bê şîrme qet’îye înca birayewe

pê witnêk
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  1070 Dîtin
bê şîrme qet’îye înca birayewe
’umirim leser zemînî jyana biřayewe
nawim le defter û qeyda kujayewe...
xwênim be nûkî xencer û şîra pijayewe
eḧmedNasnava edebî le nîweda ḧîsabit kira û nemayewe
řemeł le wextî bextî mina ’eqłî tya nema
bulbul leser guł û lewe ’eşqî tya nema
bo girtinî huma ke çûm řoḧî tya nema...
tînum û çûme ser beḧir awî tya nema
eḧmedNasnava edebî bizane nicumit fena û kişayewe
’eqiłim hebê yarim nema leber dest
saḧbî beg û hem duř bûm bira le dest
bê encel emirim ezanim ḧeqim eçê le dest
bêkes û, ẍerîb û kesasim ne şêt û ne mest
înca ke payze gełay dirext werayewe
çon bê qerar û qeram be dest zemanewe
bo xo kiram be hedef hem nîşanewe...
nasor û zexim û birînim awa kulanewe
kujrawî çawî fiłanim be canewe...
firmêskî çawî eḧmedNasnava edebîe wa mewcî dayewe