lay min hîç negořawe