«daway şa’îr le dostan bo řastkirdnewey hełekan»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  462 Dîtin
dawaye dekem le kurd zimanan
ewřoke le pîr ta cwanan
dêhatîye ya le şarekane
’aşiq ke be bawî kurdekane
ew beyteyî lasyan eger dî
bixiwênnewe dêřekey be wirdî
ca ew deme bên û tê bifkirin
bew pêw şwêne řexne bigirin
têyda ke debîndira kem û kûř
pîtê le zimanî kurd ebû dûr
dêřê ke be dû keřet degutra
ya nêwî lewanî dîke pitre
basim neken ew be her zimanê
nemken be dizêwî her zemanê
çunkîne zimanî hozekanim
nekira ke bełed bibim bizanim
nemkirduwe gerdişê le ’êlan
takû wişe hełgirim le xêłan
ke biłêmewe şê’ir lew wişane
danêmewe her wişey cwane
her wajeye ger le zarî pîran
bîstûme ewî denême şê’ran
nemdîwe tewawî nîştimanim
min dûre perêzî xizmekanim
wek honerî hoşyar û şitzan
katêkî neçûme der le êranCih
ca îwe debê le min bibûrin
bo gel ke wekû çira û nûrin