«wituwêjî şa’îr degeł saqî û nêw û nîşan hełdanî xoy»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
3 Xulek
669 Dîtin
saqî were kořî bezmî ême
kawłanî serê, bizane cême
mey têbke çawekem be pence
werzî temenim geyşte penca
bîhêne heta neşem bibziwê
dił ko debî derd û ẍem nedrwê
gwê řagre dû deqîqe to bom
perwaneyî lêw û řûmetî tom
ḧałî be bizane to ke min kêm
bew basewe dême pêş û dedwêm
bew merce ke řazekem nedirkê
nedrê be diro û dał û diřkê
min kurdim û kurdî nêwe gewrkim
nê ’areb û fars û ne turkim
nêwim be «kerîmKes» nêw nirawe
nîwêke be yadgar û mawe
bo şê’ir «fîdayîNasnava edebî» bote nawim
bew nêwe le wêjeda dwawim
be simayîle nêw nirawe babim
ew mirduwe boyî dił kebabim
bapîrî me mîneKes nêw nirabû
ew mîne le piştî mustefa bû
dakim debra be nîwî «amanKes»
duř daneyî can bû le cafan
saqî heme dû bira le bawe
yek qadre yek řesûłî nawe
xuşkêkî be ẍîretin le nêwe
taqaneye «ayşKes» ew be nêwe
çwarim heye kuř hemû cwanin
ẍunçey gułî baẍî nîştimanin
bibjêre miḧemmed û kemałe
yek behmene, nawî yek cemałe
kîjim heye dû wekû duřûba
perwerde kirawî destî tûba
yek nêwî melîḧe nocwane
yekyan be nawî nîştimane
çun min le nejadî bameranim
sî sêre mekanî xizmekanim
lew gundeye bûm emin le zigmak
pêm nawe le nawî ew kurey xak
honer ewe xo duwa le mêjûy
bem core le zînduwan û mirdûy
hełbigre hezar û sêsed ey yar
pencayî degeł ewî xu ew car
ke bijêreyî werz bê mebestit
mêjûy hetawî dête destit
ca ew deme sałekey dezanî
ger ko dekirawe şê’rekanî
ew bawe ke nemdedî tewawe
her boye de sałî mor mawe
ew maweye her le hewłda bûm
muḧtacî nenas û aşna bûm
her kes ke le bawekey dezanî
dempirsî le bend û basekanî
şermende le zeḧmetî enîsîm
çen bendî le lasî bo denûsîm
nemkirduwe be edîbe xizmet
birdûyetî ew le bome zeḧmet
ew komegî zorî pê dekirdim
bo çaweyî beytekey debirdim
ca min heme bo ewî supase
kirdûmî ke aşna be lase
demdayewe hewł ta de werzan
řûm kirde nişêw û řijd û berzan
her řoje le ser kej û kelêkî
demçinyewe xo kel û pelêkî
bew core desim keda le bawe
demwenyewe min be hondirawe
şê’rê ke cwan û kes nedîwe
le çwar hezarî têpeřîwe