«pêşkeşkirdinî ew beyte bew kesaney ke xizmetî gel deken»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
645 Dîtin
dyarî mine bo ewey le kurdan
awareye ya kira le zîndan
çun tałî û derd û ẍem deçêjê
lew řêgewe areqî deřêjê
min deydeme bew kesey le wane
gyanî ke le banî dest dana
xoy kird be fîdayî nîştimanî
neywîstuwe bê gel ew jyanî
bo ew kese wa le řend û mendan
dedwê le ḧeqî gel ew le meydan
ew erkeyî ya becê dehênî
ya mil le tenafda demênî
pêşkêşe bewey le law û pîran
bê bake le ser biřîn û gîran
têkoşere ew demey ke bê hel
çawî ewe her le xizmetî gel
bo nûserî beyt û bawî kurdan
bo danerî bawî şêre merdan
bo ew kese komekî le des dê
merdane le hozî xoyî dedwê
dyarîme degeł gelê siławe
lew deste ke pîre yane lawe