biray şîrînî gyanî be gyanîm

nameyek bo şêrdił (şêrdił birame, nawî nûrî eḧmedî tehaye, katêk ke le bendîxane bû emem bo wituwe)
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  795 Dîtin
biray şîrînî gyanî be gyanîm
sermayey jîn û hoy kameranîm
tasey dûrîtim hênde la sexte
geyanye pîrî temenî cwanîm
***
ezanî çilon peşêwim bo to?
herwa bereła lem şar û lew ko
binum, danîşim, bigrîm, pêkenim
yadim şew û řoj her toyt û her to
***
serabî dûrî tom hênde dîwe
lêłayî perdey çawmî tenîwe
ay çende dûrî dîdarekey tom
çon dił le şadî û xoşî hetîwe
***
bê to le baxa lenaw gułzara
lenaw çîmen û, le lalezara
pûş û pełaşe her diřk û dałe
le diłî tengî minî hejara
***
be bîr û hoşa nedehat hergîz
beharî jînim bigate payz
ezanî gerdûn çî beser hênam
dan kel, mû sipî, gwê giran, çaw kiz
***
kam berdî felek qurs û girane
çe neşterêkî tîj û bejane
day beserimda kirdî be diłma
giriftarî to le bendîxane
***
bełam bira gyan nekey diłteng bî
le bangî řastî kip û bê deng bî
her wek şêrdił bûy şêrane bijî
le zîndana bî le kořî ceng bî
***
to le zîndana le řêy wetena
min lejêr kot û bendî mîḧena
her dû wek bulbul hîwaman yeke
leş le qefez û, dił le çemena
***
min legeł tom û toş legeł mina
tewqî esaret wa le gerdina
pişt be xwa řojêk her ebê bişkê
ew tewq û kote leser dujmina