«daway şa’îr le gelî kurd bo ewey lebîrî neken»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  452 Dîtin
dawa û tikame ey gelî kurd
ewřoke le pîr û lawe ta wird
ger mird fîdayîNasnava edebî lêwe bû win
kurdane le bîrî êmeda bin
xoşî le jyanda nedîwe
ẍem sifreyî jînî hełdiřîwe
demdî ke jyanî kurd tałe
min bûme hemîşe ax û nałe
her derd û bełayî ger debînin
ser pakî le ser diłim birînin
ta hem heme bo gelim mişûrim
nêzîkim nek lewane dûrim
bew awe dejîm û her jyawim
ew xakeye hêzim û henawim
her cêye telane ya ne deşte
bo ême beřêze wek beheşte
qurbantim ey çyayî kurdan
ey bîşeyî piř le şêre merdan
ey baxî wenewşe û gułałan
ey xawenî swêsne û hełałan
řojê netewey eto ke azad
bî, ew deme teyrî dił debê şad
ew řoje yeqîne her wedî dê
ẍem derd û pejare xo binî dê