be xencer letletim ken damenit qet bernedem şerte

peyman
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  664 Dîtin
be xencer letletim ken damenit qet bernedem şerte
seraser hełdiřn sînem, berokit bernedem şerte
heta gyanim le gyana bê ebê perwaneyî to bê
ke toy şem’î jyanî min le to la nedem şerte
cehenem cennete bo min eger bê çawî to dyar bê
bebê toş dem le awî cogeyî kewser nedem şerte
eger bêt û hemû dinya hetakû ewpeřî asman
hemûy piř bê, perî û ḧûr bê le to des bernedem şerte
qebûłim key be xadîm, ya be derban û be koyley xot
leber ew qapet bûnim be tamî ser nedem şerte
eger yek goşeyî çawit le min bê canî cananim!
be tîşkî ḧusin meh û řoj û beser exter nedem şerte
heta mawim le dinyada temaşa û bonî guł nakem
ẍubar gerdî berpêket be boy ’enber nedem şerte
eger şayed le paş mirdin mela’ik hat û pirsîy lêm
le basî çawî to zyatir cewabê tir nedem şerte