kerwêşk û dełek aẍa

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 1 Xulek  989 Dîtin

kerwêşk xerîk bû le kunekey xoy bête derê biçê bo geřan. kutupiř le piştewe şitêk peřîye kołî.

kerwêşkeke gutî:

- hełmetî şêrim dîwe; to şêr nî.

şiteke ke peřîbuwe kołî wełamî dayewe:

- nexêr; şêr nîm.

- hełmetî piłengim dîwe; to piłing nî.

- nexêr; piłing nîm.

- hełmetî gurgim dîwe; to gurg nî.

- nexêr; gurg nîm.

- hełmetî řêwîm dîwe; to řêwî nî.

- nexêr; řêwî nîm.

- hełmetî segim dîwe; to seg nî.

- nexêr; seg nîm.

- hełmetî heło û dał û başûm dîwe; ewaneş nî.

- nexêr; ewaneş nîm.

- ey pêm nałêy to çî?

- min dełek aẍam, dełek aẍa!

- řast dekey. min xom hîç nîm; boye to detwanî lêm bibî be dełek aẍa.